• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bernameya cejnê ya DEM Partiyê diyar bû

    Bernameya cejnê ya DEM Partiyê diyar bû

    Polîsan bi ava şit û xaza îsotê êrîşî CHPiyan kir

    Polîsan bi ava şit û xaza îsotê êrîşî CHPiyan kir

    Ji DEM Partî û KCDK-Eyê peyamên Cejna Qurbanê

    Ji DEM Partî û KCDK-Eyê peyamên Cejna Qurbanê

    Li Stenbolê serdana goristanan hat kirin

    Li Stenbolê serdana goristanan hat kirin

    Mazlum Abdî li Hewlêrê bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî

    Mazlum Abdî li Hewlêrê bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî

    Piştî rexneyên Ocalan pirtûka Kurdî nivîsand

    Piştî rexneyên Ocalan pirtûka Kurdî nivîsand

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bernameya cejnê ya DEM Partiyê diyar bû

    Bernameya cejnê ya DEM Partiyê diyar bû

    Polîsan bi ava şit û xaza îsotê êrîşî CHPiyan kir

    Polîsan bi ava şit û xaza îsotê êrîşî CHPiyan kir

    Ji DEM Partî û KCDK-Eyê peyamên Cejna Qurbanê

    Ji DEM Partî û KCDK-Eyê peyamên Cejna Qurbanê

    Li Stenbolê serdana goristanan hat kirin

    Li Stenbolê serdana goristanan hat kirin

    Mazlum Abdî li Hewlêrê bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî

    Mazlum Abdî li Hewlêrê bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî

    Piştî rexneyên Ocalan pirtûka Kurdî nivîsand

    Piştî rexneyên Ocalan pirtûka Kurdî nivîsand

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Suriyeyê ji Rejîma Baasê heta HTŞê çi guherî?

Navenda Nûçeyan/ AW

26 GULAN 2026 - 13:33
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Pergala parlamentoyê ya bi pêşengiya HTŞê ve hatiye avakirin her çend bi gotina ‘guherîn’ hatibe pêşkêşkirin jî ji ber pergala navendî, modela hilbijartinê û temsîliyeta îradeya gel cihê nîqaşê ye. Sînordarkirina îradeya Kurdan jî cihê rexneyan e ku heman nêzîkatî wekî berdewamiya feraseta Baasê tê dîtin.

Li gorî nûçeya NUJINHAyê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ku bingeha ji HTŞê digire, bi polîtîkayên xwe înkar û tunehesibandinê ku mîna berdewamiya rejîma Baasê tê dîtin. Astengî, zext, înkar, binpêkirina îradeyê û polîtîkayên navendî nîşan didin ku nav guhertibe jî cewher wekî xwe maye.

Li Sûriyeyê pergala hilbijartinê bi awayekî navendî û ji gel cuda dihat meşandin. Navê ‘Parlamentoya Komara Ereb a Sûriyeyê’ jî ji xwe karektera vê pergalê derdixe holê. Pergala parlamentoyê ku li ser modela dewletê ya bi yekî, unîter û ji yek navendê tê birêvebirin heye. Ji vê yekê re ‘Meclîsa Gel’ tê gotin lê belê di pratîkê de tu dem pergaleke ku îradeya rast a gel û nûnertiya wê diteyîsîne ava nebûye. Li Sûriyeyê sazûmaniya netew-dewletê, ne li ser bingeha beşdariya demokratîk e, li ser otokratik e, yek mêr û yek nêzîkatiya malbetê şekil girtiye. Dîplomatê DYEyê Tom Barrack diyar dikir ku sazûmaniya dewletê li Rojhilata Navîn ne li ser hilbijartin û demokrasiyê, fikrê ku li ser eşîr, malbatên bi hêz û fîgurên lîder tê meşandin hakim e. Ev nêzîkatî dibe ku weke nêzîkatiyeke çanda siyasî bi navê gel biryar ji jor ve werin diyarkirin normal were xwendin. Di nava vê pergalê de jin weke beşa jêr ku ji qada siyasî dûr tê hiştin tê dîtin.

