Wan – Derûnnas Baran Edîş anî ziman ku bindestî kompleksekê ava dike, lê ev têgeh têrê nake ku mirov rewşa Kurdan bi gelemperî binirxîne û got: “Xwenaskirin û xwe bi nirxên xwe pênasekirin destpêka nasnameya bi tenduristî ye û Kurdan ji ber rewşa parçebûyînê derfeta avakirina nasnameyek bi nirxên xwe nîn e. Ruhê yekîtiyê ji bo Kurdan referansek ava kir.”
Piştî peymana Qesr-î Şîrîn û Lozanê axa Kurdistanê di nava çar netewdewletan de hate parvekirin. Di van sed salên ku Kurd û Kurdistan ji hev qetiyayî de maye, milet bi rewşên gelek xeterî yên civakî, kesayetî û her wiha yên derûnî re derbas bûne û hê jî dibin. Di van demên dawî de bûyerên ku li Rojavayê Kurdistanê qewimîn piştî sed salên ku Kurd ji hev biyanî mayî de bi ruhê seferberiya neteweyî Kurd bûne yek.
Derûnnas Baran Edîş derbarê bandora yekîtiyê ya li ser derûniya Kurdan de pirsên ajansa me bersivand.
‘Derûniya bindestiyê bi gelek cureyan xwe dide xuyakirin’
Baran Edîş derbarê derûniya bindestiyê da diyar kir ku mirov nikare sedî sed bandora derûniya bindestiyê bi têgeha kompleksê pênesa bike û got: “Bindestî kompleksekê ava dike, lê ev têgeh têrê nake ku mirov rewşa Kurdan bi gelemperî binirxîne. Bandora wê bi gelek cureyên cuda xwe dide xuyakirin. Mirov dikare bi sê cureyên gelemperî bindestiyê binav bike. Yek, kesên ku otorîteyê qebûl dikin û diparêzin ku ji wan re êdî ev ne bindestî ye. Du, kesên ku êcar fenomena bindestiyê ji xwe re nakin dert û pirsgirêk. Bi taybetî sekneke pasîf ji xwe re dibijêrin. Ya sêyemîn jî kesên ku vê otorîteyê wekî bindestiyekê dibînin û li hember wê bi awayên cuda berxwedanê dibijêrin. Mirov dikare bîne ziman ku her sê kom jî xwedî derûniyên cuda ne.”
‘Kurd ji Kurdbûyînê biyanî dibin’
Bi domdarî Baran Edîş da zanîn ku hebûna sînoran bandorek giran, xurt û berfireh li ser derûniya kesan heye û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Ya herî giring ew e ku naveroka van sînoran çawa tê diyar kirin û tijî kirin. Eşkereye ku milletê Kurd di nava çar dewletan de hatiye parvekirin. Van her çar dewletan formên xwe yên taybet hene. Ev form jî kesayetiyên cuda ava dikin. Û Kurd ji hev biyanî dibin, an bi gotineke din Kurd, ji Kurdbûyînê dûr dikevin. Bi gelemperî dema em li milletê Kurd dinêrin ji ziman, çand, dîrok û nirxên Kurdbûyînê wekî netewên din agahdar nînin. Ev agahdarî çima girîng e gelo? Ji ber ku agahdarbûyîn di demên modern de diyardeyên penasekirina mirovekî ye.”
‘Başûrê Kurdistanê ji Kurdbûyînê nebiyanî ye lê ji Kurdên din biyanî ye’
Baran Edîş bal kişand ser encamên pergala bişavtinê ya li ser Kurdan û wiha pê de çû: “ Kurd ji çand, ziman û dîroka xwe bêtir, ên pergala tê de dijîn dizanin. Mirov Kurdekî bipirs e ku Kurdên li parçeyên din dijîn bi gelemperî profîlên çawa nin, tê ditîn ku fikrekî wan ên taybet tine ye an jî gotinên gelek girover/ji rê zê dibejin. Ji ber ku Kurd, Kurdan nasnakin, Kurdbûyînê jî nasnakin. Ev encameke xwezayî ya bişavtinê ye. Kurd zimanê xwe ne tenê nizanin, mixabin kêm jî dibînin. Di vê xalê de başûrê Kurdistanê cihê xwe yê cuda heye. Ji ber ku Başûr rexistineke bi zimanê Kurdî ya bi salan heye. Başûrê Kurdistanê ji Kurdbûyînê nebiyanî ye, lê ji Kurdên din ên parçeyên din biyanî ye. Divê mirov vê yekê wekî diyardeyek din binirxîne, ne temamî cuda ye, lê yeke din e.”
