• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Sofî, Koçer û Gabar li Amedê hatin bibîranîn

    Sofî, Koçer û Gabar li Amedê hatin bibîranîn

    REPAK: Cezayên darvekirinê bidin rawestandin

    REPAK: Cezayên darvekirinê bidin rawestandin

    Parlamenterên Jinên Kurd bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê da 

    Parlamenterên Jinên Kurd bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê da 

    TÎHV, pêşniyarên çareseriyê dan komisyonê

    TÎHV, pêşniyarên çareseriyê dan komisyonê

    MEBYA-DERê li Mêrdînê sê pêşeng bi bîr anîn

    MEBYA-DERê li Mêrdînê sê pêşeng bi bîr anîn

    Piştî 31 salan girtî ma hat berdan

    Piştî 31 salan girtî ma hat berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Sofî, Koçer û Gabar li Amedê hatin bibîranîn

    Sofî, Koçer û Gabar li Amedê hatin bibîranîn

    REPAK: Cezayên darvekirinê bidin rawestandin

    REPAK: Cezayên darvekirinê bidin rawestandin

    Parlamenterên Jinên Kurd bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê da 

    Parlamenterên Jinên Kurd bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê da 

    TÎHV, pêşniyarên çareseriyê dan komisyonê

    TÎHV, pêşniyarên çareseriyê dan komisyonê

    MEBYA-DERê li Mêrdînê sê pêşeng bi bîr anîn

    MEBYA-DERê li Mêrdînê sê pêşeng bi bîr anîn

    Piştî 31 salan girtî ma hat berdan

    Piştî 31 salan girtî ma hat berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Divê hemû siyasetmedar û gelên Tirkiyeyê guh bidin peyamên Abdullah Ocalan’

Bilal Guldem / AW

31 KANÛN 2024 - 08:01
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Hevserokê MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat destnîşan kir ku ew hevdîtin û peyama Abdullah Ocalan bi wate û hêja dibînin û got: “Divê hemû siyasetmedarên vî welatî, desthilatdarî û muxalefet û gelên Tirkiyeyê guh bidin bang û peyamên birêz Abdullah Ocalan.”

Şandeya DEM Partiyê ku ji Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat di 28ê Kanûnê de li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Şandeyê di 29ê Kanûnê jî bi daxuyaniyek nivîskî nêrîn û fikrên Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve kir. Şandeya siyasî herî dawî di meha nîsana sala 2015an de li gel Abdullah Ocalan hevdîtin pêk anîbû. Ji wê rojê ve tecrîdkirina Abdullah Ocalan hatibû dijwarkirin û ji 21ê Adara 2021an ve agahî jê nedihat girtin.

Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat derbarê hevdîtin û peyama Abdullah Ocalan de ji Ajansa Welat re axivî.

‘Em hevdîtin û peyamê bi wate dibînin’

Kerem Canpolat diyar kir ku ew çûyîna cem Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi wate dibînin û got: “Em vê gav avêtinê baş dibînin. Em hêvîdar in ev gavavêtin ji bo welatê me Kurdistanê û ji bo Tirkiyeyê bibe gavên çareseriyê û mafên mirovan bi ser bikeve. Bibe gavên ku gelê Kurd bigihîje hemû mafên xwe yên demokratîk.”

Kerem Canpolat destnîşan kir ku ew wek TUHAD-FEDê û siyaseta gelê Kurd û dostên wan ev salek û nîv e kampanyayek ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtin çêbibe li qadan bûn û wiha got: “Em ê hê jî li qadan bin. Ji bo hevdîtina ku pêk hat, em vî gavî pîroz dibînin. Ji bo şer raweste ev hevdîtin û peyam bi nirx in.”

‘Divê hemû kes guh bide vê bangê’

Kerem Canpolat anî ziman ku Abdullah Ocalan Ocalan dixwaze aştî li vî welatî pêk were û wiha axivî: “Birêz Ocalan dixwaze di navbera hêzên ku li hev dixin de aştî û çareseriyek pêk were. Birêz Abdullah Ocalan berê jî gavên ji bo aştî û çareseriyê avêtibû û her tim bang dikir. Niha jî ji bo ev gotinên wî yên bi wate li hewa nemînin divê her kes bikeve nava hewldanan. Birêz Abdullah Ocalan dîsa wek her carê îradeya xwe nîşan da. Ew hêz û baweriya wî ya çareseriyê heye. Divê hemû siyasetmedarên vî welatî, hemû desthilatdarî û muxalefet destê xwe bidinê. Ji bo ku Kurdistan û Tirkiye ji nava aloziyên li Rojhilata Navîn rizgar bibe. Dîsa ez dubare dibêjim, lazim e desthilatdarî û dewlet bang û peyama birêz Abdullah Ocalan li hewa nehêle. Wê ev yek hemû gelên li Rojhilata Navîn ji nava vî şerê heyî derxe. Em bang li hemû hêz, sazî, dezgeh û gelan dikin ku guh bidin vê bangê û îradeya xwe ji bo çareseriyê bixin dewrê.”

‘Êdî dema azadiya birêz Abdullah Ocalan hatiye’

Kerem Canpolat da zanîn ew dixwazin ev hevdîtin hin rehet û baştir bi rê ve biçe û got: “Ji bo ku ev pêvajo bi hêsanî bi rê ve biçe divê birêz Abdullah Ocalan bigihîje azadiya xwe ya fizîkî. Êdî dema wê hatiye ku birêz Abdullah Ocalan bi awayek fizîkî li derve be. Da ku bi hemû aliyên vî welatî re hevdîtinan dikaribe çêbike ku çareserî zûtir pêk were.”

 

Etîket: Kerem Canpolat
FacebookTweet

Nûçeyên Din

‘Çavê cîhanê li wir bû’

‘Çavê cîhanê li wir bû’

13 TÎRMEH 2025
‘Pêwîst e dewlet li gorî vê peyamê gav biavêje’

‘Pêwîst e dewlet li gorî vê peyamê gav biavêje’

3 ADAR 2025
Kerem Canpolat: Divê dewlet guh bide Abdullah Ocalan

Kerem Canpolat: Divê dewlet guh bide Abdullah Ocalan

26 ÇILE 2025
Meşa Çareserî û Azadiyê: Baweriyê bi hêza teorîk û pratîk a Ocalan bînin

Meşa Çareserî û Azadiyê: Baweriyê bi hêza teorîk û pratîk a Ocalan bînin

19 KANÛN 2024
Kerem Canpolat: Divê meclis guh bide Abdullah Ocalan

Kerem Canpolat: Divê meclis guh bide Abdullah Ocalan

18 KANÛN 2024
Canpolat: Heke tecrîd neyê rakirin dê ev rewşa nebaş berdewam bike

Canpolat: Heke tecrîd neyê rakirin dê ev rewşa nebaş berdewam bike

12 KANÛN 2024

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (266)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • Derbarê Me De
  • Hemû Nûçe
  • Home 1

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne