Konseya Demokratîk a Civakên Kurd li Belçîkayê (NAV-BEL) ragihand ku êvara pêncşemê, 22yê Çileyê, li bajarê Anvers ê Belçîkayê di êrîşeke terorî ya li dijî civaka Kurd de sê kes bi giranî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku NAV-BELê dane, êrîş li dora saet 19:30an, piştî çalakiya aştiyane ya li Meydana Opera ya Anversê ku ji bo protestokirina êrîşên cîhadîst ên li ser Kurdên li Rojava hatibû lidarxistin, pêk hat. Çalakiya ku jin, zarok û malbat jî tevlî bibûn bi awayekî bê bûyer berdewam dikir, lê di dema belavbûnê de çalakger bûn hedefa komeke êrîşkar.
Hat diyarkirin ku êrîşkarên ku xwe di nava çalakiyê de veşartibûn, ji nişka ve bi kêran êrîş kirin û sê Kurd giran birîndar kirin. Birîndar rakirin nexweşxaneyê û hatin dermankirin.
NAV-BELê diyar kir ku êrîşkar bi eslê xwe ji Rojhilata Navîn in û bi motîvên cîhadîst û radîkal tevgeriyane. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Kurdên beşdarî çalakiyê bûne, al û sembolên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hilgirtine û ji ber vê yekê bi aşkereyî bûne hedef. Hat bîrxistin ku Kurd îro li Rojava rûbirûyê êrîşên HTŞ û komên çete yên girêdayî wê ne.
Li gorî saziya Kurd, ev êrîş ne çalakiyeke tundûtûjiyê ya tesadufî ye, lê belê êrîşeke terorî ya plankirî û hedefgirtî ye ku li dijî civaka Kurd hatiye kirin. NAV-BELê bang li polîs û daraza Belçîkayê kir ku êrîşê di vê çarçoveyê de bigirin dest û qebûl bikin ku Kurd li Ewropayê jî bûne hedefa gotinên nefretê û tundûtûjiya cîhadîst.
Ji ber êrîşa ku pêk hat, çalakiya Kurdan a ku biryar bû roja Înê, 23yê Çileyê li Anversê bi destûr were li dar xistin, ji bo rêzgirtina li mexdûran û ji bo ku rageşî zêde nebe, hat betalkirin. Tevî vê yekê, NAV-BELê ragihand ku ew ê li dijî êrîşên li Rojava têkoşîn û protestoyên xwe berdewam bikin.












