Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder duh bi şev krîza dil derbas kir. Emeliyatek dijwar derbas kir û hat zanîn ku dilê wî lê daye.
Endamê Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder duh bi şev krîza dil derbas kir. Saet li 23.00an li Nexweşxaneya Florence Nightingale ya li Stenbolê wî hildan emeliyatê Hat zanîn ku damarê aortê yê Onder qetiyaye û ji ber dixtoran wî hildan emeliyatê. Hat zanîn ku emeliyat hê jî didome û rewşa wî ya giran jî dewam dike. Her çiqas dilê wî lê bide jî lê rîtma dil bi qasî asta tê xwestin nîn e.
Hat zanîn ku wê Onder dê piştî emeliyatê hildin venêrîna awarte û dê tedawiya wî li vir bidome.
Serokkomar Tayyîp Erdogan bi rêya telefonê li endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan geriya û li rewşa Sirri Sureyya Onder pirsî. Erdogan ji Pervîn Buldan re gotiye: “Meraq nekin çi hewce bike dê bê kirin. Em ji nêz ve rewşa wî dişopînin.”