Amed – Rojnamevan Dogan Cîhan têkîldarê entegrasyona di navbera HSDê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de diyar kir ku pêvajo giran dimeşe û got: “Giraniya Tirkiyeyê hem li ser desthilata Sûriyeyê û hem jî li ser qada leşkerî de heye. Ji ber vê jî desthilatdariya Şamê li gorî daxwazên Tirkiyeyê gavan diavêje an jî neavêje.”
Li ser Peymana 29ê Çileyê ya ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hatibû îmzekirin, zêdetirî 2 meh derbas bû. Her çiqas ji bo entegrasyonê ji aliyê ewlehî, leşkerî, rêveberî û koçberiyê ve hin gav hatibin avêtin jî xalên esasî yên peymanê hêj jî pêknehatine. Her wiha ji aliyê saziyên rêveberiyê ve jî hin pêşketin çêbûn û pêvajoya entegrasyona saziyên rêveberiyê berdewam dike. Lê hebûna Yekineyên Parastina Jinan (YPJ) hêj jî ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve nayê qebûlkirin. Bandora Tirkiyeyê ya li ser Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê dibe sedem ku pêvajoya entegrasyonê de giranî çêbibe û gav neyên avêtin. Li ser geşadan û entgrasyona Suriyeyê Rojnamevan Dogan Cîhan ji ajansa me re axivî.
‘Pêvajoya giran dimeşe’
Rojnamevan Dogan Cîhan da zanîn ku di hundirê Peymana 29ê Çileyê de 14 xal hene û xala herî zêde hat nîqaş kirin entegrasyona leşkerî bû û got: “Ji ber ku ji aliyê entegrasyona leşkerî ve pir pirsgirêk derketin holê. Her wekî din entegrasyona îdarî, ewlehî û hinek qadên sivîl em jê re dibêjin wekî tenduristî, petrol û gazê wekî Rimêlan û Siwedîka û deriyên sînor, balafirgeha Qamişlo peymanê de hatin binavkirin û derketin pêş. Niha di 2yê Sibatê de dema gotin ketiye meriyetê, texmînek yanî mehek hatibû diyarkirin ku hinek tişt werin kirin. Lê belê Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ji dil nêzî vê peymanê nebû. Gav giran tên avêtin û her tim taloq dikir û pêvajo dirêj kir. Mînak, ji bo peymanê xal bi xal bikeve meriyetê heta niha bi sedan civîn çêbûn. Ji bo her 14 xalên peymanê jî, kesên pispor, komîte di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de çêbûn. Komîteya Rêveberiya Xweser û komîteyên hikûmeta demkî hevdîtin çêkirin, di nav wan hevdîtinan de hinek mijar hatin çareserkirin jî, tevî vê yekê jî hikûmeta demkî digot em civîneke din jî çêkin, em mijarê nîqaş bikin. Nîqaş zêdetir dirêj dikir. Tevî ku di hinek diyalogan de encam jî dihatin girtin, lê belê hikûmeta demkî her tim dîrokek dida û taloq dikir. Mijara di 2yê Sibatê de ket di meriyetê ya herî însanî mijara girtiyên HSDê û vegera koçberan bû.”
‘YPJ nayê qebûlkirin’
Dogan Cîhan diyar kir ku di entegrasyona leşkerî de dê 4 tûgay bên avakirin û wiha got: “Tûgayek li Dêrikê, yek li Hesekê, yek li Qamişlo û yek jî li Kobanê dê bê avakirin. Ji bo vê nîqaş hatin kirin, hejmar hatin diyarkirin; her tugayek dê hezar û 300 kes be. Di vê mijarê de hinek gav hatin avêtin. Niha di entegrasyona leşkerî de hûn dizanin jixwe hinek tayîn jî çêbûbûn. Wekî alîkarê wezîrê parastinê yê fermandarê Rojhilat Sîpan Hemo hat tayînkirin. Çiya Kobanê jî ji bo fermandarê alîkarê duyemîn ê tumena 60î hat tayînkirin. Sîpan Hemo û Çiya Kobanê girîng in çima? Ji ber ku her du jî endamê Fermandariya Giştî ya HSDê ne. Di çarçoveya entegrasyona leşkerî de tayîna wan hatiye çêkirin, niha li ser erka xwe ne. Ev 4 tûgay niha di merheleya avakirinê de ne. Lê belê di entegrasyona leşkerî de pirsgirêkek heye, hûn dizanin jixwe çawa YPG û HSD heye, YPJ jî heye û roleke YPJê ya pir girîng jî heye yanî çawa YPG bi rola xwe rabû û li hember êrîşên DAIŞê girt, heman demê YPJê jî girt. Lê niha hikûmeta demkî çi dibêje? Dibêje li gor qanûna makezagona Sûriyeyê, jin nikarin di nav artêşê de cih bigirin. Ji ber vê yekê YPJê qebûl nake. Ev niha pirsgirêkek di navbera her du aliyan de ye. Li gorî peymanê gereke YPJ jî entegre bibe. Ew jî hatibû nîqaşkirin ku ew jî weke tabûr di nav tûgayan de cih bigire, lê belê niha qebûl nakin. Fermandariya YPJê li Şamê bi Wezîrê Parastinê re hevdîtin kir û weke taslakekî pêşniyarên xwe kir. Ev mijar hîna nehatiye çareserkirin, ev weke pirsgirêkekê maye. Ji ber vê yekê em nikarin bêjin entegrasyona leşkerî jî bi dawî bûye. Di vî warê de asê maye. Lê belê ji ber ku fermî nayê ragihandin, hîn jî ev pêvajo berdewam e. Lê tûgay tên avakirin û berpirsên tûgayan dê werin diyarkirin. Ev jî lazim e di demek nêz de fermî were ragihandin.”
‘Hemû sazî û pêkhate divê xwe bi rê ve bibin’
Di berdeawam axaftina xwe de Dogan Cîhan da zanîn ku di entegrasyona îdarî de hin gav hatine avêtin û guhertin çêbûne û domand: “Jixwe hûn jî dizanin di vê çarçoveyê de berê me digot Kantona Cizîrê. Niha ew di çarçoveya entegrasyonê de weke bajar tê hesibandin. Mînak Hesekê niha me digot Herêma Cizîrê, niha ew dibêjin ‘Muhafazaya Hesekê’. Hemû berpirsiyariya Cizîrê ya Muhafazaya Hesekê ye. Niha waliyê Hesekê hat tayînkirin û di vê çarçoveyê de çawa ku saziyên Rêveberiya Xweser hebûn mînak em bêjin hevserokatiya daîreya tenduristiyê, hevserokatiya daîreya perwerdeyê û her wekî din, ev jî weke gerînendeyên giştî yên Hesekê xwe birêxistin bikin. Di çarçoveya peymanê de hevdîtin jî hene. Di vê çarçoveyê de saziyên Rêveberiya Xweser dê xwe bi rêxistin bikin. Tenê nav diguherin. Rêveberiya Xweser dibe gerînende yanî saziyên Rêveberiya Xweser. Rêveberiya Xweser nayê fesixkirin, Rêveberiya Xweser jixwe li wir dimîne, bi pêkhateyên xwe, bi saziyên xwe dibe bin sîwana wezîrên Sûriye û gerînendeyên giştî yên Sûriyeyê de dê xwe berdewam bike. Heta niha di çarçoveya entegrasyona îdarî de çi gav hatine avêtin? Gerînendeya giştî ya tenduristiyê hat tayînkirin û jixwe hûn dizanin Waliyê Hesekê hat tayînkirin, Nûredîn Ehmed dest bi kar kiriye. Nûredîn Ehmed biryarnameyek derxist û bi vê biryarnameyê hem atamaya gerînendeya giştî ya tenduristiyê kir û hem jî ji bo saziyên yanî nexweşxaneyên û xebatkarên nexweşxane û saziyên tenduristiyê yên Rêveberiya Xweser ji bo ku entegreyî wezîrê tenduristiyê bibin komîteyek hat avakirin. Wê komîteyê kar û xebata xwe kir. Niha di çarçoveya îdarî de nexweşxane û em bijîşk, hemşîre û xebatkarên tenduristiyê ew entegreyî wezîrê tenduristiyê bûne. Nexweşxane niha nexweşxaneyên gel ên Hesekê, nexweşxaneyên gel ên Qamişlo di vê çarçoveyê de niha kar û xebatên xwe dikin.”
