Amed – Welatiyên li gundên Pasûrê dijîn diyar kirin ku Çiyayê Dorşînê her tim gelê Kurd parastiye û ji bo wan gelek girîng e û gotin: “Dagirkeran çav berdane axa me.”
Gelek herêmên navçeya Pasûrê ya Amedê bi destê Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî tê talankirin. Bi dehan şîrket av, zozan û çiyayên Pasûrê talan dikin. Her der kirine qada madenê û li her derê şantiye hatine vekirin. Darên Çiyayê Dorşînê û Zozanê Hesendinê tên birîn. Rapora ÇEDê ya şîrketa Zozanê Hesendinê dixebite tune ye. Li gorî xala 15an a Qanûna Hawirdorê, rapora ÇEDê tûne be lêgerîna madenê jî çênabe. Lê ruxmê van qanûnan jî li Zozanê Hesendinê û Çiyayê Dorşînê talan berdewam dike. Şêniyên ku li herêmê dijîn derheqê vê talanê de bertek û nêrinên xwe anîn ziman.
‘Axa me ji sermaye û dagirkeran re hatiye pêşkêşkirin’
Welatiyê bi navê Mihemed Ay yê ku li gundê Çixsî yê bi ser navçeya Pasûrê dijî bi lêv kir ku ew ji bo xwezaya xwe biparêzin di nav hewldanan de ne û got: “Axa me zêr e, ev ax îro pêşkêşî sermayexwiran û dagirkeran hatiye kirin. Em jî li vir in û li ber xwe didin. Di dîrokê de jî em dizanin ku Çiyayê Dorşînê gelê Kurd parastiye. Divê îro jî em Çiyayê Dorşînê biparêzin. Li Çiyayê Dorşînê bi hezaran ajal dijîn. Lê axa me firotine dagirkeran. Li vir viyadûkê mezin, rêyên nû tên çêkirin lê ev tevahî tişt ji bo madenên li vir bibin welatên din tên çêkirin. Dagirkeran çav berdane axa me.”

‘Daristan û ajal di bin talûkê de ne’
Welatiyê bi navê Yucel Çete yê ku ji gundê Şîrnasê dijî jî da zanîn ku îro li herêma wan daristan tên talankirin û got: “Em firsendê nadin ji van şîrketan ku daristanê me talan bikin. Em ê li çiya û axa xwe xwedî derkevin. Daristanên gundê Eskarê tê talankirin. Gundê Eskarê jî girêdayî Dorşînê ye. Gelê li wir dijî xapandine. Ew gel bi daristan û ajalan debara xwe dike. Lê îro ew daristan û ajal di bin talûkê de ne.”

‘Em ê li vir xwedî derkevin’
Yucel Çete destnîşan kir ku Çiyayê Dorşînê bi nav û deng e, ji bo wan cihekî dîrokî ye û wiha got: “Tevahî gelê Kurd Dorşînê nas dike. Em ê xwedî li vir derkevin. Zozanê Hesendinê jî îro tê talankirin. 12 gund li wir hene. Şîrketek hatiye li vir dixwaze gelê wir koçber bike. Debara van gundan girêdayî Zozanê Hesendinê ye. Ava Hesendinê têra wan tevahî şêniyan dike. Dema avên zozanê ziwa bû şêniyên neçar bimînin û koçî bajaran bikin. Ji xwe ew kes carekî koçber bibûn, îro jî koç bikin dê herin ku derê?”





















