Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê li dijî heqeretên Levent Gultekîn ku li Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan kiribû bi daxuyaniyeke niviskî bertek nîşan da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Levent Gultekîn ne weke rojnamegeran lê weke trolên dîn û har tevdigere.
Levent Gultekin ku li ser Youtube weşanê dike di weşana xwe de heqaret li Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan kiribû. Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê li dijî heqereta Levent Gultekîn bi daxuyaniyeke niviskî bertek nîşan da.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li dijî kesên vîna gel temsîl dikin bikaranîna zimanê heqeretê ne rojnamegerî ye û ev yek hate gotin: “Ew kesayet ku hedê xwe nizane bikaranîna zimanê heqeretê ji xwe re kiriye adet. Li dijî serdestan serî ditewînê lê li dijî muxalefetê jî heqeretan dike. Gultekîn pîvanên rojnamegeriyê binpê dike û weke trolên dîn û har tevdigere. Em careke din bi bîr dixin; bi heqeretan rojnamegerî nayê kirin.”













