Endama Desteya Rêveber a PYDê Foza Yûsifê diyar kir ku êrişên li Reqayê ji bo ewlehiya girtîgehên ku çeteyên DAIŞê tê de girtî ne xetereyan derdixîne û bang li hezên koalîsyonê kir ku mudaxale bikin.
Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) Foza Yûsiv li ser hesabê xwe yê Xê derbarê êrişên çeteyên HTŞ û SMOyê yên li ser Reqayê daxuyaniyek da. Foza Yûsivê anî ziman ku êrişên li Reqayê ji bo ewlehiya girtîgehên ku çeteyên DAIŞê tê de girtî ne xetereyan derdixîne û got: “Em hişyariyeke taybet dikin. Berdewamkirina êrişan ji bo girtîgehan xetereyên mezin derdixîne. Ew yek ji bo tevahî herêmê xetereyan tînê. Divê koalîsyona navneteweyî demildest mudaxale bike.”












