Li Londonê û gelek bajarên Swêdê Kurdistanî daketin kolanan û êrîşên li ser Rojava şermezar kirin. Gel di çalakiyan de gotin “Rojava rûmeta mirovahiyê ye.”
Li paytexta Brîtanyayê Londonê, Kurdistaniyan bê navber çalakiyên xwedîderketina li berxwedana Rojava didomînin. Kurdistaniyan bêyî ku li serma û baranê bifikirin, êvarê li ber stasyona herî populer a bajêr Piccadilly Circus kom bûn û êrîşên HTŞ û çeteyên cîhadî yên girêdayî Tirkiyeyê şermezar kir.
Di çalakiyê de ku xwendekarên ciwan ên Kurd jî tevlî bûn, dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Terorîst Colanî”, “Terorîst Erdogan”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e”, “Kurdistan Kurdistan, yan serkeftin yan neman” berz kirin. Di çalakiyê de alayên YPG û YPJê hildan û destnîşan kirin ku Kurdên ku rûmeta mirovahiyê li hemberî DAÎŞê parastin, rizgar kirin û biparêzin, niha ji aliyê HTŞê yê bermahiyê DAIŞê ve tên êrîşkirin.
Xwendekarên Zanîngeha LSEyê li qadê bûn
Di çarçoveya seferberiya Rojava de ciwanên Kurd li yek ji zanîngehên herî girîng ên cîhanê London School of Economics (LSE) çalakiyek lidar xistin. Xwendekaran di hundirê zanîngehê de bi dirûşme, çepik û tilîliyên bilind belavok belavkirin û dûrşme berzkirin.
Li Swêdê jî Kurd li qadê bûn
Li paytext Stockholm û gelek bajarên din Kurd û dostên wan derketine qadan, komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. Bi hezaran kes meşiyan ber bi parlamentoya Swêdê ve. Li Stockholmê, li Göteborg, Västerås, Gävle, Helsingborg û Örebro’yê bi deh hezaran kes komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.













