• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Wanê zarokek hat girtin

    Li Stenbolê 14 kes hate girtin

     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

    Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

    Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

    Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

    Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Di êrîşa ‘terorê’ ya li Anversê de 3 Kurd bi giranî birîndar bûn

23 ÇILE 2026 - 00:49
Kategorî: ROJANE
A A
Konseya Demokratîk a Civaka Kurd li Belçîkayê (NAV-BEL) ragihand ku êvara pêncşemê, 22yê Çileyê, li bajarê Anversê yê Belçîkayê di êrişeke terorî ya li dijî civaka Kurd de sê kes bi giranî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku NAV-BELê dane, êriş li dora saet 19:30an, piştî çalakiya aştiyane ya li Meydana Operayê ya Anversê ku ji bo protestokirina êrişên cîhadîstan ên li ser Kurdên li Rojava hatibû lidarxistin, pêk hat. Çalakiya ku jin, zarok û malbat jî tev li bibûn bi awayekî bê bûyer berdewam dikir, lê di dema belavbûnê de çalakger bûn hedefa komeke êrişkar.

Hat diyarkirin ku êrişkarên ku xwe di nava çalakvanan de veşartibûn, ji nişka ve bi kêran êrîş kirin û sê Kurd giran birîndar kirin. Birîndar rakirin nexweşxaneyê û hatin dermankirin.

NAV-BELê diyar kir ku êrîşkar bi eslê xwe ji Rojhilata Navîn in û bi motîvên cîhadîst û radîkal tevgeriyane. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Kurdên beşdarî çalakiyê bûne, al û sembolên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hilgirtine û ji ber vê yekê bi aşkereyî bûne hedef. Hat bîrxistin ku Kurd îro li Rojava bi êrişên HTŞ û komên çete yên girêdayî wê re rûbirû ne.

Li gorî NAV-BELê ev êriş ne çalakiyeke tundûtûjiyê ya tesadufî ye, lê belê êrişeke terorî ya plankirî û hedefgirtî ye ku li dijî civaka Kurd hatiye kirin. NAV-BELê bang li polîs û daraza Belçîkayê kir ku êrişê di vê çarçoveyê de bigirin dest û qebûl bikin ku Kurd li Ewropayê jî bûne hedefa gotinên nefretê û tundûtûjiya cîhadîst.

Ji ber êrîşa ku pêk hat, çalakiya Kurdan a ku biryar bû roja Înê, 23yê Çileyê li Anversê bi destûr were li dar xistin, ji bo rêzgirtina li mexdûran û ji bo ku rageşî zêde nebe, hat betalkirin. Tevî vê yekê, NAV-BELê ragihand ku ew ê li dijî êrîşên li Rojava têkoşîn û protestoyên xwe berdewam bikin.

Etîket: AnversbirîndarêrîşKurdteror
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

1 GULAN 2026
Li Duhokê di 17 mehan de 62 karker jiyana xwe ji dest dan

Li Duhokê di 17 mehan de 62 karker jiyana xwe ji dest dan

30 NÎSAN 2026
Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

28 NÎSAN 2026
Iraq dê tezmînatê bide Herêma Kurdistanê

Iraq dê tezmînatê bide Herêma Kurdistanê

28 NÎSAN 2026
Ji malbata girtiyê Kurd Bekirzade banga hestiyariyê

Ji malbata girtiyê Kurd Bekirzade banga hestiyariyê

27 NÎSAN 2026
Karkeran barîkatên polîsan hilweşandin: Serokê Sendîkayê hate binçavkirin  HATE NÛKIRIN

Karkeran barîkatên polîsan hilweşandin: Serokê Sendîkayê hate binçavkirin HATE NÛKIRIN

27 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin

    Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê bi hezaran karker ji bo ‘Aştî û Demokrasiyê’ meşiyan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê bi hezaran karker û kedkar herikîn qada Îstasyonê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xebatên xwe li ser civaka demokratîk û azadiya jinan bi rê ve dibin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Sedema herî mezin ya bindestiya sed salan, nebûna Yekîtiya Neteweyî ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tîryakî: Ji bo ku meseleya Kurdan bê çareserkirin divê cezayê Siddik Akiş bê betalkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 1ê Gulana Stenbolê: Aştî hêviya kedkar, jin, zarok û ciwanan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amed, Wan, Dêrsim û Stenbolê mitîngên 1ê Gulanê dest pê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (26)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne