• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hevseroka Giştî ya DBPê: Divê dewlet êdî pênaseya Rêber Ocalan bike

    Hevseroka Giştî ya DBPê: Divê dewlet êdî pênaseya Rêber Ocalan bike

    ‘Em kujerên Denîz Poyraz û hêzên li pişt wan nas dikin’

    ‘Em kujerên Denîz Poyraz û hêzên li pişt wan nas dikin’

    Denîz Poyraz li Enqereyê hat bîranîn

    Denîz Poyraz li Enqereyê hat bîranîn

    Denîz Poyraz hat bibîranîn: Em ê bi têkoşînê aştiyê bînin

    Denîz Poyraz hat bibîranîn: Em ê bi têkoşînê aştiyê bînin

    Birayê Murat Karayilan jiyana xwe ji dest da

    Birayê Murat Karayilan jiyana xwe ji dest da

    Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn

    Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hevseroka Giştî ya DBPê: Divê dewlet êdî pênaseya Rêber Ocalan bike

    Hevseroka Giştî ya DBPê: Divê dewlet êdî pênaseya Rêber Ocalan bike

    ‘Em kujerên Denîz Poyraz û hêzên li pişt wan nas dikin’

    ‘Em kujerên Denîz Poyraz û hêzên li pişt wan nas dikin’

    Denîz Poyraz li Enqereyê hat bîranîn

    Denîz Poyraz li Enqereyê hat bîranîn

    Denîz Poyraz hat bibîranîn: Em ê bi têkoşînê aştiyê bînin

    Denîz Poyraz hat bibîranîn: Em ê bi têkoşînê aştiyê bînin

    Birayê Murat Karayilan jiyana xwe ji dest da

    Birayê Murat Karayilan jiyana xwe ji dest da

    Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn

    Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Erdnîgariya Şirnexê bi talankirina daran, lêgerîna madenê û çêkirina bendavan tê tunekirin

Mahmût Altintaş / AW

14 ÇILE 2025 - 08:08
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Şirnex – Li Şirnexê birîna daran bi salan e berdewam dike û bi hezaran donim qadên daristanan hatiye talankirin. Ji bilî birîna daran jî erdnîgarî û xwezaya bajêr bi lêgerîna madenê û çêkirina bendavan tê tunekirin. Bi çêkirina bendavan cihên dîrokî tên tunekirin.

Yek jî bajarê Bakurê Kurdistanê ku herî zêde ji polîtikayên dewletê ya valakirina gundan bandor bû ye Şirnex e. Di salên 1990î de li Şirnexê û navçeyên wê gelek gund hatin valakirin. Welatiyên ku neçar man ji gundên xwe koçber bibin bi salan e ji ber qedexeyan nikarin vegerin gundên xwe. Piştî valakirina gundan zêdeyî 30 sal in ketin û derketina li 14ê gundên li quntarê Çiyayê Cûdî, 22 gundên li Çiyayê Besta û 26 gundên li Çiyayê Gabarê bi temamî hatine qedexekirin. Li gundên ku bi hinceta “Ewlehiyê” hatinê qedexekirin ji şîrketên madenê û kesên ku daran talan dikin re rê hatiye vekirin. Gund, çiya û warên Şirnexê ku ji welatiyên wê re qedexe ye, bûyê cihê talana xwezayê û birîna daran. Birîna daran li Çiyayê Cûdî, Gabar, Besta û li herêma Komete ya navçeya Elkê heta Çoltera gundê Elemûnê ya navçeya Qilebanê belav bû. Ji bilî birîna daran jî xwezaya Şirnexê bi destê şîrketên madenê tê talankirin.

10 hektarên qada daristanê ji wesfa daristanê derketin

Birîna daran li Şirnexê bi salan e di rojevê de ye. Ji sala 2018aan ve bi taybetî li Cûdî, Gabar û Besta yên Şirnexê birîna daran berdewam dike. Li gor daneyên Tevgera Ekolojiyeya Mezopotamyayê mehê 50 hezar dar li Şirnexê tên birîn. Darên ku li Şirnexê tên birîn jî ji bo firotinê ji bajarên cuda re tên şandin. Ji qadên bi daristan ên Şirnexê ku hatine birîn, bi giştî milyonek û 348 hezar û 535 hektarên daristanê hate hesibandin. Qada bêdaristan jî weke 5 milyon û 401 hezar û 417 hektar hate tespîtkirin. Ji dawiya sala 2023yan ve piştî sînorên daristanan hatin diyarkirin û di qeydên tapûyê de cih girtin, qada bi daristan a Şirnexê ya giştî weke 172 hezar û 286 hektar hate diyarnkirin. Ji van 186 hezar û 130 hektar jî hate tescîlkirin. Di heman demê de 10 hektarên qada daristanê ji wesfa daristanê derketin û derxistin derveyî sînorê daristanan.

Şîrketên madenê li Şirnexê zêde bûn e

Di van salên dawî de herêma Şirnexê ku her ji 15 rojan careke ji aliyê walîtiyê ve bi hinceta “Ewlehiyê” tê qedexekirin ji şîrketên madenê yên nêzî hikumetê re rê tê vekirin. Hemû navçeyên Şirnexê bi kana komir, kevir, çîmento û madenan hatiyê kolandin û ew yek dibe sedema qirêjbûna hewayê û talankirina xwezayê. Şîrketên madenê yên bi navê Acar, Ozdaglar, Sîhan, Evrensel, Ozel, Goksad, Oz Kardeşler, Taşar, Geliş, Şirnak Afa, Bolunmez Grup, Eloş, Divin Madencîlîk ji hin van şîrketa ne. Xwezaya Şirnexê ji aliyê van şîrketan ve tê talan kirin pêşkeşî rantê hatiyê kirin. Li navçeya Qilebanê di 21’ê kanûna 2021’an de 54 hezar 009.77 hektar an ku 540 hezar 097.7 donim qada xwezayî, 250 hezar ton çînko û risas û 2 milyon û 400 hezar ton madenê sifirê û kargeha wê dan îhaleyê. Cihê madenê ku 73 hezar û 100 hektar e ji sedî 75ê Qilebanê ye. Bi vê yekê rasterast qada jiyanê ya şêniyên herêmê tê sînordarkirin. Wezareta Bajarvanî û Hawîrdorê jî li navçeyên Cizîr, Qileban, Hezex, Silopiya û Elkê li 22 herêman bêyî hewcehî bi rapora ÇEDê bibîne, destûra lêgerîna madenê da.

Li navenda Şirnexê ji Kana Kalkerê û Tesîsa Seridandin û Şikandinê re, li gundê Avgamasiya ya Şirnexê ji Tesîsa Paketkirin û Depokirina Komirî re, li gundê Navyan ê girêdayî navenda Şirnexê, li Tesîsa Sterîlîzasyon a Beravêtiyên Tibî yên li Herêma Senayî ya Organîze ya Cizîrê re û li navçeya Hezexê ruhseta lêgerîna petrolê hate dayîn.

Xetereyên santrala Hidroelektrik û Termîk

Ji bilî birîna daran û lêgerîna madenan santralên Hidroelektrik jî jiyana mirovan dixe xetereyê. Ji bo Çemê Robozik a giredayî gundê Şivişk a navçeya Qilebanê biryar hat dayin ku bi kapasîteya 2.322 MW Santrala Hîdroelektrîk a Balli were avakirin. Li gor lêkolînan santrala Hîdroelketrîk zerarê dide ekosîstema herême û kêm buna avê. Li navçeya Silopiyayê jî santrala Termik di sala 2009an de dest bi hilberandinê kiriyê. Tevahiya navçeyê ji santralê bandor dibe. Piştî santrala Termik hejmara kesên ku li nexweşiya penceşêrê dikevin li navçeyê zêde bû ye. Her wiha zerara wê li ser hewirdor û sewalan jî zêde ye.