Di rejîma Baasê de pergala parlamentoyê

Rejîma Baasê bi fîîlî bi derbeya 1963an dest pê kir. Lê belê sazûmaniya parlamenteriyê ya saziyê di dema Hafiz Esed de rûnişt. Di nava vê pêvajoyê de, bi hilbijartinên dawî ku di 2024an de hatin kirin re, bi giştî 13 hilbijartinên parlamentoyê çêbûn. Di dema 2025-2026an de jî di pêşengiya Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) pergala demkî ya parlamentoyê hat avakirin. Malbata Esed di 51 salên ku li desthilatdariyê ma de, hemû saziyên dewletê girt bin kontrola partiya Baas. Parlamento, daraz, artêş, mekanîzmaya parastinê û pergalên îstîxbaratê rasterast bi awayê girêdayî rejîmê di xebitî. Esad hemû erkan dabû destên malbata xwe. Vê rewşa bi destûra bingehîn a 1973an bi destûra bingehîn girt bin temînatê. Partiya Baasê bi awayekî destûrî weke ‘hêza lîder a civak û dewletê’ hat îlankirin. Bi vî awayî rejîm bû otorîteya tekane ya biryardayînê.

Di parlamentoya xwedî 250 kursî de lîsteyên namzedan di asteke mezin de ji aliyê Baasê ve dihatin diyarkirin, kesên ku beşdarî hilbijartinê dibûn divê li ser xeta rejîmê bûna. Di teoriyê de muxalefet hebû lê belê tu deman qadeke rast a siyasî nedît. Di 2012’an de ragihand ku bi guherîna destûrî derbasî pergala pirpartî bûne lê belê di asteke mezin de ev guherîn sembolîk ma. Partiyên ku rejîmê rexne dikirin, ji derveyî pergalê hiştin. Partiyên Kurd jî di nava vê de bûn. Her çendî bi awayek teknîkî pergeleke pir partî hatibe avakirin jî navenda hêza siyasî nehat guhertin û dîsa di kontrola Baasê de ma.

Hilbijartinên parlamentoyê dihatin kirin lê belê lîsteyên namzedan ji aliyê rejîmê ve dihatin palandin. Li herêmên Kurd û qadên muxalîf gelek deman dengdan nedihatin kirin. Beşdariya Sûryeyiyên li derveyî welat ji bo hilbijartinan gelek sînordar bû. Kampanyayên hilbijartinê di bin çavdêriya Baasê de dihatin meşandin, danîna sindoqan û kar û barên hejmartina dengan ji aliyê kadroyên nêzî rejîmê ve dihat kirin.

Dema HTŞê: Guherîn e yan berdewamkirin e?

HTŞê di meha Kanûna 2024an de rejîma Esad hilweşad û ket cihê wê. Her çendî di rastiyê de propagandaya, rejîma Baasê hilweşiyaye were kirin jî sazûmaniya heyî di asteke mezin de wek heyî ma. Navê Komara Ereb a Sûriyeyê hat parastin, hikûmeta demkî hat avakirin û destûra bingehîn a demkî hat amadekirin. Di destûra bingehîn de îbareyên der barê komkujiyên ku Osmaniyan li ser civaka Ereb kirin derxistin. Di mufredatên perwerdeyê de guhertin hatin çêkirin û roja şehîdan hat rakirin. Ji derveyî vê piranî pergala destûra bingehîn weke xwe ma. Zagona hejmar 107 ku beriya rejîma Esad bikeve û mafê kêmeneteweyan nas dike, li ber pêşketina rêveberiyên xwecihî veke di meriyetê de ma. Biryarnameyên ku Colanî derxistin li ser vê hatin zêdekirin. Piranî guherîn bi vê re sînordar ma.

Pergala parlamentoyê dest guherand. Cihê malbata Esad, Colanî û kadroyên wî girtin. Rejîm dîsa bi fikrê Baasê berdewam kir lê belê vê carê nêzikatiya Baasê ya Sunî derket ser holê. Hejmara kursiyan ji 250an daket 210an. Ji vana 70 rasterast ji aliyê Colanî ve dê werin tayînkirin. Endamên din ên mayî jî dê li ser delege û lijneyên ku lijneya Hilbijartina Bilind a girêdayî Colanî li herêman hatiye avakirin dê were hilbijartin. Ango li vê derê manevrayeke siyasî û dûvedirêj dikeve dewrê. Di daxuyaniyê fermî de her çendî were gotin ku tenê dê 70 kes ji aliyê Colanî ve werin diyarkirin, di pratîkê de bi temamî 210 parlamenter, di kontrola Colanî û kadroyên wî de dê werin diyarkirin. Îradeya gel û beşên civakî yên cuda yên li Sûriyeyê bi tu awayî di pêvajoyê de nateyîse. Versiyona Sunî ya pergala Baasê ya antî-demokratîk, demokratîk nayê dîtin. Heta dikare were gotin ku di hinek aliyan de paşvetir dikeve.

Rejîma Baasê di parlamentoyê de pergala kotayê bi kar dianî. Li gorî wîlayetan herêmên hilbijartinê ava kiribû. Mînak 14 kursî ji wîlayeta Hesekê re hatibûn veqetandin. Her wiha ji bo hinek komên pîşeyî yên wek ‘karker’ û ‘cotkar’kotayên taybet hebûn. Ji 250 kursiyên li parlamentoyê re 127 kursî ango ji sedî 51 ji bo karker û cotkaran hatibûn veqetandin. 123 kursiyên mayî jî ji beşên din ên civakê re bûn. Ev pergal ji gotina berê ya Baasê ya ‘Gelperwer-sosyalîst’ mîras mabû. Di teoriyê de dihat hedefkirin ku piraniya parlamentoyê, ji beşên kedkar pêk were. Lê belê di pratîkê de pergal wiha nemeşiya. Rejîma Baasê pênasekirina karker û cotkaran nerm kir, karsazên nêzî rejîmê, serokên eşîran û navên ku bikaribe bi kar bîne li ser van katagoriyan birin parlamentoyê. Ev yek veguhrand mekanîzmaya kontrolê.

Rexneya ‘modele hilbijartina girtî’

Di rejîma Colanî de jî pergala kursiyan a li gorî wîlayetan hat cudakirin heye. Hejmara kursiyan a ji bo wîlayeta Hesekê veqetadniye 15 ye, ji vana 10 jê qaşo dê ji aliyê gel ve werin diyarkirin, 5 ên mayî jî dê ji aliyê Colanî ve werin diyarkirin. Her wiha hilbijartinên parlamentoyê li ser delege û quralên ku Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a girêdayî Colanî li herêma ava kiriye tê meşandin. Ev lijne û delege namzedan diyar dike. Bi awayekî xwezayî balê dikşîne ku ev nav divê ji kesên nêzî HTŞê bin û siyaseta wî qebûl bikin. Di sindoqên ku ji bo namzedên hatin diyarkirin li mekanên girtî hatin danîn, kar û barên dengdanê jî dîsa li ser kesên ku wan bi xwe diyar kirine didin meşandin. Gelek welatên Ewropayê vê modelê û pêkanînê weke zemîna derbasbûna demokrasiyê dibînin. Her wiha pergaleke evqas girtî ya navendî, weke zemîna demokrasiyê dîtin, mijarek cidî ya nîqaşan e.

Rejîma Baasê girîngî dida ku di parlamentoyê de dîmenê yek mezhebî ava nebe. Hinek navên ji Sunî, Xirîstiyan, Durzî û civakên cuda digirtin parlamentoyê. Lê belê ev bi temamî kesên nêzî xeta rejîmê bûn. Rejîma Colanî jî di heman xetê de dimeşe di vê mijarê de cudahiyek nayê dîtin.

Nûnertiya Kurdan tê nîqaşkirin

Di dema Baasê de jî tu caran bi destûrî û fermî kotayek nedan Kurdan. Her wiha piştî serjimêriya nifusê ya 1962’an, bi hezaran Kurd ji welatîbûnê hatin derxistin. Kurd salên dirêj ji mafên xwe yên bingehîn ên welatîbûnê bêpar man. Li parlamentoyê hejmarek gelek kêm parlamenterên Kurd hebû lê belê piranî ji kesên nêzî Baas pêk dihatin. Îradeya Kurd a serbixwe ku nûnertiya daxwazên siyasî ya civaka Kurd bike tu deman cih negirt.

Di rejîma Colanî de jî bi awayek kota tenê 4 kursî dan Kurdan. Ji bo Kurdên ku ji beşek girîng a nifûsê pêk tê tenê dayîna 4 kursiyan sembolîk û kêm e. Bi temamî 4 kursiyên hatine veqetandina da ENKSê. Di 2ê Sibata 2026an de heyeta ENKSê ya bi pêşengiya Muhammed Îsmaîl, bi Wezîrê Karên Derve yê HTŞê Esad Hasan Şeybanî re li Şamê hevdîtin kir û ragihand ku der barê mafên Kurdan ê destûrê de hevdîtin kirine. Li gel vê pergala hilbijartinê û naveroka wê hevdîtinê zêdetir bû mijara nîqaşan. Îradeya Kurdan tenê di 4 kursiyan de asê kirin û 4 kursî dan ENKSê ku di nava gelê Kurd de nayê pejirandin. Ev yek nîşan dide ku HTŞ di polîtîkaya înkara Kurdan de îsrar dike. Ji ber vê gelê Rojava û partiyên siyasî yên Kurd, di aliyê ku ENKS, polîtîkayên Kurd ên HTŞê erê kirine û yekîtiya Kurdan parçe kirine tesbît û rexne dikin. Li Rojava Kurdan 15 salan xwedî li îrade û ezmûna ku bi dest xistine derketin, hilbijartinên rejîma ku Kurdan bi awayekî siyasî nas nake û tune dihesibîne boykot kirin.

Nûnertiya jinan bi paş ket

Di mijara nûnertiya jinan de, rejîma Baasê bi temamî tabloyeke sifir ava nekir, yek ji sedemên vê yên bingehîn nêzikatiya Baasê ya li ser delegeyan siyaset bide meşandin bû. Di heman demê de daxwaza ku dîmenê dewletek nûjen û sekuler bide derve di vê yekê de bi bandor bû. Di parlamentoya 250 kursî de, nêzî 28-33 parlamenterên jin hebûn. Ev jî dihat wateya nûnertiya di navbera ji sedî 11-13’an de. Lê belê beşek mezin a jinên diçûn parlamentoyê, dîsa ji navê kesên ku li ser xeta rejîmê pêk dihatin bû. Ango hebûna nûnertiya jinan her çendî bi awayekî hêjahî de hebe jî di aliyê siyaseta jinên serbixwe de pergalek sînordar hebû.

Rejîma Colanî jî tevî ku demkî ye, di qonaxa destpêkê de tê dîtin ku di mijara jinan de di polê de maye. Di parlamentoya xwedî 210 kursiyan de heta niha tenê 6 jin cih digrin. Ev rêje nêzî ji sedî 4. Ev tablo, qenaeta ku rêveberiya demkî ya Colanî modelek wekî ya Efganistanê aniye Sûriyeyê bi hêz dike. Yek ji rêgezên bingehîn ku asta demokrasiyê ya vî welatî diyar dike cihê jinan ê nûnertiya siyasî û civakî ye. Dema di vî alî de lê were mêzekirin, tê dîtin ku rêveberiya demkî ya Colanî di mijara nûnertiya jinan de gelek li paş maye.

Pergal hat guhertin lê sazûmanî heman ma

Piştî tabloya 51 salan derket holê, di hilbijartina parlamentoyê ya dawî ya dema Baasê di 2024an de hat kirin, piraniya Baasiyan û mutefîkên xwe meclîsa gel careke din dagir kirin. Lê belê vê carê, pergala despotîk ku îradeya gelê Sûriyeyê û yekîneyan tune dihesibîne, bû yek ji sedemên bigehîn ku dawiya rejîma Baasê amade dikir.

Modela parlamentoyê ku HTŞ û komên bi çek ên bi wî re tevdigerin ava kirine, rû bi rûyî heman rexneyan in. Nirxandinên di aliyê ji ber nebûna nûnertiya rastîn a komên civakî li Sûriyeyê, dûrxistina jinan ji qada siyasî û rêbazên hilbijartinê yên ku îradeya gel sînordar dikin, ev pergal di demek dirêj de dê encamek pir cuda ji yên rejîma Esed nejî ev yek ji niha ve tên kirin.

Dema herdu rejîm werin ber hev, tê dîtin ku di navbera wan de wisa cudahî tune ne. Ya esasî hatiye guhertin ne rejîma Baasê ye, kadroyên ku dewletê bi rê ve dibin û hevsengiyên mezhebî ne. Dema di aliyê jinan de were mêzekirin, tê dîtin ku guherînên mezin nehatine jiyîn. Di demên Esed de jinên ku ketine parlamentoyê ji navên ku poltîkayên rejîmê erê kiribin pêk dihat. Îro jinên ku di lîdertiya Colanî de ketin parlamentoyê jî ji navê kesên ku xeta HTŞê qebûl dikin pêk tê. Ji ber ku di aliyê gelek kesan de her çendî weke pergal hatibe guhertin were dîtin jî di bingehê de heman pergala navendî û antî-demokratîk didome.

Etîket: Hikûmeta Demkî ya SûriyeyêHTSNUJINHASîtî Roz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Demildest Betul Alluş ji destê HTŞê rizgar bikin’

‘Demildest Betul Alluş ji destê HTŞê rizgar bikin’

14 GULAN 2026
Zêdetirî 200 dîlgirtî di girtîgehên hikûmeta demkî de ne

Zêdetirî 200 dîlgirtî di girtîgehên hikûmeta demkî de ne

10 GULAN 2026
‘Entegrasyona Sûriyeyê ji ber bandora Tirkiyeyê giran dimeşe’

‘Entegrasyona Sûriyeyê ji ber bandora Tirkiyeyê giran dimeşe’

30 NÎSAN 2026
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Şara re civiyan

Xalên hevdîtina Şara û Ebdî: Ziman, nasname, parastin û vegera koçberan

19 NÎSAN 2026
YPJ: Sûriye erênî nêzî beşdariya YPJê bûye

YPJ: Sûriye erênî nêzî beşdariya YPJê bûye

2 NÎSAN 2026
‘Bi nenaskirina hebûna Rojava re ne pêkan e pirsgirêk çareser bibin’

‘Bi nenaskirina hebûna Rojava re ne pêkan e pirsgirêk çareser bibin’

2 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Heyeta DEM Partiyê ev 53 roj in bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye

    Abdullah Ocalan: Çarçoveya qanûnî dikare bingeha pêvajoyê ava bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Piştî rexneyên Ocalan pirtûka Kurdî nivîsand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sembola çand, ked û afirîneriya jinan: Mehfûr

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 26ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê serdana goristanên cangoriyan hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Yenî Yaşamê 8 saliya xwe pîroz kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Hikûmetê civak perîşan kiriye, em nikarin tiştekî bikirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dûran Kalkan: Dewletê nexşerê binpê kir, pêvajo wiha nameşe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê du malbat li hev anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (677)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne