Wan – Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê ku tev li daxuyaniya Roja Dayikan bûn hêvî û daxwazên xwe anîn ziman û gotin: “Îro ji bo me rojeke pîroz e lê dilê me xemgîn e, em hêvîdar in ev roj bibe roja aştî, azadî û wekheviyê.”
Meclîsa Dayikên Aştiyê di 10ê Gulanê Roja Dayikan de, ji bo ku daxwaz û bendewariyên xwe yên ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku di 27ê Sibata 2025an de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû destpêkirin bînin ziman, li gelek bajaran li pêşiya girtîgehan, bi dirûşma “Diyariya herî mezin a ji bo dayikan aştî ye” daxuyanî dan. Dayikên Aştiyê yên ku li Wanê tevî daxuyaniyê bûn derbarê Roja Dayikan de axivîn.
‘Rojek pîroz e, lê dilê me xemgîn e’
Dayika Aştiyê Kewê Işik Roja Dayikan li hemû dayikê cîhanê pîroz kir û daxwaz kir ku ev roj bibe wesîleya aştî, azadî û wekheviyê. Kewê Işik bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan daxuyanî da û em hemû kêfxweş bûn, me got dê aştî bê welat, wekhevî çêbibe, îro ji bo me rojeke pîroz e lê mixabin dilê me xemgîn e. Her tişt xistine ser milê Rêberê Gelê Kurd. Heta niha çi ketiye ser milê wî pêk aniye lê dewleta Tirk hêj gav neavêtiye. Statuya birêz Abdulah Ocalan qebûl nakin. Ocalan ji bo aştiyê destê xwe dirêjî hemû însanan kir. Di aştî û wekheviyê de zerar tune ye, xweşî heye.”
‘Em bang li dayikên Tirk jî dikin’
Kewê Işik bal kişand li ser gavneavêtina dewletê û ev yek anî ziman: “Divê dewlet jî êdî gavan bavêje, dilê dayikan xweş bike. Îro roja dayikan e, xwezî me hemû dayikan hevdu hembêz bikira, zarokên xwe hembêz bikira. Lê mixabin dilê me xemgîn e, ti tişt nekirine, aştî hêlane aliyekî, hiştine li ser milê birêz Abdullah Ocalan, ser milê gelê Kurd. Em bang li dayikên Tirk jî dikin, bila ji bo aştiyê ew jî rabin li ser lingan. Dem dema aştiyê ye.”
‘Divê ev roj bibe roja aştî azadî û aramiyê’
Dayika bi navê Kadriye Gezîcî jî Roja Dayikan li dayikên cangoriyên Kurdistanê û hemû dayikan pîroz kir û wiha got: “Divê ev roj bibe roja aştî azadî û aramiyê, heke aştî û azadî were vî welatî dilê dayikan çiqas bi kul be jî kêfa wan dê xweş be. Em dixwazin hemû girtiyên di heps û zindanan de bên berdan.”
‘Divê aştî pêk were êdî’
Dayika Aştiyê Henîfe Kaçak jî Roja Dayikan pîroz kir; bendewarî û hêviyên xwe anîn ziman û got: “Em hêvîdar in ev roj bibe wesîleya aşitî, azadî wekheviyê, sekinandina xwînê û biratiyê. Besê Hozat bi 30 hevalên xwe ve çekên xwe sotin û got êdî ev şera bes e, em aştiyê dixwazin, Rêber Apo got êdî em şer nakin, aştî anî dîwanê.”