‘Kurdan ji ber rewşa xwe derfeta nasnameyeke bi nirxên xwe nîne’
Baran Edîş da zanîn ku ev hemû û hin mijarên din trajediya formê sînorên di navbera Kurdan de ne û wiha berdewam kir: “Xwe naskirin û xwe bi nirxên xwe penasekirin destpeka nasnameya bi tendûristî ye ku tendûristî ne tenê ya laşî/fizîkî ye, di heman demê de derûnî ye. Ev jî mafê herî sereke, xwezayî û mirovî ye. Kurdan ji ber rewşa di tê de dijîn derfeta avakirina nasnameyek bi nirxên xwe nîne. Taybetî li ser aliyê siyasî û aborî dirawestin.”
‘Komkirina Kurdan di rêzekê de pir zehmet e’
Di berdewamiyê de Baran Edîş bi bîr xist ku di vê pêvajoya dawî ya Rojava de di nava Kurdan de hestên yekîtiyê gelek pêşketine û wiha axivî: “Em dikarin milletê Kurd wekî cîvakeke politik penase bikin. Ji ber vê yeke Kurd ne tenê kesane, bi civakî jî bûyerên polîtîk û civakî bi nêz ve dişobînin û dinirxînin. Ji aliyê din her çiqas derdê Kurdan bi giştî heman be û di fîkir û hestan de heman tiştî bixwazin jî di aliyê pratîkî/çalakî an jî di rêxistina polîtîkayên xwe de bi hevre hereketkirina wan pir nayê dîtin. Sedemên vê pir in. Lê em bi hûrgulî nikaribin têkevin nav de. Ji ber ku Kurd, miletek bi hejmareke li gorî xebat û texmînên cuda di navbera 40 û 70 mîlyon de ye, komkirina wan a di heman rêzê de gelekî zor û zahmet e. Û taybetî heke ev milet bê navend be, ango polîtîka, rêxistin, ziman, çand hwd. ji heman navendê neyên afirandin, êdî kes-civak ji xwe re li navêndan digere. Ji bo avakirina rastiyan divê referanseke wan hebe. Mînak, netew-dewlet ji bo tebea-civaka xwe bi polîtîka, perwerde û saziyên xwe heqîqatan û rastiyan ava dike. Ji wan re dibe referansek. Lê Kurdan ev şans tine bû û tine ye. Ji ber vê yekê heya niha di hemdemiyê de di nav Kurdan da referanseke gelemperî ava nebû ye. Lê di her herêmê de rexistinên cuda ava bûne.”
‘Hemû bûyer li ber çavên Kurdan qewimîn’
Baran Edîş bi bîr xist ku ev bûyerên dawî yên ku bû sedema yekîtiyê, di dîroka hemdem de yekem car qewimî û wiha axivî: ‘Bawerim ne Kurd ne jî cîhan li benda van bûyeran ne bûn. Lê sedem çiye gelo? Çima wisa qewimî, çima niha? Bêgûman diyar e bi gelemperî ji bo Kurdan wateyek Rojava hebû. Piştî şerekî giran û fedakariyên mezin destkeftiyên girîng bi destxistin. Sekna politîk, ideolojik û bawerî ya Kurdan çawa be jî Rojava vîyanek û hêvîyek ji bo Kurdan avakiribû. Her tişt nûjen bû, hemû bûyer li ber çavên Kurdan qewimîn. Hêza înternet, medyaya dîjîtal girîngiya xwe heye. Ji bo kal, ciwan, zarok, jin, mêr Rojava bîranînên kollektîf û nûjen çêkir. Rewşa rojava di vê çarçovê de hinekî ji Başûr cudatir e. Li başûrê Kurdistanê berî ku ev nivşên nu bên dinyaye her tişt qewimî.”