Kanên xîzê yên li Cizîrê jiyanê dixe xetereyê

Li ser Çemê Dîclê ya navçeya Cizîrê gelek kanên xîzê hatine vekirin. Tevî ku Wezareta Hewirdor û Bajarvaniyê di 8ê Kanûna 2007an de destûrdayina vekirina kanên xîz û xîçê batal kiriyê jî li ser Çemê Dîcleyê kanên xîzê tên vekirin. Kanên xîzê ku ne ruhseta wan heye û ne jî destûra wan a ÇEDê heye nayên girtin û xebatên xwe berdewam dikin. Kanên xîzê jiyana zindiyan û xwezayê jî dixe xetereyê. Kana xîzê ku li ser Çemê Dicleyê ya nezî li taxa Çemkûrk a navçeya Cizîrê rê li ber xetereya jiyana mirovan û sewalan vedike. Ji ber xebatên kana xîzê çem kûr bûye û welatiyên ku dixwazin bikevin çem jî bi xeniqandinê re rû bi rû dimînin. Du sal berê jî du zarok li taxa Çemkûrkê di çem de xeniqîn.

Bi bendavan cihên dîrokî di bin avê de tên hiştin

Li navçeya Qilebanê 6 bendav hatine çêkirin. Li ser rûbarên ku ji gundên Hîlal, Ziravik, Nêrweh, Bilih, Kiror û Roboskî re derbas dibin bendav hatin çêkirin. Her wiha Saziya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) li ser Çemê Dîcleyê heta niha 9 bendav çêkirin. Bendavê 10emîn jî tê plankirin ku di navbera bajaroka Qesrikê yê ser bi navenda Şirnexê û gundê Misûriyê yê bi ser navçeya Cizîrê ve bê çêkirin. Bendava ku Wezarata Karên Avê û Daristanan û Midûriyeta Giştî ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) projeya wê amade kir, di 29ê Nîsana 2019an de ji aliyê ÇEDê ve hat erêkirin. Li cihe ku bendav bê çêkirin çend meh berê xebatan dest pê kir. Tê plankirin ku ew bendav piştî bendava Ilisû ya ku Heskîf di bin avê de hişt bibe bendava 2yemîn a herî mezin. Îhaleya bendavê jî di 16ê Sibata 2023yan de ji aliyê Şîrketiya hilberîna ceyranê ya CB ve hat girtin û ji aliyê wê şîrketê ve bendav wê bê çêkirin. Cihê ku bendav lê bê çêkirin gelek cihekî dîrokî ye û bi çêkirina bendavê re ew dîrok jî wê di bin avê de bimîne. Peykerê Bûk û Zava yê li ser kevirekî li ser çem hatiye çêkirin û Pira Xan Mehmûd wê di bin avê de bimîne.

Etîket: BestaÇiyayê CûdîCizîrGabarŞirnextalankirina daran
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hevseroka Giştî ya DBPê: Divê dewlet êdî pênaseya Rêber Ocalan bike

Hevseroka Giştî ya DBPê: Divê dewlet êdî pênaseya Rêber Ocalan bike

17 HEZÎRAN 2026
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em ê bi hêza xwe gav bi dewletê bidin avêtin

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em ê bi hêza xwe gav bi dewletê bidin avêtin

16 HEZÎRAN 2026
Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Cizîrê û Hezexê bi gel re civiya

Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Cizîrê û Hezexê bi gel re civiya

16 HEZÎRAN 2026
DEM Partiyê li Cizîrê du malbat li hev anî

DEM Partiyê li Cizîrê du malbat li hev anî

15 HEZÎRAN 2026
Nobeta edaletê ya kedkarên ji kar hatine dûrxistin didome

Nobeta edaletê ya kedkarên ji kar hatine dûrxistin didome

12 HEZÎRAN 2026
Kedkarên ji kar hatine dûrxistin dest bi nobeta edaletê kirin

Kedkarên ji kar hatine dûrxistin dest bi nobeta edaletê kirin

5 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Hevserokê ÇMOyê Nevroz Kavak: Divê projeya bîrên petrolê zû were sekinandin

    Hevserokê ÇMOyê Nevroz Kavak: Divê projeya bîrên petrolê zû were sekinandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 17ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Lihevkirina Amerîka û Îranê demkî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şervana YPJê Kînda Brûsk Mûş hate bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nexweş û bêhal e lê nayê berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Wanî: Aştî gula civakê û welat e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mezlûm Ebdî gihîşt Ewropayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bi tenê siyasetê ev pirsgirêk çareser nabin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Birayê Murat Karayilan jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (497)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne