Navenda Nûçeyan – Di pêvajoya ku PKKê xwe fesixkir û çek şewitandin de, hikûmeta AKP-MHPê 3 sal tezkereya operasyonên dervê sînor dirêj kir. Di van rojên ku dewletê 3 sal tezkere dirêj kir de, gerîlayên Kurd gavek dîrokî avêt û xwe vekişand dervê sînor.
Meclisa Tirkiyeyê di 71 salên dawî de 78 tezkereyên cuda erê kir. Di 20 salên dawî de zetêtirî 10 tezkereyên leşkerî erê kir. Hikûmeta Tirkiyeyê herî zêde butçeyê ji bo şer vediqetîne. Herî zêde lêçûna Tirkiyeyê li şer û leşkeriyê tê xeçkirin. Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz daneyên ji bo şer aşkere kir û got wan di sermayeya 2025an de ji bo parastinê 1 trilyon û 608 milyar lirê sermaye veqetandine.
Hikûmetê her sal ango ji 2 salan carekê dirêj kir
Di hikûmeta AKPê ji 2003an heta niha zêdetirî 10 caran tezkere dirêj kir. Lê balkêş e ku di van mehên ji bo aştî û civaka demokratîk de diyalog tên kirin û PKKê xwe fesixkir de, hikûmeta AKPê vê carê 3 salan li ser hev tezkere dirêj kir.
Di 22ê Cotmeha 2025an de AKP-MHP û İYİ Partiyê tezkereya ji bo operasyonên leşkerî ya sînorên Iraq û Sûriyeyê vê carê 3 salan dirêj kir.
Di 5ê Cotmeha 2023an de; hikûmeta AKP, MHPê, li gel parlamenterên ÎYÎ partî û Saadetê tezkereya ji bo şerê derveyî sînor ê li Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 salên din dirêj kir.
Di 26ê cotmeha 2021an de mayîna leşkerên Tirkiyeyê li Îraq û Sûriyeyê 2 salan bi biryara Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû dirêjkirin. 23 saziyên sivîl û demokratîk bertek nîşan dan û destnîşan kirin ku ev biryar dê aboriya Tirkiyeyê têxe xeteriyê. Berdevka Giştî ya Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) Çîçek Otlû, destnîşan kir ku di serî de jin divê tevahiya muxalefeta civakî li ber şeran rabin.
Di 30ê cotmeha 2020an de jî AKP û MHPê, tezkereya ku destûra şandina leşkerar a ji bo Lîbyayê hat dayin, qebûl kir. Ji 509 dengan 325 dengên erê, 184 deng jî got na. Biryara êrekirinê, ji hêla siyasetmedarên Tirkiyeyê ve, di serî de serokê Amerîkayê Donald Trump, Yekitiya Ereban, Misir û welatên din ve hat rexnekirin. Balkêş e dema ji bo Lîbyayê tezkere hat dirêjkirin hêzên navdewletî bertek nîşan dan. Lê dema li dijî PKKê tezkere hat dirêjkirin her kes ker, kor û lal man.
Serokê DYAyê Donald Trump der barê mijarê de hişyarî da û got: “Ev yek wê bibe destwerdana li karên navxweyî yên Lîbyayê.”
Wezareta Derve ya Misrê bi daxuyaniyekê erêkirina tezkereyê şermezar kir û diyar kir ev biryara meclîsê wê pêvajoya Berlînê bi awayekî neyînî bandor bike.
Rêveberiya Kahîreyê jî bi heman bertekê daxuyanî da û got, Tirkiyeyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî îhlal kiriye û dê ev biryar li Deryaya Spî bandorê li îstîkrarê bike. Yekitiya Ereban jî biryara Tirkiyeyê bi tundî rexne kir û diyar kir ku ev biryar wê pevçûna li herêmê gurtir bike. Îsraîl, Qibris û Yewnanistan jî nerazîbûn nîşan dan ku destwerdana dewleta tirk a li Lîbyayê gefê li aramiya herêmî dixwe.
Di 8ê Cotmeha 2019an de; Meclisê ji bo derketina TSKê ya sinorên li Rojavayê tezkereyê qebûl kir.
Di cotmeha 2016an de Meclisa Tirkiyeyê salekê tezkere dirêj kir. Parlamenterên Iraqî nerazîbûn nîşanî tezkereya operasyona derveyî sînor dan. Parlamenterên Iraqî gotin, “Bi rêya vê tezkereyê dixwazin axa Iraqê dagir bikin.
Di 2ê Cotmeha 2014an: Meclisa Tirkiyeyê destûr da ku TSK karibe li dervê sînor operasyonan pêk bîne û derkeve dervê sînor.
Di cotmeha 2012an de dîsa meclisê bi dengê AKP û MHPê tezkere erê kir. Lê BDP li dijî tezkereyê derket. Wekîla Koma BDPê Pervin Buldan, bertek nîşan da û got: “Hûnê li Sûriyeyê şer derxin û gelê Anatoliyê jî têxin nava şer. Şer bi xwe re kuştin û xizaniyê tîne.”
Di cotmeha 2011an de, tezkere salekê dirêj kirin. Ev tezkere berê 6 salan li ser hev sal bi sal hat dirêjkirin, piştî destpêkirina krîza Sûriyeyê di sala 2011ê de Tirkiyeyê ji bo şandina leşkerên xwe ji bo Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û pêkanîna operasyonan biryara tezkereyê dabû.
Di cotmeha 2007an de Tirkiyeyê ji bo şandina leşkerên xwe biryara tezkereyê ji parlamentoyê derxist û leşkerên xwe di nav axa Îraq û Herêma Kurdistanê de bi cih kirin.
Di serdema AKPê de tezkereya yekem
Meclisê tezkereya 1ê adara 2003an red kir, lê di 20ê adarê de vê carê qebûl kir. Hikûmeta AKPê nû hatibû desthilatiyê. Bêtir daxwazên gel esas digirtin. Lê DYA jî zor li Tirkiyeyê dikir.
Di 1ê Adara 2003an de, tezkereya TSKê ya dervê welat li meclisê hate erêkirin. Hikûmetê ji bo qeyrana li Iraqê destûra derketina TSKê ya dervê sînor erê kir. Di 1ê adara 2003an de ji 533 wekîlan 264 erê kir û 250 wekîlan jî red kir. Lê 19 wekîl jî bêalî man. Ji ber hejmar negihişt 267 wekîlan, tezkere hat redkirin. Di 20ê Adara heman salê de tezkereya duyemîn anîn meclisê û bi 332 dengan qebûl kirin. Di vê tezkereyê de destûr ka du balafirên şer ên DYAyê karibin axa Iraqê bombe bike. Piştî vê tezkereyê gelek balafirên şer ên DYA ji Tirkiye rabûn û li axa Iraqê bombe barandin.
Her sal leşker şandine şer
Meclisa Tirkiyeyê ji 1550î heta 2009an 23 caran destûr da ku leşkerên TSKê tev li operasyonên dervê sînor bibe. Meclisa Tirkiyeyê yekem car di 2009an de hişt ku Tirkiye leşkerên xwe bişîne Koreyê.
Dîsa meclisê 3 caran destûr da ku leşkerên Tirkiyeyê beşdarî şerê li Kibrisê bibe. Di 16ê adara 1964, 17ê mijdara 1967an û cara 3yemin jî di 20ê Tîrmeha 1974an de destûr da ku leşkerên Tirkiyeyê derbasî Kibrisê bibe û tev li şer bibe.
Dîsa meclisa Tirkiyeyê ji bo şerê Kendavê yê Kuveytê jî 3 caran biryara tezkereyê derxist. Meclisa Tirkiyeyê di 12ê Çiyela 1990î destûra tezkereyê da û wekî “Heza Çekîç” hat pênasekirin. Meclisê di 5ê Îlona 1990 û 17ê Çiyela 1991an de dîsa destûra tezkereyê da.
Meclisa Tirkiyeyê, di 8ê kanûna 1992an de ji bo Somali û Bosna-Hersekê, di 20ê sibata 1997an de ji bo şerê îsrail-Filistinê, di 10ê nîsana 1997an 23ê Tirmeha 1998an de, ji bo şerê Arnavutlukê, di 8ê cotmeha 1998an de ji bo Kosova û 10ê cotmeha 2001an de jî ji bo şerê li Afganistanê destûra tezkereyê da leşkeran ku beşdarî şerê li dervê sînor bibe.








