Fermandara YPJê Rohilat Efrîn bang li gelê Kurd ê li Ewropayê kir ku ji bo piştevaniyê berê xwe bidin Rojava û daxwaz kir ku tev li meşa îro ya li Dortmundê bibin.
Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn bi rêya dîmenekî bang li Kurdên li derveyî welat kir. Efrîn xwest ku hemû gelê Kurd û dostên wan tev li meşa îro ya li bajarê Dortmunda Almanyayê bê lidarxistin, bibin. Efrîn li ser navê Fermandariya YPJê û tevahî şervanên li Rojavayê Kurdistanê berxwedana li Ewropayê silav kir û xwest ku ji bo piştevaniya gelê Rojava hemû dakevin qadan. Efrîn wiha got: “Rojava bi meş û germahiya we, xwe bi tenê nedît. Bila hemû ciwan û jinên Kurd bi yek deng, rih û îradeyê berê xwe bidin qada Rojava. Ev roj û dem ên rûmet, azadî û xwedîderktina li axê ne.”
Rohilat Efrîn da zanîn ku ew ê her li hemberî dijminên xwe biryara jiyan û îradeya azad bidin û ev daxwaz kir: “Em ji gelê xwe dixwazin dûrî provokasyonên ku di meşan de tên kirin, bikevin.”













