Amed – Lîstikvanên Koma Şanoyê ya DÎSSAyê destnîşan kirin ku dê şanoya Kurdî bi pêş ve bibin û wiha gotin: “Armanca me ew e ku em bi şanoyê zimanê xwe pêş bixin.”
Koma Xebatgeha Hunerên Dikê ya Dîcleyê (DÎSSA) di sala 2022yan de li Zanîngeha Dîcleyê hatiye avakirin û bi şanoya Kurdî derdikeve pêşberî xwendekaran. Lîstikvanên Koma Dîssayê Selîm Akgûl, Rengîn Azarkan û Seher Cebe li ser armanca Koma Dîssayê, pêşketina şanoya Kurdî, beşdarbuyîna xwendekaran û pirsgirêkên xwe yên aboriyê ji Ajansa Welat re axivîn û diyar kirin ku armanca wan pêşxistina Şanoya Kurdî ye.
Armanca me pêşketina zimanê Kurdiye
Lîstikvan Selîm Akgûl anî ziman ku Koma Şanoyê ya DÎSSAyê di 2022yan de bi dirûşma “Şanoya Kurdî pêşbikeve” hatiye avakirin û ev tişt gotin: “Ez ev du sal in endamê DÎSSAyê me. Ev kom ji bo şanoya kurdî hatiye avakirin. Lîstika me ya destpêka salê “Şvayk û Hîtler” bû. Sala derbas bûyî jî em bi vê lîstikê derketin li ser dikê. “Şvayk û Hîtler” lîstika me ya serekeye. Beşdarbûna xwendekaran baş e, ji ber ku xwendekar ji şanoya Kurdî hez dikin. Em piranî li ser lîstikên Kurdî disekinin. Ji ber vê yekê jî beşdarbûn zêde ye. Ji xwe armanca me pêşketina zimanê Kurdî ye. Li her qadê, li kolanan, li bajêr û li malên xwe em dixwazin gelê me bi zimanê xwe biaxive. Kurdî zimanê dayika me ye em jî dixwazin pêşbikeve.”
‘Em ê şanoya Kurdî pêşbixin’
Selîm Akgûl diyar kir ku rêveberiya zanîngehê ji aliyê aborî ve tû alikariya wan nake û wiha got: “Du sal berê em çûn Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê. Lê rêveberiya Zanîngeha Dîcleyê alîkariya me nekir û em bi îmkanên xwe çûn me şanoya xwe lîst. Tene Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê alikariya me kir. Di gelek qadan de ji me re nabin alîkar û di ser de jî astengiyan derdixînin ji me re. Lê em tu carî bi paş ve gav naavêjin û em ê şanoya Kurdî pêşbixin.”
‘DÎSSA xwebûna xwe li ser Kurdî avadike’
Lîstikvana Koma DÎSSAyê Rengîn Azarkan jî dest nîşan kir ku di şanoya Kurdî de cihê jinê gelek girîng e û wiha got: “Em difikirin kû koma me çawa mezin bibe û hewl didin bigihêjin xwendekaran. Koma me destpêkê li zaningehê standan deynin. Pişt re em bi ew kesên serlêdana koma me dikin re hevdîtinan dikin û ji bo DÎSSAyê hildibijêrin. Hevalên me yên ji şanoyê herî baş dizanin perwerdeya şanoyê didin û hînî me dikin. DÎSSA xwebûna xwe li ser zimanê kurdî ava dike. Peyama Koma DÎSSAyê li ser dikê zimanê Kurdiye. Mînak di lîstika ‘Çayxana Sero û Fero’ de me girîngiya axaftina zimanê kurdî nîşan da. Di nav civakê de çi pirsgirêk hebe em di nav lîstikên xwe de jî li ser van pirsgirêkan peyaman didin. Ji ber vê yekê em dibêjin Koma DÎSSA civakî ye.”
‘Karakterê Şvayk gelê bindest diparêze’
Lîstikvana Koma DÎSSAyê Seher Cebeyê jî danasîna lîstika wan ya sereke “Şvayk û Hîtler” kir û wiha axivî: “Lîstika me ya bi navê ‘Şvayk û Hîtler’ li derdora meyxaneyekî derbas dibe. Kuçikek tê dizîn û serfermandarek jî dixwaze kuçkê xwe bibîne. Şvayk jî karakterek qeşmere lê dîsa jî yekî jîr e. Mesele li ser vê mijarê derbas dibe. Hîtler dema ku bi çekan zextan dike, Şvayk jî ji ber van êrîşan di meyxanê de li ber xwe dide û gelê bindest diparêze.”
‘Em dixwazin xwendekar tev li me bibin’
Seher Cebe der barê xebatên xwe yên îsal de diyar kir ku ew ê di 21-22-23yê Cotmehê de bi danîna standan danasîna xwe bikin û axaftina xwe wiha dawî kir: “Piştî sê mehên din em ê dest bi lîstikên xwe bikin. Lîstikên me yên di nava salê de yek bi Tirkî û çar jî bi Kurdî ne. Meha Gulanê jî lîstika me ya mezin wê çêbibe. Hevalên me yên şanoyê gelek baş in û serkeftî ne, lîstikên me jî ji bo me girîng in. Em dixwazin xwendekar werin tev li me bibin û koma me mezin bibe. Bila temaşevan bên me nas bikin, bila rêveberiya Zanîngeha Dîcleyê dema em di nava salê de ji bo lîstikên xwe biçine Zanîngeha ODTUyê û Zanîngeha Bogazîçiyê bila alikariya me bike. Armanca me ew e ku em bi şanoyê zimanê xwe pêş bixin.”