• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Cara duyemîn hesabê Xê yê JINNEWSê hat astengkirin

    Hesabê Xê ya JinNewsê cara 4an hat astengkirin

    Ji ber doza ‘destdirêjiyê’ wezîfeya şaredarê Rûbarokê betal bû

    Ji ber doza ‘destdirêjiyê’ wezîfeya şaredarê Rûbarokê betal bû

    ‘Divê Mafê Hêviyê bêşert û merc bê bicihanîn’

    ‘Divê Mafê Hêviyê bêşert û merc bê bicihanîn’

    ‘Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin’

    ‘Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin’

    Li Serêkaniyê lîstikên Tirkiyê: Ji çeteyan xwest dernekevin

    Li Serêkaniyê lîstikên Tirkiyê: Ji çeteyan xwest dernekevin

    Mehmet Ocalan: Heke çareseriyê dixwazin divê Serok azad be

    Mehmet Ocalan: Heke çareseriyê dixwazin divê Serok azad be

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Di mîhrîcana Tetwanê de bal kişandin ser pêvajoyê

Bedlîs / AW

12 TÎRMEH 2025 - 00:34
Kategorî: ÇAND, MANŞET, ROJANE
A A

Bedlîs – Parlementerê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan ku di Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê de axivî, bal kişand ser giringiya rojevê û da zanîn ku têkoşîn bi dawî nebûye, tenê rêbaza wê hatiye guhertin.

Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê ku bi dirûşma “Em rêya aştiyê bi hunera azad re dihonin” tê lidarxistin, di roja 15an de bi hemû coşa xwe berdewam kir. Îro hunermend Xecê û Hîvron derketin pêşberî guhdarvanên xwe û stranên xwe gotin. Bi deh hezaran kesan ji bo guhdarkirina Xecê û Hîvron li qada konserê kom bûn û di qada konserê de ciwanan pankarta li ser “Bijî Serok Apo û Bijî PKK” dinivîsî rakirin. Her wiha be sedan kes jî, ji ber ku cih di qadê de nema li derdorê bariyeran guhdariya konserê kirin.

‘Ev pêvajo gelek dîrokî ye’

Beriya konserê, parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Bedlîsê Huseyîn Olan axivî. Huseyîn Olan, diyar kir ku pêvajoya heyî pêvajoyeke dîrokî ye û got: “Di wê bangê de, Ocalan banga civakeke demokratîk û aştiyê kir. Wekî ku em hemî dizanin, PKK bi lidarxistina kongreya xwe ya di 5-7ê Gulanê de bersiva banga Birêz Ocalan da. Di 12ê Gulanê de, wan biryara xwe ya hilweşandinê ji cîhanê re ragihand. Çend roj berê dîmena Birêz Ocalan ku banga danîna çekan dikir hate weşandin. Bi ragihandina ku dê ji çekan xatir bê xestin, wî nîşan da ku têkoşîna 40 salî gihîştiye armanca xwe. Hebûna Kurdan hatiye qebûlkirin. Têkoşîna demokratîk dê ji niha û pê ve berdewam bike. Bê guman, têkoşîn bi dawî nebûye; tenê rêbaza wê hatiye guhertin.”

Piştî axaftinê ewilî hunermend Xecê û dû re jî Hîvron derket ser dikê û bi stranên xwe coşa gel bilindtir kirin. Wê sibê ku roja dawî ya mîhrîcanê ye, hunermend Kadîr Çat û Rojda konser bidin.

Etîket: çandhunermihrîcanTetwan
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Şaredariya Bismilê Navenda Çand û Hunerê ya Arjen vekir

Şaredariya Bismilê Navenda Çand û Hunerê ya Arjen vekir

27 KANÛN 2025
Di roja dawî ya mîhrîcana fîlman de 4 fîlm hatin pêşandan

Di roja dawî ya mîhrîcana fîlman de 4 fîlm hatin pêşandan

14 KANÛN 2025
Mîhrîcana fîlman di roja heftan de ye

Mîhrîcana fîlman di roja heftan de ye

13 KANÛN 2025
Di mîhrîcanê de şeva rock û metala Kurdî

Di mîhrîcanê de şeva rock û metala Kurdî

13 KANÛN 2025
Mîhrîcana Muzîkê di roja 3yemîn de ye: Divê zilam pêşiya jinan negirin

Mîhrîcana Muzîkê di roja 3yemîn de ye: Divê zilam pêşiya jinan negirin

12 KANÛN 2025
Mîhrîcana Fîlman a Amedê di roja 5an de berdewam dike

Mîhrîcana Fîlman a Amedê di roja 5an de berdewam dike

11 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (405)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne