Amed – Aktîvîstê Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be Helîm Barîn destnîşan kir ku li dijî hemû êrişên şerê taybet berpirsyar in ku eniyeke azadî û civakî ava bikin û bang li gel kir ku tev li xebata wan bin.
Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be di 26ê Nîsanê de bi tevlibûna gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî hate avakirin. Platformê, di 14’ê Hezîranê de bi şiara li dijî tiryak û fihûşê “Em civakê biparêzin” li navçeya Peyas a Amedê meş li dar xist û li Parka Rojava kon veda. Li konê ku pankarta “Xwe jehrî neke, ked bide” hate daliqandin her roj di saet 17.00an de çalakiyên têkildarê têkoşîna tiryakê tên lidarxistin. Çalakiya ku gelek welatî û saziyên civakî beşdar dibin dê îro bi dawî bibe.
Platform dê sibê saet di 18.00an de jî bi dirûşma “Em tarîtiyê ronî dikin” ji Xaçerêya Rezanê ya li Taxa Yûnûs Emre heta Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê meşekê li dar
bixin û ji bo balê bikişînin ser bikaranîna tiryakê, qûmar û fihûşê dê li Parka Koşûyolûyê kon vedin.
Aktîvîstê Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be Helîm Barîn têkildarî armanc û xebatên Platformê ji ajansa me re axivî.
Li dijî rizîbûna civakî bertekek
Helîm Barîn bal kişand ku bikaranîna tiryakê her ku diçe zêde dibe û têkildarî armanca ragihandina platformê wiha got: “Civak dibêje li taxên me tiryak zêde bûye an jî ji malbata me yek ketiye nav. Şaredariya Peyas û Erxeniyê dema lêkolîna qadê dikin. Li vir encameke pir bobelat derdikeve holê. Temenê ku tiryakê bikartînin ketiye 9 salî û pir zêde belav bûye. Hişbir çavkaniya fihûş, qûmar, koçberî û tundiyê ye û her ku diçe zêde dibe. Em jî ji xwe re dibêjin em saziyên demokratîk û welatparêz in. Temam welatparêzî ew e ku mirov li ava xwe, çanda xwe, zimanê xwe biparêze ye lê pêşeroja xwe jî diparêze. Pêşeroja me jî ciwanên me ne. Rêxistinbûyîneke me ya xurt heye, vêca me got em vê li dijî hişbirê çawa bikarbînin. Me çar-pênc mehan nîqaş kir. Ji hêla zanîstî, felsefî nîqaş kir. Di encama van nîqaşan de me got hişbir hişê mirov dibe divê mirov şiyar be. Ji ber wê me navê platformê jî kir Şiyar Be û me di 26ê nîsanê de bi meşeke girseyî û daxuyaniyekê platforma xwe ragihand. Hewcedariya wê li dijî rizîbûna civakê bertekek û helwesteke civakî nîşan bidin e.”
‘Xebata me ya sereke pêşîlêgirtina hişbirê ye’
Helîm Barîn diyar kir ku li gor rewşa xetere ya heyî xebatên xwe yên platformê kêm dibînin û axaftina wiha domand: “Her çiqas me hinek dengê xwe derxistibe jî xebatên me kêm in. Li Kurdistanê pêvajoyek jî heye. Piştî banga Rêber Apo ya 27ê Sibatê ev xebat jî li ser wê bangê xebateke sereke bû. Lê ji ber Adar û Gulan mehên têr û tejî ne ji bo Kurdan me plansaziya xwe bêtir ji Hezîranê re hişt. Niha meşan li dar dixin, kon vedidin gel tê. Lê xebata Şiyar Be ya esasî ne ev e. Em niha dibêjin ‘ey gelê me ev tiryak pir belav bûye em baldar bin em şiyar bin’ mebesta meş û vedana kon ev e. Piştî em şiyar bûn em ê çi bikin. Mînak li Kurdistanê gelek park hatine çêkirin, tarî ne ev park ji bo ciwanan bûne cihê hişbirê. Em dikarin wan parkan çawa ji nû ve bînin ser bingeha civakeke polîtîk û exlaqî. Li Rezanê piştî erdhejê gelek avahî hatine terkkirin û hêj hinek ji wan nehatine hilweşandin. Ev bûne cihên bikaranîna hişbirê. Divê Midûriyeta Hawîrdor û Bajêrvaniyê van tespît bike û nehêle. Şaredariyê jî li dijî hişbirê weke şewirmendiyekê cihek vekir. Mesele ciwan serî li me didin, xebata me ya sereke pêşî lê girtine lê em dikarin ji bo kesên pê ketine çi bikin. Ew dikarin berê wan bidin şaredariyê, li wir psîkolog, psîkîyatrîst hene. Em jî bi awayekî zanîstî tedbîrên xwe digirin û vê xebatê didomînin.”
Pirsgirêka hişbirê ne pirsgirêka malbatan tenê ye
Helîm Barîn bi lêv kir ku yek ji sedemên ku ciwan dikevin tora hişbirê tenêtî ye û ev yek anîn ziman: “Di nava civakê de dema ciwanekê xwe tenê hîs kir û ji neçarî tenê ma, berê xwe dide van tiştan. Hiş çalak be an ne çalak be pir girîng nîne. Dema em vê di çarçoveya civakî de dinirxînin hinek girêdayî mêtîngeriyê ye jî. Statuya Kurdistanê nîne, perwerdehî, tarîkat bûne weke hişbirekê. Li gelek hêlan ve êrişek hene. Vêca ew ciwan dema xwebûyîna xwe, çand û zimanê xwe nebîne dikeve vê kemînê. Ji ber wê ji ber ciwanên me ne tenê ne jî em hene. Ji ber wê yekê ji bo ciwanên me tenê nemînin jî em hene. Dibe ku hin ciwanên hatine vî konî jî hişbirê bikartînin. Dibêjin ev ji bo me dixebitin. Malbatên me yên pir hêja hene lê zarokên wan ketine vê torê. Pirsgirêka hişbirê ne bi şexsan ve girêdayî ye, ne pirsgirêka malbatan tenê ye jî. Heke bi pergalî êriş hebe divê çareserî jî bi pergalî be. Dewlet dixwaze hişê gelê Kurd biçe, bila ciwan bêhiş bin. Em jî dibêjin ciwan encax bi hişê xwe azad in. Ji ber wê divê çareserî bi pergalî be.”
‘Ciwanên me pêşeroja me ne em wan biparêzin’
Helîm Barîn bi lêv kir ku piştî xebatên Platforma Şiyar Be gelek malbatan serî li wan daye û wiha pê de çû: “Piştî vê xebatê malbatan serî li me dan. Em ji bo hin malbatan matmayî man. Çawa dibe zarokê wan ketiye nava vê torê. Ev mijareke pir hesas e. Hêla wê ya zanîstî ya etîk exlaqî heye mirov nikare kesekî bide deşîfrekirin. Malbatên ku xwe digihînin me dibêjin xebata we dereng dest pê kiriye vê rexneya xwe jî bi mafdarî li me dikin. Dû re dibêjin ka em çawa çareser bikin. Em jî hem rê nîşan didin hem tev li xebatan dikin. Çend malbat di nav xebatên me de cih digirin. Ji ber vê yekê Platforma Şiyar Be ber bi mezinbûnê ve diçe. Tiryak pir belav bûye. Hişbirên ku bikartînin dibe ku cuda be lê gelek kes bikar tînin. Em dibêjin li dijî tiryakê lê li dijî fihûşê, qûmarê, koçberiyê, terîqetên radîkal e. Em berprisyar in ku li dijî hemû êrişên şerê taybet eniya azadiyê û civakî ava bikin. Em dixwazin civaka me azad be. Qada avakirina civaka exlaqî û polîtîk e. Em bang li gelê xwe dikin ku tev li vê xebatê bibin. Ciwanên me pêşeroja me ne, em ciwanên xwe biparêzin.”
Dê sibê meşekê li dar bixin
Helîm Barîn da zanîn ku dê sibê (şemî) ji Xaçerêya Rezanê ya li Taxa Yûnûs Emre heta Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê meşekê li dar bixin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê li Koşûyolûyê çalakiyên hunerî, forûm li dar bixin. Bila gelê me were konê ku em ê vedin bi me re sohbet bikin. Ne hewce ye tenê em li ser tiryakê biaxivin. Em li ser azadiyê jî du peyvan bikin dê li dijî tiryakê xebateke herî bi wate be.”