Di danişîna doza Nevzat Bahtiyar de ku di çarçoveya doza qetilkirina Narîn Guranê de jinûve tê darizandin gengeşî derket. Endamên malbata Guranê ji eywana dadgehê hatin derxistin.
Danişîna ewil a jinûvedarizandinê ya Nevzat Bahtiyar ku di doza qetilkirina Narîn Guranê de tê darizandin, li 8emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê lidarxistin. Endamên malbata Narîn Guranê û parêzerên wan û faîl û parêzerên wan di danişînê de amade bûn.
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Bahtiyar, di parastina xwe de got ku tiştekî bibêje nîne. Piştre jî Bahtiyar tiştên di roja bûyerê de qewimîn vegot. Dadgehê, diyar kir ku di îfadeyên Bahtiyar de tiştên hev nagirin hene.
Endamên malbata Guranê mudaxileyî parastina Bahtiyar kir û rageşî derket. Li ser vê yekê şandeya dadgehê endamên malbata Guran ji eywana dadgehê derxist. Bavê Narîn Guran Arîf Guran got: “Ev kes (Bahtiyar) nikare wisa bi hêsanî dema behsa keça min dike bibêje perçe perçe. Ev nayê qebûlkirin.”
Danişîn, bi parastinan didome.













