• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Stenbolê agirê Newroza 2026an hate pêxistin

    Li Stenbolê agirê Newroza 2026an hate pêxistin

    Li Wanê starta Newroza 2026an bi pêxistina agirê Newrozê hat dayîn

    Li Wanê starta Newroza 2026an bi pêxistina agirê Newrozê hat dayîn

    Salîh Muslîm jiyana xwe ji dest da  NÛÇEYA LEZGÎN

    Salîh Muslîm jiyana xwe ji dest da NÛÇEYA LEZGÎN

    Li Sûrê Newroz bi meşaleyan hate pîrozkirin

    Li Sûrê Newroz bi meşaleyan hate pîrozkirin

    Êrişên li ser Başûr û Iraqê bênavber didomin

    Êrişên li ser Başûr û Iraqê bênavber didomin

    Ji bo Celal Amed mewlûd hat dayîn

    Ji bo Celal Amed mewlûd hat dayîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Stenbolê agirê Newroza 2026an hate pêxistin

    Li Stenbolê agirê Newroza 2026an hate pêxistin

    Li Wanê starta Newroza 2026an bi pêxistina agirê Newrozê hat dayîn

    Li Wanê starta Newroza 2026an bi pêxistina agirê Newrozê hat dayîn

    Salîh Muslîm jiyana xwe ji dest da  NÛÇEYA LEZGÎN

    Salîh Muslîm jiyana xwe ji dest da NÛÇEYA LEZGÎN

    Li Sûrê Newroz bi meşaleyan hate pîrozkirin

    Li Sûrê Newroz bi meşaleyan hate pîrozkirin

    Êrişên li ser Başûr û Iraqê bênavber didomin

    Êrişên li ser Başûr û Iraqê bênavber didomin

    Ji bo Celal Amed mewlûd hat dayîn

    Ji bo Celal Amed mewlûd hat dayîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DEM Partî li ber Wezareta Dadê got: Bi vî awayî dê çawa aştî were?

Enqere / AW

8 COTMEH 2025 - 14:56
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
 Serokwekîlên DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê û Sezaî Temelî bi parlamenteran ve li dijî îtîraza Wezareta Dadê ji bo biryara DMMEyê ya derheqê Selahattîn Demîrtaş de daxuyanî dan û di daxuyaniyê de pirsin; “Bi vî awayî dê çawa aştî were?”

Serokvekîlên Koma Meclîsê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyigit û Sezaî Temelli li dijî îtîraza Wezareta Dadê ku ji bo biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û doza Kobanê li ber Wezareta Dadê daxuyanî dan. Parlamenterên DEM Partiyê jî tev li daxuyaniyê bûn. Parlamenterên ku di destê wan de wêneyên Hevserokên Giştî yên HDPê yên berê Figen Yuksekdag, Selahattin Demirtaş û girtiyên ji doza Kobanê hebûn, bi meş hatin ber wezaretê. Girseyê di meşê de bênavber dirûşmeyên, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kir.

Gulistan Kiliç Koçyigit li vir axivî û anî ziman ku ew îtîraz ne li gor pêvajoya aştiyê ye û got ku Tirkiye biryarên DMMEyê bin pê dike. Gulistan Kiliç Koçyîgîtê bi bîr xist ku DMMEyê 3 caran derbarê Selahattin Demîrtaş de biryara berdanê daye û ev tişt gotin: “Hevalên me hene ku bi salan in di Doza Komploya Kobanê de bi awayekî neheq û neqanûnî girtî ne. Birêz Demîrtaş, Birêz Yüksekdağ û hemû hevalên me yên din bi salan e di encama darizandineke siyasî de dîl hatine girtin û wekî rehîn têne girtin. Duh, Wezareta Dadê li Strasbourgê îtîraz li biryara sêyemîn a DMMEyê ya li dijî Demîrtaş kir. Em dixwazin ji Wezareta Dadê û hikûmeta AKPê bipirsin, hûn li benda çi ne ku hûn van biryaran bicîh bînin? Niha gelê me ji me dipirse: Ew behsa aştî û demokrasiyê dikin, lê dîsa jî Demîrtaş, hevkarên me yên li Geverê û Doza Komploya Kobanê di girtîgehê de digirin. Ev aştî dê çawa were bidestxistin? Gelo aştî bi girtina hevalên me yên di doza Komploya Kobanê de, tevî Demîrtaş û Yüksekdağ, di girtîgehê de dikare were avakirin? Gelo baweriya raya giştî bi vê pêvajoyê dikare were sazkirin?”

