• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 MIJDAR 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Li qada Newrozê gel û Serok Apo bûn yek’

    ‘Hevdîtin têrê nake, divê azadî pêk were’

    ROJEVA 16ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 26ê MIJDARA 2025an

    Li Manîsayê meş: Em ê li dijî tundiyê têkoşînê mezin bikin

    Li Manîsayê meş: Em ê li dijî tundiyê têkoşînê mezin bikin

    Jin li Wanê meşiyan: Em ê vê pergalê biguherînin

    Jin li Wanê meşiyan: Em ê vê pergalê biguherînin

    Jinan li Enqereyê astengî nasnekirin û meşiyan

    Jinan li Enqereyê astengî nasnekirin û meşiyan

    Li Amedê jin li dijî tundiyê dimeşin

    Li Amedê jin li dijî tundiyê dimeşin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Li qada Newrozê gel û Serok Apo bûn yek’

    ‘Hevdîtin têrê nake, divê azadî pêk were’

    ROJEVA 16ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 26ê MIJDARA 2025an

    Li Manîsayê meş: Em ê li dijî tundiyê têkoşînê mezin bikin

    Li Manîsayê meş: Em ê li dijî tundiyê têkoşînê mezin bikin

    Jin li Wanê meşiyan: Em ê vê pergalê biguherînin

    Jin li Wanê meşiyan: Em ê vê pergalê biguherînin

    Jinan li Enqereyê astengî nasnekirin û meşiyan

    Jinan li Enqereyê astengî nasnekirin û meşiyan

    Li Amedê jin li dijî tundiyê dimeşin

    Li Amedê jin li dijî tundiyê dimeşin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DFGê rapora meha Îlonê eşkere kir

Amed / AW

3 COTMEH 2025 - 10:11
Kategorî: ROJANE
A A
DFGê rapora binpêkirina mafên rojnamegeran û saziyên ragihandinê eşkere kir û di Îlonê de 10 rojnameger hatine binçavkirin, derheqê 19 rojnamegeran de lêpirsîn hatine destpêkirin û li 22 rojnamegeran jî doz hatine vekirin.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi nirxandinekê rapora binpêkirina mafên rojnamegeran û saziyên ragihandinê ya meha Îlonê eşkere kir. Di meha Îlonê de jî gelek mafên rojnamegeran û saziyên ragihandinê hatine binpêkirin.

Rapora DFGê ya meha Îlonê bi vî rengî ye:

“Me mehek din jî ya ku neheqî û sansura li ser saziyên medyayê û rojnamegeran hatin kirin li pey xwe hişt. Di meha Îlonê de hate dîtin ku astengkirin û xwegihandina naveroka nûçeyan li ser biryara Dadgehên Cezayê Sulhê ku xwe dispêre serlêdanên Saziya Agahiyên Teknolojiyê zêde bûne. Roja ku qeyûm tayînî Serokatiya CHPê ya Stenbolê hate kirin û polîsan avahiya wê dorpêç kir, sistkirina platformên medya dîjîtal pêk hat. Piştî 21 saetan xwegihandinên platformên medya dîjîtal asayî bûn. Bi hinceta ‘pirsgirêka Ewlehiya Neteweyî’ xwegihandinên parvekirinên têkildarî avahiya CHPê hatin astengkirin û derheqê 36 hesaban de lêpirsîn hate destpêkirin. Her wiha 10 kesên ku parvekirinan kiribûn hatin binçavkirin. Roja 8ê Îlonê ku li dijî navenda polîsan a Îzmîrê êriş pêk hat, biryara qedexeya weşanê hate dayîn.

Di 11ê Îlonê de xwegihandina Grokê ya Xê hate astengkirin. Astengkirin bi hinceta ‘parastina Ewlehiya Neteweyî û pergala gelemperiyê-cemaweriyê’ hate kirin. Di 9ê Îlonê de jî nûçeyên derheqê Qanûna Avhewayê û Cengîz Holdîngê de bi hinceta ‘ewlehiya neteweyî’ hatin astengkirin.

Di 7ê Îlonê de hesabên belgefîlma ‘Bîra Sûrê’ ya ku ji aliyê rojnameger Azad Altay ve li ser qedexeya derketina derve ya Sûrê hatiye çêkirin jî hatin astengkirin. Her wiha qenala YouTubeyê ya rojnameger Can Dundar hate astengkirin. Hesabê Xê yê Medya Haberê û nûçeyên têkildarî kurê Fahrettîn Altûn hatin astengkirin. Di meha Îlonê de hesabên Xê yên rojnameya Yenî Yaşamê û ETHAyê bi heman hincetê du caran ji xwegihandinê re hatin astengkirin. Xwegihandina malpera webê ya Ajansa Nûçeyan a Firatê hate astengkirin.

Herî dawî jî parvekirinên Xê yên têkildarî mirina bi guman a Rojîn Kabaîşê ku dixwestin lêpirînek bi bandor bê destpêkirin, ji aliyê 8emîn Dadgeha Hiqûqê ya Asliyeyê ya Wanê ve hatin astengkirin. Hate zanîn ku zêdetirî 200 hesab û parvekirin ji bo ku ji xwegihandinê re bên astengkirin, li ser daxwaza Zanîngeha Yuzuncuyilê ya Wanê pêk hatiye.

Di meha Îlonê de xwegihandina 49 hesabên medya dîjîtal û 30 nûçeyan hate astengkirin, 6 malperên înternetê jî ji aliyê Saziya Agahiyên Tekonoljiyê ve hatin girtin.

Di meha Îlonê de lêpirsîn û neheqiyên li dijî rojnamegeran jî kêm nebûn û di nava mehê de 10 rojnameger hatin binçavkirin, rojnamegerek hate girtin. Derheqê 19 rojnamegeran de lêpirsîn hate destpêkirin û lêpirsînên derheqê 22 rojnamegeran de ku didomiyan jî veguherîn dozan û derheqê rojnamegeran de doz hatin vekirin.”

Etîket: DFGraporRojnameger
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Rapora şeredariyên DEM Partiye hat aşkerakirin

Rapora şeredariyên DEM Partiye hat aşkerakirin

19 MIJDAR 2025
Li Enqereyê panela ‘rojnamegeriya aştiyê’ hat lidarxistin

Li Enqereyê panela ‘rojnamegeriya aştiyê’ hat lidarxistin

15 MIJDAR 2025
Rapora DFGê ya Cotmehê: Rojnameger di hedefa cezakirinê de ne

Rapora DFGê ya Cotmehê: Rojnameger di hedefa cezakirinê de ne

3 MIJDAR 2025
Îranê di 3 salan de 60 sal ceza li rojnamegeran birî

Îranê di 3 salan de 60 sal ceza li rojnamegeran birî

2 MIJDAR 2025
Cezayê 7 rojnamegeran hat pejirandin: Dixwazin darbeyê li atmosfera aştiyê bixin

Cezayê 7 rojnamegeran hat pejirandin: Dixwazin darbeyê li atmosfera aştiyê bixin

1 MIJDAR 2025
DFG: Dengê aştiyê nikare bê sansurkirin

DFG: Dengê aştiyê nikare bê sansurkirin

27 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • MIJDAR 2025 (426)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne