Heyetek ji Meclisa Dayikên Aştiyê di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan re hevdîtin pêkanîn.
Heyeteke Meclisa Dayikên Aştiyê di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi boneya Roja Dayikan serdana partiyên siyasî didomînin. Heyeta ji Dayikên Aştiyê Behiye Yalçin, Afîfe Kartal û Muzeyyen Butun pêk tê, bi Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya re serdana partiyên siyasî kirin. Heyeta Dayikên Aştiyê bi Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan re hevdîtin pêkanîn. Hevdîtin nêzî seatekeêdom kir. Dayikan laçika spî diyarî Tuncer Bakirhan kirin.














