Li Geverê bi sedan kes ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Rojava di bin barîna berfê meşiya.
Li taxa Kanî Heyderê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê, bi sedan kes ji bo erişên li ser Rojava şermezar bikin di bin barîna berfê de meşiyan. Di meşê de gel dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Yek e yek e gelê Kurd yek e” û “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” berz kirin.
Piştî meşê ciwanan agir pêxist û rêya taxa Kanî Heyderê ji trafîkê re girt.
Meş, bi xwandina sirûdên Ey Reqîp û Çerxa Şoreşê bi dawî bû.














