Wan – Endamên Koma Xwendekaran ya YYY-KURDÎyê bal kişandin ser 10 Adarê Roja Cil û Bergên Kurdî û gotin: “Hebûna me bi çanda me ve girêdayî ye. Em bi çanda xwe serbilind in, ji ber vê yekê Roja Cil û Bergên Kurdî ji bo me yekîtî û serbilindî ye.”
Roja 10ê Adarê ya Roja Cil û Bergên Kurdî, di van salên dawî de bûye rojeke girîng ku Kurd li her çar aliyên Kurdistanê bi lixwekirina kincên xwe yên neteweyî pîroz dikin. Ev roj cara yekem di sala 2010an de hat eşkerekirin. Lê belê, di nav gel de û bi taybetî di saziyên perwerdehiyê de, ji sala 2012an û vir ve bi awayekî fermî û berfirehtir tê pîrozkirin.
Roja Cil û Bergên Kurdî bi biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê (Wezareta Perwerdehiyê) bi armanca parastina çand û reseniyê, nasandina kincên Kurdî ji nifşên nû re û nîşandana dewlemendiya çanda Kurdî hat îlankirin.
Koma Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zaningeha Yuzuncu Yilê ya Wanê (YYU-KURDÎ) li Ofîsa Ciwanan a zaningehê 10ê Adarê Roja Cil û Bergên Kurdî pîroz kir.
Endamên YYÛ KURDÎyê Elî Akin û Dîjle Ozdîl ku tevî pîrozbahiyê bûn ji ajansa me re axivîn.
Elî Akin bal kişand ser wateya 10ê Adarê Roja Cil û Bergên Kurdî û got: “Ziman, çand û hunera Kurdî wateya hebûna gelê Kurd e. Hewce ye em xwedî li van nirxên xwe derkevin. Ne tenê di rojên taybet de, divê em di nav jiyana rojane de jî xwedî li vê çandê derkevin. Hebûna me bi çanda me ve girêdayî ye.”

‘Divê her Kurd xwedî li çanda xwe derkeve’
Elî Akin diyar kir ku cil û bergên Kurdî baweriyeke dîroka Kurdan e û axiftina xwe wiha berdewam kir: “Ji ber ku di dîrokê de gelê Kurd bi van cil û bergan hat naskirin, hewce ye ku her Kurd di nav jiyanê de xwedî li ziman, çand û cil û bergên xwe derkeve. Ev nirxên me ne, hebûna me li ser van e û wateya cil û bergên Kurdî ji bo me gelek zêde ye.”
‘Roja cil û bergên Kurdî ji bo me yekîtî û serbilindî ye’
Endama YYU-KURDÎyê Dîjle Ozdîl anî ziman ku 10ê Adarê Roja Cil û Bergên Kurdî ji bo wan xwedî wateyeke gelekî mezin e û wiha got: “Ev roj nîşana dîrok, çand û nasnameya gelê Kurd e. Ev cil ne tenê kinc in, ew di heman demê de dîrok û kevneşopiya me nîşan didin. Bi vê rojê em dixwazin çanda xwe biparêzin, nasnameya xwe bidomînin û nîşan bidin. Em bi çanda xwe serbilind in, ji ber vê yekê Roja Cil û Bergên Kurdî ji bo me yekîtî û serbilindî ye.”














