Amed – Endama MYKê ya DBPê Ayşe Çelîkbîlek bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji jinan re şandibû û got: “Divê em hemû jin xwe di navenda vê pêvajoyê de bibînin, weke hawariyan bikevin kolanan û ji bo azadiya xwe xebateke xurt bimeşînin.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 30ê Gulanê de ji Akademiya Jineolojiyê re nameyek şandibû û akademiyê jî ev name di 9ê Hezîranê de parve kiribû. Abdullah Ocalan di nameya xwe de qala girîngiya Jinelojiyê kiribû û “Rêgeza Hêviyê” ya ji bo jinan bi pêş ve birî destnîşan kir. Abdullah Ocalan her wiha di nameya xwe de diyar kiribû ku divê jin ji pêvajoya nû ku piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” dest pê kir re pêşengtiyê bikin. Dewlet ji bo pêvajoya heyî gotinên erênî bibeje jî hêj tu gavên şênber ne avêtiye.
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Ayşe Çelîkbîlek têkildarî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji jinan re şandibû, pêvajoya heyî û xebatên rêxistinkirinê yên partiya xwe û rol û mîsyona jinan nirxand.
‘Azadiya civakê bi azadiya jinan dê li pêş bikeve’
Ayşe Çelîkbîlek bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji jinan re şandibû û wiha got: “Beriya komploya li ser birêz Abdullah Ocalan lêhûrbûnên wî yên li ser xebat, pêşketin û azadiya jinê pir kûr bûn. Ji azadiya bîrdoziya jinê dest pê bikin heta pirî mijaran de lêhûrbûneke wî hebû. Piştî ku komplo pêk hat û şunde birêz Abdullah Ocalan bi xwe jî anî ziman û got bi ketina min a Îmraliyê xebatên min ên li ser azadiya jinê nîvco man. Di pêvajoya 26 salên li Îmraliyê lêhûrbûn, kûrbûn, xwedîderketin û mijûlbûna birêz Ocalan zêdetir çêbûye. Li ser azadiya jinê, civakê, zarokan, xwezayê û gelek mijarên din lêhûrbûna wî çêbû lê piranî li ser azadiya jinê çêbû. Di bin tecrîdê de jî gelek tişt pêşxistin. Nêzî 20 salan e li ser zanîsta jinê jineolojiyê xebatên wî bi pêş ketin. Niha jî di nameya xwe de dibêje ‘min projeya xwe ya nîvco mayî da destê jineolojiyê’. Ez bawer im ku jineolojî dê vê pêş bixe û ev xebat dê xurt bibe. Ji her hêlê ve lêhûrbûnên jineolojiyê hene. Ew ê jineke azad civakeke azad çawa ava bibe nîşanî me bide. Ji ber wê birêz Abdullah Ocalan dibêje wê azadiyê civakê bi azadiya jinê bi pêş bikeve.”
Dê herêm bi herêm ji jinan re qala pêvajoyê bikin
Ayşe Çelîkbîlek anî ziman ku weke Meclisa Jinan a DBPê di konferansa xwe de hin biryar girtibûn û wiha domand: “Di konferansê de hate nîqaşkirin ku rêxistinkirina jinan, civakê, xebatên li ser navê DBPê dê di çi astê de bên meşandin. Di van nîqaşan de biryar hat girtin ku weke Meclis em ê atolyeyên xwe li dar bixin. Ji xwe piranî xebatên DBPê li ser akademî, perwerde û li ser rêxistina civakê tê meşandin. Me jî li gorî van dest bi xebatên xwe yên atolyeyê kir. Di konferansê de biryara destpêkê ya me girt qad bi qad, bajar bi bajar, herêm bi herêm bi hevalên jin re nîqaş bikin bi wan re pêvajoyê bînin ziman . Niha atolye dest pê kirine. Ewilî me li Geverê 2 atolye li dar xistin. Piştî wê li Îzmîrê, Yalovayê, Bûrsayê hevalên me dest bi karên xwe kirin. Me li Îdirê jî atolyeya xwe li dar xist. Ji bo azadiya jinê çi pêwîst be çi hewce be em wan nîqaş dikin. Wekî din jî xebatên me yên bi rêxistinî hene. Ji bo ku bi awayekî xweser akademî li ser navê DBPê ava bibe xebatên xwe dimeşînin. Civaka ku bi rêxistinî û bi pêşxistî be dikare azadiya xwe pêk bîne û li gorî wê jiyana xwe bimeşîne. Ev jî bi pêşxistin û rêxistina jinê ye. Li bajaran em kongreyên xwe jî pêk tînin. Me li navendê weke hev cih da jin û mêran. Em dixwazin kongreyên xwe yên bajar û navçeyên din jî bi vî awayî pêk bînin. Ji bo ku cih girtina jinan a di nava xebatan de zêde bikin lêhûrbûnên me hene.”
‘Divê jin bêtir li pêvajoyê xwedî derkevin’
Ayşe Çelîkbîlek destnîşan kir ku divê jin ji niha û şunde bêtir xwedî li pêvajoya aştî û civaka demokratîk derkevin û wiha pê de çû: “Heta ku jin xwe di nava vê pêvajoyê de nebine û xwedî lê dernekeve aştî û civakeke demokratîk jî ava nabe. Divê em hemû hevalên jin xwe di navenda vê pêvajoyê de bibînin û li gorî wê xebatê bimeşînin. Weke jin ji bo aştî pêk were çi bikeve ser mile me em amade ne. Pir dayik û hevalên me ev roj nedît in, bi vê hesretê jiyana xwe ji dest dan an jî şehîd ketin. Pêwîste em xwedî li wê keda wan, ala wan, berxwedana wan derkevin. Em soz didin dayikên me yên aştiyê yên şehîdan em ê xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Bêyî hevalên jin ev xebat nikare were meşandin.”
‘Divê jin ji bo azadiya xwe xebateke xurt bimeşînin’
Ayşe Çelîkbîlek di berdewama axaftina xwe de wiha axivî: “Şerê 52 salan bandorek li hemû civakê kir lê bandora herî mezin li jinê kir. Şerekî taybet jî li ser jinê hate meşandin. Civak ji xwezaya xwe û xwezaya jinê, çanda dûr ket. Li ser jinê, xwezayê û zarokan qirkirinek çêbû. Niha jî herî zêde jin û zarok ji vî şerî bi bandor dibin. Ji ber wê yekê pêwîst e bi taybetî jinên ciwan jin xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Hem ji bo azadiya kesayeta xwe û civakê hem jî li destkeftiyên xwe xwedî derkevin û xwe bi rêxistin bikin û destkeftiyên xwe zêde bikin. Divê em jin weke hawariyan bikevin kolanan. Em ji bin bandora şerê taybet derkevin û ji bo azadiya xwe weke ji tofana koletiyê birevin û xebateke xurt bimeşînin.”
‘Divê li Rojhilata Navîn aştî û civaka demokratîk were avakirin’
Ayşe Çelîkbîlek got ku “Weke gelê Kurd, jinên Kurd em dibêjin şer tunebûne, windakirine, talankirine, qutkirina ji jiyanê ye” û ev tişt gotin: “Pêwîste ji bo aştiyê têkoşînek bê dayîn, berxwedanek çêbibe, ev jî bi fikr û ramanên birêz Ocalan a aştî û civaka demokratîk pêkan e. Ev paradigma li Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê dikare were pêkanîn. Divê civaka demokratîk li her derê bê avakirin. Ji Îranê jî ji Îsraîlê re jî ji hemû civakên cîhanê re ev pêwîst e. Di vir de civak heye, jin heye, jiyan heye. Ji ber wê ji bo ku jiyan hebe divê ev şerê niha li Rojhilata Navîn de tê meşandin were sekinandin û li gorî wê aştî û civaka demokratîk were avakirin.”
‘Ev pêvajo bi aliyekî nikare were meşandin’
Ayşe Çelîkbîlek bal kişand ser gavên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKKê avêtine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji aliyê Kurdan ve gavên pêwîst hatin avêtin. Ji niha pê ve divê dewlet jî gavan biavêje. Niha çûyîna Îmraliyê jî girêdayî destûra Wezîrê Dadê ye. Gavên ku bibin bersiva pêvajoyê nehatine avêtin. Ji bo ku têkiliya xwe ya bi civakê re, bi gelên cuda re, bi çapemeniyê re deyne divê birêz Abdullah Ocalan azad be. Li Ewropayê jî kampanyayek hatiye destpêkirin ku dixwazin vê pêvajoyê bi birêz Abdullah Ocalan re nîqaş bikin. Di nava civakê de jî ev xwestek heye. Niha pêwîste bi gelê xwe, civaka xwe, rêxistina xwe re bi herkesê re têkiliyekê deyne şert û mercên birêz Abdullah Ocalan werin baş kirin. Niha girtiyên nexweş hêj di zindanan de ne. Hinek hevalan cezayê xwe xelas kirine lê ji aliyê lijneyên girtîgehan ve nayên berdan. Ev pêvajo bi aliyekî nikare were meşandin. Hêvî û baweriya gelê Kurd bi birêz Abdullah Ocalan heye. Divê dewlet gavan biavêje û ev pêvajo bi pêkhatina aştî û civaka demokratîk encam bibe.”
Ayşe Çelîkbîlek di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ne ku ev gel nikare şer bike aştiyê dixwaze. Aştî ji vê civakê re pêwîst e. Civaka demokratîk ji vî gelî re pêwîst e. Lê heke desthilat xwedî li vê yekê dernekeve û peywîra dikeve ser milê wan pêk neînin Tirkiye di vî şerê li Rojhilata Navîn bi bandor bibe. Lê ev ne çareserî ye. Ji ber wê birêz Abdullah Ocalan dixwaze aştî û civaka demokratîk ava bike. Niha sistbûn û gavneavêtin roj bi roj zirarê dide Tirkiyeyê. Bandora şer a li ser Tirkiyeyê zêde dike. Dibe ku di demekî nêz de êrişek li ser Tirkiyeyê jî bê kirin. Ji ber wê yekê divê Tirkiyeye pirsgirêkên navxweyî çareser bike ku bikare bibe bersiv. Niha êrişek çêbibe Tirkiye nikare xwe komî ser hev bike. Ji ber vê yekê divê Tirkiye pirsgirêkên navxweyî çareser bike û ji bo pêvajoya niha ku hatiye astekê gavekê biavêje.”