‘Tenê gerînendaya giştî ya perwerdeyê hatiye tayînkirin’
Dogan Cîhan bi lêv kir ku yek ji gavên hatiye avêtin saziya gerînendeya giştî ya perwerdeyê ye û wiha pê de çû: “Ew jî tayîna wî çêbû, lê di mijara perwerdeyê de hûn dizanin jixwe Rojavayê Kurdistanê 14 sal in bi zimanê dayikê perwerde tê dayîn, zimanê Kurdî. Kesên ku pêkhateyên Ereb in jî bi zimanê xwe, zimanê Erebî perwerde didîtin. Niha di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî de pirsgirêkek di mijara perwerdeyê de heye û tam Encam nehatiye girtin. Tenê gerînendeyê giştî yê perwerdeyê hatiye tayînkirin, lê belê wê perwerde çawa be, wê saziyên perwerdeyê yanî dibistan û zanîngeh wê çawa bin, ev ne diyar e. Van rojên pêş de hatiye lihevkirin ku dê gerînendeya giştî ya perwerdeya Hesekê yanî daîreya perwerdeya Rêveberiya Xweser û heyeta wezareta perwerdeya Sûriyeyê dest bi civînê bikin. Wê rêzê civîn dest pê bike, wê li ser perwerdeyê nîqaş bikin ka wê perwerde çawa be, mufredat çawa be. Lê em dikarin vê bejin; Li gorî peymanê, wê perwerde bi halê xwe yê heyî wek çawa Rêveberiya Xweser 14 sal in ew dikir, wê heta ku navbera aliyan de encamek derkeve, halê heyî dê berdewam bike.”
‘Tenê ji hêla 2 gerînendayan ve gav hatiye avêtin’
Dogan Cîhan dest nîşan kir ku Rêveberiya Xweser di her mijarê de wek gerinende girêdayê waliyê Hesekê ye û 23 gerînende girêdayê Hesekê ne û wiha axivî: “Mijara enerjiyê, avê û herwekî din girêdayê walîyê Hesekê ye. Ew 23 gerînendayan de niha ya tenduristî û perwerdeyê hatine tayînkirin, 21 gerînende maye. Di vî mijarê de Rêveberiya Xweser komîteyek avakiriye, di her beşê de kesên ku di mijarê de pispor weke komîte cih digire. Ev komîte niha nîqaş dikin ku saziyên Rêveberiya Xweser dê çawa entegreyî dewleta Sûriyeyê bibin. Her wekî din hikûmeta demkî ya Sûriyeyê jî heman komîte avakirine. Van komîteyan destpêkê di navbera xwe de hevdîtin dikin, nîqaş dikin û pişt re di heman demê de hikûmeta demkî jî komîteyên xwe nîqaş dikin. Pişt re ev her du komîte ji her du aliyan ve tên gel hev, kesên pispor û kesên ku em bêjin her kes dikare qebûl bike, nav diyar dikin û piştî wî navî wê were tayînkirin. Hîna di vî mijarî de encam nehatiye girtin, hîna hevdîtin berdewam in, hewldan berdewam in. Em dikarin bêjin di vê mijarî de gav hatine avêtin.”
Rewşa dîlgirtî û koçberan
Dogan Cîhan bi bîr xist ku 4 komên dîl girtiyan hatin berdan û da zanîn ku di hevdîtana di navbera Fermandarê HSDê yê Giştî Mazlûm Abdî û Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê de lihevkirin çêbûye û axaftina xwe wiha domand: “Piştî wê hevdîtinê, lazim e di van demên nêz de di nava vê heftiyê de hemû girtiyên HSDê werin berdan. Lê belê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê giran tevdigere. Daxwazên li ser Rêveberiya Xweser û HSDê zextê çêbike. Ji ber vê wisa giran tevdigere. Dixwaze tawîzê bigire û civaka Rojava bifetisîne. Di mijara vegera koçberan de jî, 3 komên Efrînê vegeriyan. Ji bo hemû Efrînî vegerin lihevkirin çêbûbû, di van rojên pêşiya me de ez bawer im wê encamek din derkeve. Jixwe di mijara vegera koçberên Serêkaniyê û Girê Spî de hêj gav nehatine avêtin. Hem Serêkaniyê hem Girê Spî di warê hem leşkerî de yanî rêveberiya bajaran de ji bo leşkerî û ewlehî yanî asayîşa vê hîna pirsgirêk hene. Jixwe dewleta Tirk û girêdayî wî hinek komên çekdar hebûn, ew hîna venekişiyan e. Nav wan aliyan de pirsgirêk heye. Ez dikarim bêjin ji bo mijara vegera koçberên Serêkaniyê hevdîtin hene niha, ji bo kesên ji Serêkaniyê vegerin, amadekarî û xebat tê kirin. Heta niha 14 hezar kesên ji Serêkaniyê navê xwe nivîsandine ku ji bo vegera wan rê were vekirin, ew kesan bizivirin.”
Rewşa Efrînê
Dogan Cîhan dest nîşan kir ku di Peymana 29ê Çileyê de bi taybetî xalek ji bo vegera koçberan e û ev xal diyar dike ku ji bo vegera koçberan xebat bê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê mijarê de hem HSD û hem jî hikûmeta demkî ya Suriyeyê komîteyên xwe çêkir. Van komîteyan hevdîtin kirin û pişt re gihiştin encamekê. Li gorî peymanê lazim e kesên ku ne ji Efrînê ne ji Efrînê werin derxistin. Niha Efrîn çawa ye? Efrîn di sala 2018an de ji aliyê artêşa SMO ya girêdayê Tirkiyeyê ve hat dagirkirin û Efrînî ji Efrînê derxistin. Li Efrînê projeyek taybet xistin meriyetê, ew proje çi bû? Demografiya Efrînê guhertin. Yanî çi kirin? Kesên ji derveyî Efrînê mînak ji Dêra Zorê, ji Şamê, ji Hama, ji Humis, ji Idlib, ji Gûtayê kesên Ereb birin Efrînê û Kurd ji Efrînê derxistin. Xwestin Efrînê bikin Ereb. Heta hinek agahî hebûn kesên ji Filîstînê jî taybet ji wan re xanî çêkiribûn biribûn Efrînê. Xwezaya Efrînê talan kirin. Efrîn hem ji aliyê zeytûnan û hem jî ji aliyê zeyta zeytûnan ve hema hema bêje dikare hemû cîhanê xwedî bike, wisa pir nav û deng e û taybet e. Ji ber vê yekê jî xwestin demografiya Efrînê biguherînin û erdnîgariya wê talan bikin.”
‘Li gorî peymanê divê kesên Efrînê vegerin’
Dogan Cîhan diyar kir ku li gorî peymanê divê kesên Efrînê vegerin û Tirkiye jî ji wir derbikeve û axivî: “HSD di vê mijarê de pir bi îstikrare û lazim e kesên Efrînê vegerin. Li ser vê peyman hat çêkirin. Qasî ku em dizanin hinek cihan derketine, lê hinek cihan derneketine. Komên girêdayê Tirkiyeyê li ser Efrînê serwerbûn. Wan koman hinek ji nav bajêr derketine, hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ji hêla ewlehiya wê ve asayîş çû. Dîsa hikûmeta Suriyeyê ji bo rêvebirina Efrînê hîn kes tayîn kir lê belê ev kes kesên sûcdar in. Yanî ew kes Efrînê bi rê ve dibin û gelê Efrînê jî wan kesan qebûl nake. Lazim e li gorî peymanê Efrînî vegerin û kesê ku ji Efrînê û civaka Efrînê qebûl dike, di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de ji bo rêvebirin Efrînê were diyarkirin. Ji bo asayîşa Efrînê li gorî peymanê divê efrînê ewlehiyê bigrin. Dîsa di mijara leşkerî de jî wisa ye li wir tugayek were çêkirin, hinek agahî derket gotin tûgay di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de peyman çêbûye, ev hat derewandin. Em jî dikarin vê bêjin tûgayek were çêkirin, ew tugay wê kesên ji Efrînê biçin ser lêdan bikin. Mîsal di wê tugayê de wê yekî ji Dêra Zorê nebe, yan jî yekî ji Şamê nebe, yekî ji Humisê nebe, kesekî ku ji Efrînê be yanî hem wê Efrîniyên vegerin. Lazim e kesên ku Ereb ji bo demografî hatine guhertin, malê Efrîniyan talan kirine, malê wan girtine, lazim e wan Ereban derxin û Efrîn radestî Efrîniyan bikin. Yanî her kes vegere malê xwe, her kes vegere erdê xwe, her kes vegere ser mal û milkê xwe. Ji bo vê niha xebat tê kirin. Niha li Efrînê rewş çi ye? Hîn rêveberiya Efrînê nehatiye tayînkirin kesê ku girêdayî wan koman birêve dibe. Niha hinek kom li komên ser bi Tirkiyeyê hîna li hinek Cindirêsê, li Bilbilê, hinek li navçeyan, hinek jî li Efrînê hene. Niha duh agahiyek hat, li gorî peymanê divê kesên ku ji Efrînî malê wan bihatan tespîtkirin û radestî Efrîniya bihata kirin. Ji ber vê yekê jî kesên ku Efrînê bi rêve dibin hemû Efrîniya lêpîrsînê de derbas dike û di lêpîrsînê de lazim e tespîta mal û milkê van bike, lê pirsen ve çi kar dikir tu ji kude rê mayî û tu sivîlî an jî leşkerî dike. Yanî pirsgirêkên wisa jî hene, yanî hin pirsgirêk bi giştî nehatine çareserkirin. Her wiha 3 komên vegeriyane heta niha hemû mal û milkê xwe negirtine. Lazim e hikûmeta demkî ya Sûriyeyê xebatekê bike, kesên ku ne ji Efrînê wan derxe, kesên ku malê wan hatiye desteserkirin teslîm bike. Ev tişt hêj nehatiye kirin û encam nehatiye girtin. Rewş bi giştî hîn nehatiye zelal kirin.”
Bandora Tirkiyeyê
Dogan Cîhan da zanîn ku Amerîka û Îngilistan bi rêya Tirkiyeyê piştgiriyê dide Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev hikûmet taybet ji aliyê Tirkiyeyê ve dihat piştgirîkirin û jixwe Îngilistan û Amerîkayê jî piştgiriyê bi rêya Tirkiyeyê dide. Tirkiyeyê çi kir? Piştî 8ê Kanûna 2024an dema Beşar Esad ket, navê Mihemed El Colanî kirin Ehmed El Şara û HTŞ jî girtin anîn Şamê. HTŞ kirin hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û meşruiyet da wan û kirin desthilata Sûriyeyê. Niha li Tirkiyeyê pêvajoyek dimeşe. Tirkiye ji avakirina xwe ve li hember statûya Kurdan disekine. Yanî 100 sal in Tirkiye li ku derê bibe bila bibe ji bo ku Kurd maf bi dest nexin, di vê çarçoveyê de polîtîkaya xwe pêşxist. Ji bo ku Kurd li Sûriyeyê mafê xwe bi dest nexin, Tirkiyeyê mudaxeleya Sûriyeyê kir. Kengî mudaxele kir? Di sala 2016an de bi rêya SMOyê Bab, Ezaz, Celablûs dagir kir. Ev dagirkirin çibû? Jixwe cihên Kurd lê dijîn weke Efrîn, Dêrik ev cih li ser xeta sînor a Tirkiyeyê ye. Tirkiyeyê bi vê polîtakayê ve navbera Efrîn û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qut kir. 2018an êrîşî Efrînê kir, operasyona ‘Zeytîn Dali’ dest pê kir û Erdogan b xwe bi rê ve bir. Di sala 2024-2025an de êrişî Minbicê kir. Jixwe beriya wî 9ê Cotmeha 2019an de di dîroka Komployê de êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kir. Dema mirov van êrişan mêze dike vê demê fêhm dike ku Tirkiye dixwaze li Suriyeyê çi bike. Tirkiye dixwaze Kurd mafê xwe negire, statûya Kurdan nebe û Sûriyeyeke ku di bin destê Tirkiyeyê de hebe. Yanî Tirkiye dixwaze çi bêje, berpirsên Şamê jî wisa bike, Helebê jî wisa bike. Tirkiye jî aliyekî peymana 29ê Çileyê ye. Her çiqas di vê peymanê de du alî hebe yanî aliyekî Rojava be aliyekî Şam be jî, em dizanin giraniya Tirkiyeyê li ser Sûriyeyê heye. Giraniya Tirkiyeyê hem li ser desthilatdariya Sûriyeyê û hem jî qada leşkerî de heye. Ji ber vê yekê, Tirkiye li gorî xwe dihêle ku desthilatdariya Şamê gav biavêje an gav neavêje. Pêvajoya ku hatiye destpêkirin heke li Tirkiyeyê erênî bimeşe, li Suriyeyê de jî dihêle ku gav werin avêtin. Eger dema li Tirkiyeyê pêvajoyek neyînî be, nahêle li Suriyeyê jî pêvajo pêş bikeve.”













