Festîvala Fîlman a Amedê ya 3yemîn li Çand Amedê dest pê kir. Endamê Komîteya Amadekar Sîpan Dagdevîren diyar kir ku bi vê festîvalê tenê fîlman nîşan nadin; em ji sînemaya heqîqetê re qadekê vedikin û got: “Ev festîval, ew ê ji sînemagerên siberojê re rê veke; ew ê çîrokên îro bigihîne siberojê.”
3yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê ku bi mêvandariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi organîzetoriya Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sinebîrê dê di navbera 7-14ê Kanûnê de bê lidarxistin li Çand Amedê dest pê kir. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn di nav de hevşaredarên navçeyên Amedê, nivîskar, derhêner, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî bi sedan kes beşdarî bernameya Festîvala Fîlman a Amedê ku bi dirûşma “Dinya bi çîrokan tê ba hev” tê lidarxistin bûn.
Pêşangeha ‘Ji Rê’ hate pêşkeşkirin

Festîval bi pêşkeşkirina pêşangeha “Ji Rê” dest pê kir. Beriya pêşangehê performansa “Kevirê dawî” hate pêşkeşkirin. Di pêşangeha têkel a li ser serpêhatiya fîlmê “Rê (Yol)” yê Yilmaz Guney hatiye avakirin de xebatên gelek hunermendan cih girtin. Kuratorên pêşengehê Mahmût Wenda Koyûncû û Remzî Sever in. Girse piştî li pêşangehê geriya derbasî eywana ku konser lê bê lidarxistin bû. Li eywanê bi zaravayên kurmancî û kirmanckî yên Kurdî û bi Tirkî pankartên “Dinya bi çîrokan tê ba hev” hatin daliqandin.
‘Piştî heş salên dirêj li dor rasteqîniyekê careke din gihîştin hev’

Endamê Komîteya Amadekar a Festîvala Fîlman a Amedê Sîpan Dagdevîren ku li ser navê komîteyê axivî, diyar kir ku piştî heşt salên dirêj, îro li nava Amedê, li dor rasteqîniyekê careke din gihîştin hev û wiha got: “Ev heqîqeteke wiha ye ku gotina aştiyê venaşêre banga edaletê napispisînenlê berevajiyê vê, bi dengê bilind dibêje. Em jî we vedixwînin ba vê gotina wêrek, nava vê rêwîtiya hevpar. Me got ‘Dinya bi çîrokan tê ba hev’, lewre, çîrok tenê nayên vegotin; ew mirovan dikin yek û rê vedikin. Û îro li vir, li bin esmanê Amedê em çîrokeke nû çê dikin û ava dikin. Ne li ber roniya çirayê; li dor rasteqîniyeke ku bikare ronî bide hemû cîhanê…
Bi berdewamiya festîvalê, her fîlmê ku em ê lê temaşe bikin, her sehneya ku em ê nîqaş bikin, her derhênera û derhênerê ku em ê lê guhdarî bikin, ew ê noteyeke nû, nefeseke nû û şahidiyeke nûya vê heqîqetê çêke. Perde, ew ê ji bo vê bên vekirin, Ronî, ew ê ji bo vê bê pêxistin.”
‘Ev festîval dê ji sînemagerên siberojê re rê veke’
Sîpan Dagdevîren spasiyên xwe pêşkeşî hemû sazî, dezgehên sivîl û kesên dilxwaz û kesên keda wan di amadekirina festîvalê de derbas bûne kir û wiha berdewam kir: “Em bi vê festîvalê tenê fîlman nîşan nadin; em ji sînemaya heqîqetê re, ji ya wijdan, azadî, berxwedan û aştiyê re qadekê vedikin. Ev festîval, ew ê ji sînemagerên siberojê re rê veke; ew ê çîrokên îro bigihîne siberojê.
Em mîrateya sinemaya van xakan ji bîr nakin
Em mîrata sînemaya van xakan jî ji bîr nakin; Ew agirê ku ji sînemaya şoreşger a Yilmaz Guney ji me re maye… Vegotina sînemaya Sirri Sureyya Onder, cesareta Xelîl Dag ku li çiyayan jî bi kamerayê xwe digirt, fedakarîya Mehmet Aksoy ku bi gelê xwe re meşîya, wijdanê Taha Kerîmî yê ku dijberê şer, Keda Zîlan Hamo û Masîroyê ku çîrokên azadiyê li sînemayê dadigerînin… Em îro roniya wan hildigirin.”
‘Xeman nexwe binêre em bi ser dikevin’
Sîpan Dagdevîren axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “41 sal berê, Yılmaz Guney gotiye: ‘Bila dost û dijmin bizanibin ku em ê bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin.’ Piştî 41 salan, em dixwazin bang li Yilmaz Guney bikin: Li ser vê sehneyê, li bin roniyên vê festîvalê, di hizûra vî gelî de, xeman nexwe, binêre, wekî ku te got, Em bi ser dikevin! Bijî Sînemaya Kurdî. Bijî Sinemaya Azad, Bijî Sinemaya Şoreşger.”
‘Hûner ronahiya li dijî tarîtiyê ye’

