Nivîskar Fûat Kav diyar kir ku ji bo Kurd bigihîjin serkeftinê, divê li her çar parçeyên Kurdistanê û li Ewropayê beşdariyeke xurt a civakî pêk were.
Nivîskar Kurd Fûat Kav tev li bernameya Medya Haber TV bû û derbarê êrişên çeteyên HTŞê û SMOyê yên li ser Rojava de axivî. Fûat Kav destnîşan kir ku gelê Kurd di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe û got: “Em niha di nav şerekî hebûn û tunebûnê de ne.”
Kav diyar kir ku ji bo Kurd bigihîjin serkeftinê, divê li her çar parçeyên Kurdistanê û li Ewropayê beşdariyeke xurt a civakî ji bo çalakiyan pêk were. Li gorî dîtina wî, eger parastineke xurt û mekanîzmayeke domdar a berxwedanê were avakirin, tu asteng li pêşiya serkeftina Kurdan namîne.
‘Hêviya xwe bi hêzên derve girê nedin’
Fûat Kav di axavtina xwe de bal kişand ser rola hêzên navneteweyî û wiha got “Divê em baş bizanibin ku; ne DYA û ne jî Îsraîl wê Kurdan ji komkujiyan rizgar nekin. Tişta ku wê me rizgar bike, tenê û tenê yekîtiya Kurdan û berxwedana hevpar e.”













