Wan – Di erdnîgariya Mezopotamya û Zagrosê de, zînet ji bo Kurdan ne tenê amûra xemilandinê ye, di heman demê de nîşaneya girêdayîbûna eşîrî, statuya civakî û wekî rêyeke parastinê ye.
Morîk, ne tenê wekî xemilandinekê, di heman demê de wekî şahidiya herî kevn a huner û baweriya mirovahiyê tên qebûlkirin. Li gorî lêkolînên dawî, nimûneyên pêşîn ên morîkan ku bi kunkirina qalikên gulmasiyan û şeytanokan hatine çêkirin, vedigerin beriya 75 hezar heta 100 hezar salan berê. Ev hunera ku li Mezopotamyayê bi destê kurdan û gelên herêmê gihîştiye lûtkeyekê, îro jî di nav çanda Kurdî de bi ristik, gerden, guhar, bazin, xalxal û zendan zindî dihêle. Morîk di dîrokê de her tim wekî sembola statu, parastina ji çavê xerab û nasnameya çandî hatiye bikaranîn.

Di çanda Kurdî de cihê zînet û morîkan
Di erdnîgariya Mezopotamya û Zagrosê de, zinet ji bo Kurdan ne tenê amûrek xemlandinê ye; di heman demê de nîşaneya girêdayîbûna eşîrî, statuya civakî û wekî rêyeke parastinê ye. Ji wan xişran ên herî kevn Mêxeke ku di çanda Kurdî de xişra herî taybet e. Bi rêzkirina mêxekên hişkirî wekî morîkan tê çêkirin. Hem bi bêhna xwe wekî parfûm tê bikaranîn hem jî xwedî nirxekî estetîk e. Yeke din jî Şebek û Morika Şîn e ku ji bo parastina ji enerjiya xirab, morîkên şîn û morîkên bi navê “şebek” ku heft kunê wan hene. Ev di kincên zarokan û gerdeniyan de pirr têne bikaranîn. Her wiha hunera zîv û keviran di xişrên Kurdî de cihekî sereke digire. Morîkên fîrûze, kehrîbar û mercan jî parçeyên bingehîn ên guhar û bazinên zîv in. Xirxal bi taybetî li herêmên gundewarî de jin dixin lingên xwe. Xişr ango zînet carinan bi morîk û zengilên piçûk tê xemilandin, mîrateyeke pir kevn a Mezopotamyayê ye.

‘Ristikên dayikên Kurd yên şîn, spî û reş’
Li Wanê atolyeya morîkan a bi navê Shamaya ev 8 sal in çanda morîkan bi keda destan zindî dike. Di vê atolyeyê de bi morîkên rengîn ve ristik, guhar, bazin, zend û gûstîl hwd. têne çêkirin. Hostayê morîkan Serhat Işik da zanîn ku ji destpêka mirovahiyê heya niha di nava mirovahiyê de çanda morîkan heye û wiha got: “Miletê Kurd jî miletekî otantîk e. Dayikên Kurd jî berê ve ristikên morîkên bi rengê şîn, spî û reş çêdikirin û dikirin stûyê xwe. Helbet bi morîkan tevî ristikan; guhar, bazin, zend, xalxal hwd. têne çêkirin. Ev çandeke Kurdî ye, ji ber wê ez gelek ji vî karî hez dikim. Her wiha hinek zend, bazin an jî ristik tenê ji bo kesekê/î tê çekirin ku ew kes xwe teybet hîs dike û ev ji bo min pirr bi qîmet e. Li gel wê helbet zehmetiyên vî karî jî hene. Em destkariyê dikin anku em tu makîneyan bikar naynîn. Tiştên ku em çê dikin carna bi saetan carna jî bi hefteyan em pê ve mijûl dibin. Hinek model hene ku em bi xwe diafirinîn û hinek jî hene ku em li ber çêdikin. Her wiha carna jî hinek mûşteriyên me modelan tinîn ku em ji bo wan çêbikin.”
‘Bi taybetî Wanî, Colemêrgî û Şirnexî daxwaz dikin’
Serhat Işik bi bîr xist ku ev çanda morîkan çandeke Kurdan ya bi hezarê salan e û ev yek anî ziman: “Li muzexaneya Urartuyiyan ya Wanê de jî ji mohrikên ku bi hestiyê ajalan ristine û kirine ristik, guhar, xalxal an jî zend hene. Ev e çanda Kurdan e. Em nikarin çanda xwe berdin, heke me çanda xwe berda wê dîroka me jî biçe, heke dîroka ma çû em jî dê biçin. Lê belê jin û mêr bi gelemperî ji tiştên zîv û zêr hez dikin. Tiştên em çêdikin pirr bala xwe nadinê ji ber ku nizanin ev karê em dikin çanda Kurdan e. Kesên berê xwe didine tiştên me, ne tenê ji ber xweşikbûna wan her wiha ji ber ku xwedî hişmendiyeke Kurdî û Kurdewarî ye, daxwaz dikin û jê hez dikin. Bi taybetî Wanî, Colemêrgî û Şirnexî tiştên me daxwaz dikin. Li dawet û şahiyên Colemêrg û Şirnexiyan de jî tê ditîn ku çanda Kurdî bêtir zindî maye. Lewma ew li ser cilên Kurdî gerdenek an jî guharekî otantîk bi kar tinîn.”