Bi dû re Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn axivîn. Serra Bûcak diyar kir ku piştî demeke dirêj careke din di bin perdeya sînemayê de hatin bahev û bi vê yekê keyfxweş in. Serra Bûcak anî ziman ku ev bername ne tene bernameyeke fîlman e, rêwîtiyeke hevpar e. Serra Bûcak qala naveroka festîvalê kir û wiha got: “Hûner ronahiya li dijî tarîtiyê ye. Amed îro wê ronahiyê vêdixe. Em spasiya hemû kesên ku keda wan derbas bûye dikin. Festîvala me pîroz be.”
‘Em minetdarê keda wan in’
Piştre Dogan Hatûn axivî. Dogan Hatûn da zanîn ku pêşengeha Rê dê mehekê vekirî bimîne û wiha got: “45 salan beriya niha Yilmaz Guney çawa rê vekir, Xelîl Dag cesaret dag û Sirri Sureyya Onder hêz da sînemayê. Em mînetdarê keda wan in.”

Bi dû re hunermend Alî Akbar Moradî û Azîz Kangarli ku ji bajarê Kirmanşahê yê rojhilatê Kurdistanê hatibûn derketin ser dikê. Hunermend Alî Akbar Moradî stranên xwe pêşkêş kirin. Temaşevanan ji bo performansa wan li ser piyan li çepikan dan.

Bi pişt re Koma Govendê ya Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) derket ser dikê û govendên herêma Rihayê gerandin.
Pişt re belgefîlmê “Bi Kardeş Turkuler re 30 sal” ku derhêneriya wî Ayşe Çetînbaş û Çayan Demîrel dikin hate pêşkêşkirin. Belgefîlma ku rêwîtiya Kardeş Turkulerê ya 30 salan vedibêje, balê dikişîne ser Newroza Cizîrê ya sala 1992yan, Komkujiya Madimakê, kuştina Hrant Dînk, berxwedana Geziyê, Komkujiyên Pirsûs û Enqereyê, girtina parlamenterên HDPê, pandemî, erdhejên 6ê Sibatê û çalakiya Zanîngeha Bogazîçîyê ya li dijî qeyûm. Di dema pêşkeşkirinê de beşdaran gelek caran li çepikan dan.
Piştî belgefîlm qediya derhêner Ayşe Çetînbaş û Çayan Demîrel derketin ser dikê. Ayşe Çetînbaş spasiyên xwe pêşkeşî herkesên ku keda wan di festîvalê de derbas bûne kir û qala pêvajoya kişandina fîlmî kir.
Çayan Demîrel kesên ku di vê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û spasiyên xwe pêşkeşî kedkarên festîvalê kir.

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn kulîlk dan her du derhêneran û bername bi çepikan bi dawî bû.
Festîval dê heta 14ê kanûnê berdewam bike. Di çarçoveya bernameyê de sibê jî dê gelek fîlm bên nîşandan û gotûbêj bên lidarxistin.

