‘Hesta di nava Kurdan de ava bûyî ne tirs bû, hêrs bû’
Di berdewamiyê de Baran Edîş bal kişand ser hesta ku di nava Kurdan de derketiye holê û got: “Ev bîra kollektîf û nujen ya Rojava, bi xeteriyeke mezin ya tine kirinê re bi rûbirû ma. Hesta ku di nava Kurdan de xuya bûyî ne tirs bû, ji tirsê gelek dûr e. Ev hesta ava bûyî hêrs bû. Hêrseke bi tundî derkete holê. Tişteke din ya girîng jî ew e ku Kurd êrişkarên xwe çawa pênase dike ye. Helbet di nava Kurdan de çi kesane çi jî civakî nêzîkatî û nirxandinên cuda hene. Lê di çavê Kurdan de HTŞ ya ku bi peymaneke eşkere lê belê veşartî û bi destûra hêzên cîhanî êriş dikir, dungê/bermahiyê El-Nusrayê ye. Cîhadîst in, ferqa wan û DAIŞê tine ye. Ji xwe piranî leşkerên wan jî bermahiyên wan hêzên cîhadist in. Bîra kolektîf a Kurdan ya Şengalê û Rojavayê hîn gelekî zindî ye. Sedemekî sereke yê vê hêrsê jî ev e. Kurd êdî destûrê nadin ku qetlîameke din were serê wan. Di nava van bûyeran de hesteke din ya ku bal kişandî jî îxanet bû. Îxanet, li Kurdan hate kirin yan na? Ew pirseke din e, lê rastiyek jî ew e ku Kurd wisa dibînin. Sedemekî hêrsê jî ev bû.”
‘Heke Kurd bixwazin ne lawaz in’
Baran Edîş da zanîn ku di van bûyeran de Kurd fikîrîn ku ne bi tenê ne û wiha berdewam kir: “Kurd fikirin ku xwe bi xwe ne, lê ne bi tenê ne. Ger bixwazin ne lawaz in û heke bikaribin bên cem hev têra xwe hene. Ev nayê wê wateyê ku Kurd bi hêzen biyanî re tifaqan bê wate dibînin. Lê Kurdan giringî û hêza xwe ya bi qasî 40 mîlyonan di pratikê de dîtin. Lê bawer im ku ev yekem car e Kurdan hêza xwe li qadan dît ku dikarin li cîhanê deng vedin. Ji ber ku fermî tên naskirin û qebûlkirin pêwistiya miletên din bi vê yekê tine ye. Ji bo Kurdan girîng bû ku hêza xwe ne tenê nîşanî xwe bidin di heman demê de nîşanî cîhanê jî bidin ka Kurd çiqas mezin û yek in. Kurd di dewletên tê de dijîn wekî komeke kêmnetew tên dîtin. Li ser hemû rastiyên bişavtinê kêmnetewbûyîn jî derûniyeke taybet derdixe holê. Heke wisa berdewam bike ev yekîtî dikare bandora vê derûniyê jî bişkîne.”
‘Yekîtiyê ji bo Kurdan referansek ava kir’
Baran Edîş bi bîr xist ku Kurd bi vê hesta yekîtiyê pir serbilind in, gelek girîng dibînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di nav miletekî de ev refleksa kolektîfê hebe, ji bo zindî bimîne, ji bo bikaribe li ber xwe bide gelekî girîng e. Hêza nerm (softpower) ger baş were bikaranîn, dikare pirr tiştan biguhere. Hêza nerm taybetî dema li Evrupayê, li Amerîkayê be û xurt be potansiyeleke gelek jiyanî heye. Ev yekîtiya li qadan xuya bûyî helbet girîng e, lê ne her tişt e. Xeteriya li ser Kurdan bi hemû hêza xwe li holê ye. Bawer im hem milet hem jî siyasetmedarên Kurdan di ferqê de ne. Potansiyela hêza nerm a Kurdan wê bi xebat û çalakiyên wan ên pêşerojê diyar bibin. Pêvajoyek ji niha ve dest pê kiriye û haya Kurdan jî jê heye. Bawer im Kurd baş fêhm dikin ku ne dema rehetiyê ye û dema xebatê û berxwedanê ye. Vê yekîtiyê ji bo Kurdan referansek ava kir. Ne ku ev referans qet tine bû, hebû lê aktîf nebû, toz ketibû ser. Ev referans niha zindî li holê ye. Da ku Kurd xwe wekî miletekî nîşan bidin, Kurd li derdorê van rastiyan kom bibin, ev yekîtî zindî bimîne û mayînde bibe divê ev referans/rastiyên Kurdan werin zêdekirin.”












