Doktor Umran Hemîd Hisên ku tev li seferberiya ji bo Rojava bû û ji Şengalê derbasî Rojava di nava berxwedana Rojava de cihê xwe girt.
Di çarçoveya banga seferberiyê ya ji bo Rojava de ciwanên Kurd ji tevahiya Kurdistanê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê. Ciwanên derbasê Rojava dibin demildest tevlî berxwedana li hemberî êrîşên çeteyên hikûmeta demkî ya Sûriyê û koumên çete yên Tirkiye destek dide wan, dibin. Dektor Umran Hisên jî ji bo dermankirina nexweşan ji Şengalê berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û nexweşan derman dike.
‘Ciwanên malbatê dest dan hev û hatin Rojava’
Dr. Umran 36 salî ye û ji êla Gabarî ye, ew û du kurên apê xwe ji Şengalê berê xwe didin Rojava û tevlî berxwedana li hemberî çeteyên hikûmeta demkî ya Şamê bûne. Yek ji kurê apê wî zanîngeha zimanê ingilîzî bi dawî kiriye, yê dîtir jî Fakulteya Çapemeniyê bi dawî kiriye.
Dr. Umran Hisên ji ajansa me (ANHA) re axivî û got: “Li hemberî êrîşên li ser Rojava pêdivî hebû ku em berê xwe bidin Rojava û tevlî serferberiyê bibin. Ez û her du kurên apê xwe ji bo parastina Rojava em tevlî seferberiyê bûn.”
`Rojava cih û warê pêkhateyan e’
Li herêma Rojava gelek pêkhate bihevre dijîn. Li ser projeya Rêveberiya Xweser xwe birêxistin dikirin, ji ber vê yekê di serî de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê her wiha dewletên sermeyedar û çeteyên DAIŞ`ê her tim êrîşî projeya Rêveberiya Xweser dikin. Li hemberî van êrîşan tevayî gelê Kurd xwedî li Rojava derdikevin û tevlî berxwedanê dibin. Piştî ku êrîşan destpê kir bi sedan ciwan berê xwe dan Rojava û tevlî seferberiyê bûn.
`Ez ê heta dawî li vir doktoriyê bikim `
Dr. Umran Hemîd Hisên li yek ji nexweşxaneyên Heseke dixebitê. Ew dektorê giştî ye û hemû nexweşan derman dike. Her wiha anî ziman ku ew ê nexweşan derman bike heyanî ku êrîş bisekin in û wê hemû pêkhateyên Rojava wê di berxwedana xwe de biserbikev in.
‘Rojava Kurdistane dê Kurd Rojava biparêzin’
Dr. Umran di dawiya gotinên xwe de wiha got: “Gelê Kurd ên Rojava ne bi tena xwe ne, hemû Kurdistan li pişta Rojava ye. Wexta ez derbasî Rojava bûm, min dît gelek ciwanên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê çawa têdikoşin heyanî bighîjin Rojava. Ciwan û tevayî gelê Kurd berê xwe dan Rojava ji bo gelê Rojava biparêz in. Em jî heyanî êrîş nesekinin em ji Rojava dernakevin û em ê karê xwe berdewam bikin.”