‘Ev kiryar bandor li ser pêvajoyê dikin’

Gulistan Kiliç Koçyîgîtê destnîşan kir ku bi vî awayî baweriya civakê ji aştiyê nayê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Civak van hemû kiryaran dibîne û tomar dike. Ev hemû kiryar bandorê li ser pêvajoyê dikin. Bi zihniyeteke ku vê yekê paşguh dike, ne mimkûn e ku em di aştî û demokrasiyê de li vî welatî pêş bikevin. Pêdiviya bingehîn a hem aştî û hem jî demokrasiyê îro bidawîanîna girtinên neheq û neqanûnî ye. Ew serbestberdana girtiyên siyasî yên di zindanan de ye. Em dixwazin careke din li ber Wezareta Dadê diyar bikin ku em ê ji bo edaletê, ji bo serweriya hiqûqê û ji bo azadiya hevalên xwe têbikoşin. Em li hember vê zihniyeta bêqanûn bêdeng nebûn. Em dibêjin ku em ê di pêşerojê de qet bêdeng nemînin.”

Seazî Temelî jî bi lêv kir ku ew li dijî komployê ne û wiha got: “Em li bendê ne ku Wezareta Dadê dawî li vê komployê bîne û îtîrazên xwe vekişîne. Em qebûl nakin ku pêvajoya danûstandinan, ku me di pêvajoya aştiyê de bi fedakarî û berpirsiyariyeke mezin pêk aniye, ji aliyê Wezareta Dadê ve were jehrîkirin. Divê wezîrê dadê tavilê vê îtîrazê vekişîne.”

Piştî daxuyaniyê parlamenterên DEM Partiyê derbasî lijneya giştî bûn. Di lijneya giştî de jî wêneyên Figen Yuksekdag, Selahattîn Demirtaş û girtiyên Doza Kobanê hilgirtin û bi çepikan protesto kirin.

Etîket: AÎHMselahattin demirtaşWezareta Dadê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Heyeta Îmraliyê bi Demîrtaş re civiya

Heyeta Îmraliyê bi Demîrtaş re civiya

2 ADAR 2026
Fetî Yildiz: Divê Demîrtaş bê berdan

Fetî Yildiz: Divê Demîrtaş bê berdan

4 SIBAT 2026
Tirkiye di binpêkirina mafên mirovan de dîsa yekemîn e

Tirkiye di binpêkirina mafên mirovan de dîsa yekemîn e

29 ÇILE 2026
Parlamenter Parlak binçavkirina rojnameger Orûç ji Wezareta Dadê pirsî

Parlamenter Parlak binçavkirina rojnameger Orûç ji Wezareta Dadê pirsî

16 ÇILE 2026
DMMEyê di doza Demîrtaş de dîsa Tirkiyeyê mehkûm kir

Ceza li Demîrtaş hate birîn: Em vê biryarê nas nakin

6 ÇILE 2026
Abdullah Zeydan: Divê dewlet jî li gorî ruhê pêvajoyê gav biavêje

Abdullah Zeydan: Divê dewlet jî li gorî ruhê pêvajoyê gav biavêje

14 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Salîh Muslîm jiyana xwe ji dest da  NÛÇEYA LEZGÎN

    Salîh Muslîm jiyana xwe ji dest da NÛÇEYA LEZGÎN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ehmed Huseynî bû rêwiyê nemiriyê: Li pey wî mîrateyek qewî ma

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kovara xêzeroman a ‘Bajar’ dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Ehmed Huseynî dê li Amedê du roj şîn bê danîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi ser Komkujiya Qamişloyê re 22 sal derbas bûn: Pergala li Rojava armanca komkujiyê pûç kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Keskîn Bayindir: Têkoşîna Rewşan û Mazlûman bi Rêbertiya Ocalan bû manîfestoya azadiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di çanda Kurdî de kevneşopiya xişr û morîkan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Endamên YYU-KURDÎ: Cil û bergên Kurdî ji bo me remza yekîtî û serbilindî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 11ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (431)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne