Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) endamê xwe ya nû ya ji bo “Komîsyona Piştevaniya Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya Mîlî” eşkere kir. Bi tevlêbûna Celal Firat endamên komîsyonê bûn 5 kes.
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Doganê, endamê 5emîn ê Komîsyona Piştevaniya Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya Mîlî yê DEM Partiyê eşkere kir.
Komîsyona ku di 5ê Tebaxê de di çarçoveta pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hate avakirin, ji ber netevlîbûna ÎYÎ Partiyê 48 endaman kom kiribû. Gulîstan Kiliç Koçyigît ji bo 3 kursiyên vala mane pêşniyara jinûve diyarkirna endaman kiribû. Piştî hevdîtinan, Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş û koordînatorên partiyên siyasî di diyarkirina 3 endaman de li hev kirin. Di vê çarçoveyê de mafê endamekî nû ji AK CHP û DEM Partiyê re hate dayîn. Parlementerê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat bû endamê nû yê komîsyonê.