• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nobeda ji bo Rojava di roja 3yem de didome

    Nobeda ji bo Rojava di roja 3yem de didome

    Dayikên Aştiyê: Têkoşîna gelê Kurd têkoşîna azadî û demokrasiyê ye

    Dayikên Aştiyê: Têkoşîna gelê Kurd têkoşîna azadî û demokrasiyê ye

    Hevşaredar û endamên meclîsan meaşên xwe bexşî Kobanê kirin

    Hevşaredar û endamên meclîsan meaşên xwe bexşî Kobanê kirin

    Keskîn Bayindir: Divê gelê me bi ruhê seferberiyê têbikoşe

    Keskîn Bayindir: Divê gelê me bi ruhê seferberiyê têbikoşe

    Li dijî MAyê êrişên sîber tên kirin

    Li dijî MAyê êrişên sîber tên kirin

    Li Îdirê meş: Rojava hêviya gelê Kurd e

    Li Îdirê meş: Rojava hêviya gelê Kurd e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Êrişên li ser Rojava li Mûşê hate protestokirin

Mûş / AW

28 ÇILE 2026 - 16:00
Kategorî: ROJANE
A A
Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê ji bo protestokirina êrişên li ser Rojava civîneke gel pêk anî. Piştî civînê welatî meşiyan û daxuyanî hat dayîn.

Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê li dijî êrişên li ser Rojava civîna gel pêk anî û piştî civînê jî meşek li dar xist. Civîna gel li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mûşê hat lidarxistin û endam û rêveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên demokratîk tev li bûn.

Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Mûşê Sumeyye Boz di civînê de axivî. Sumeyye Boz diyar kir ku êrişên li ser Rojava êrişek li dijî destkeftiyên gelê Kurd in û got: “Aliyekî van êrişan tevgera Kurd û rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hedef digire. Bi van gavan hewl didin gelê Kurd ‘bêrêber’ bikin. Em ê têkoşîna xwe li dijî vî şerê taybet berfireh bikin.”

Civîn bi nêrîn û pirsên beşdaran berdewam kir. Welatiyên beşdarî civînê bûn dubare kirin ku ev êriş, gelê Kurd û destkeftiyên wan hedef digirin. Civîn piştî beşa pirs û bersivan bi dawî bû.

Piştî civînê, girse ji avahiya DBPê heta Meydana Kobanê meşiya. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava rûmeta gelê Kurd e” hatin berzkirin û girseyê bi çepikan êriş protesto kirin.

Li Meydana Kobanê Sumeyye Boz axaftineke kurt kir û ev tişt got: “Gelê Kurd berxwedana li Rojava li her derê belav dike û em ê vê yekê li Mûşê jî bidomînin. Ji bo têkbirina hişmendiya hov a wan çeteyan hêz û baweriya herî xurt Kurd û jinên Kurd in. Ev wehşeta ku tê kirin, bi girêdana kiravatan nayê veşartin. Ma ji bo xwînmijekî pêşkeftin e ku çetel bikar bîne? Em dizanin ku ev zîhniyeta ku kravatan li xwe dike, ronahiyê bi xwe re nayne. Ev sîstema ku wan daniye pêşiya me ne hêvî ye û ne jî îradeya jiyanê ye.”

Çalakî bi lêdana çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: Rojava
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Hevşaredar û endamên meclîsan meaşên xwe bexşî Kobanê kirin

Hevşaredar û endamên meclîsan meaşên xwe bexşî Kobanê kirin

28 ÇILE 2026
Keskîn Bayindir: Divê gelê me bi ruhê seferberiyê têbikoşe

Keskîn Bayindir: Divê gelê me bi ruhê seferberiyê têbikoşe

28 ÇILE 2026
Li Îdirê meş: Rojava hêviya gelê Kurd e

Li Îdirê meş: Rojava hêviya gelê Kurd e

28 ÇILE 2026
Platforma Tenduristiyê: Deriyan vekin, em xwe bigihînin gel

Platforma Tenduristiyê: Deriyan vekin, em xwe bigihînin gel

28 ÇILE 2026
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît: Ev êriş encama komployeke navdewletî ye

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît: Ev êriş encama komployeke navdewletî ye

28 ÇILE 2026
Xelkê Ebexê ji bo Rojava meşiya: Dilê me li Rojava lêdide

Xelkê Ebexê ji bo Rojava meşiya: Dilê me li Rojava lêdide

28 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (1400)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne