Gelê navçeya Koyê bi meşekê êrişên li ser Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. Di meşê de bang li gelê Kurd hate kirin û têkoşînê bilind bike.
Gelê navçeya Koyê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve ji bo piştgiriya berxwedana gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Rojhilat xwepêşandanek li dar xist. Meşê ji ber Parka Xwişka Firîşteyan destpê kirî heta Parka Şehîdên Qureberazê ya li navenda navçeyê berdewam kir. Di dema meşê de dirûşmeyên piştgiriya berxwedana Rojava û Rojhilat dikin, hatin berzkirin.
Banga bilindkirina têkoşînê
Li ser navê girseyê Hawkar Rendîxanî daxuyanî da çapemeniyê û êrişên li ser Rojava û Rojhilat şermezar kir. Rendîxanî wiha got: “Em peyama xwe ji Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan re dişînin. Ji ber ku careke din li Rojavayê Kurdistanê gelê me ji cih û warên xwe hat koçberkirin û îşkence lê hate kirin.” Rendîxanî bang li gelê Kurd kir têkoşînê bilind bike.
Daxuyanî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.













