HSDê têkildarî hevdîtina bi rayedarên hikûmeta demkî ya Şamê re daxuyanî da û diyar kir ku her du aliyan lihev kir ku heta encamekî ji hevdîtinan digirin dê diyaloga wan bidome.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), têkildraî hevdîtina Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî û endamên Fermandariya Giştî Sozdar Dêrik û Sîpan Hemo ya li Şamê bi rayedarên hikûmeta demkî re daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Îro sibehê, di çarçoveya diyalogeke fermî de, fermandarên HSDê bi rayedarên hikûmeta Şamê re civiyan û dosyaya entegrasyona hêzên leşkerî nîqaş kir. Her du aliyan li hev kir ku di qonaxa pêş de jî civînan bidomînin da ku nîqaşan temam bikin û heta encamekî bi dest dixin jî vê mijarê bi awayekî rêxistinkirî bişopînin.”












