• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
23 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Platforma Ked û Demokrasiyê: Divê şer bê rawestandin

    Platforma Ked û Demokrasiyê: Divê şer bê rawestandin

    Li Geverê bi hezaran ji bo Rojava meşiyan

    Li Geverê bi hezaran ji bo Rojava meşiyan

    ‘Em ê di parastina aştiyê de bi israr bin’

    ‘Em ê di parastina aştiyê de bi israr bin’

    Hevseroka MEBYA-DERê Hanim Kaya: Em ê bi serbilindî li qadan bin

    Hevseroka MEBYA-DERê Hanim Kaya: Em ê bi serbilindî li qadan bin

    Siyasetmedarê Kurd Selîm Sadak koça dawî kir HATE NÛKIRIN

    Siyasetmedarê Kurd Selîm Sadak koça dawî kir HATE NÛKIRIN

    8 binçavkiriyên Bagcilarê hatin berdan

    8 binçavkiriyên Bagcilarê hatin berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Platforma Ked û Demokrasiyê: Divê şer bê rawestandin

    Platforma Ked û Demokrasiyê: Divê şer bê rawestandin

    Li Geverê bi hezaran ji bo Rojava meşiyan

    Li Geverê bi hezaran ji bo Rojava meşiyan

    ‘Em ê di parastina aştiyê de bi israr bin’

    ‘Em ê di parastina aştiyê de bi israr bin’

    Hevseroka MEBYA-DERê Hanim Kaya: Em ê bi serbilindî li qadan bin

    Hevseroka MEBYA-DERê Hanim Kaya: Em ê bi serbilindî li qadan bin

    Siyasetmedarê Kurd Selîm Sadak koça dawî kir HATE NÛKIRIN

    Siyasetmedarê Kurd Selîm Sadak koça dawî kir HATE NÛKIRIN

    8 binçavkiriyên Bagcilarê hatin berdan

    8 binçavkiriyên Bagcilarê hatin berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gelê Qoserê berxwedana Rojava silav kir: Rojava cihê parastina nasnameya gelê Kurd e

Mêrdîn / AW

23 ÇILE 2026 - 16:45
Kategorî: MANŞET, ROJANE, VÎDEO
A A
Li Qoserê bi hezaran kes li dijî êrişên Rojava meşiyan û piştgirî dan berxwedana Rojava. Hevseroka DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar piştî meşê axivî û got: “Tişta li Rojava tê parastin nasnameya gelê Kurd û têkoşîna gelê Kurd e. Em ji wan nemerdên ku porê keçeke Kurd jê kir re, bi hev re dibêjin ‘Jin jiyan azadî’.”

Platforma Saziyên Demokratîk li dijî êrişên li ser Rojava tevî barîna berfê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê meşek li dar xist. Bi hezaran kesên li Qada Azadiyê kom bûn li vir dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Jin jiyan azadî”, “Rojava rûmet e rûmeta gelê Kurd e”, “Bijî yekîtiya gelê Kurd”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” berz kirin. Gel sirûdan xwend û piştgirî da berxwedana Rojava. Dowîzên ku keziyên şervanên YPJê yên hunandî li serê bûn û “Jin jiyan azadî” li ser dinivîsî hatin hilgirtin. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar û pêkhateyên Platforma Saziyên Demokratîk di nav de bi hezaran kes tev li meşê bû. Girseya ku ji Qada Azadiyê dest bi meşê kir heta Parka Mehmet Sîncar a li Taxa Berçem bi dirûşman û sirûdan meşiyan. Di dema meşê de welatiyan bi lêdana korneyên wesayîtan piştgirî dan meşê.

Piştî ku girse gihişt Parka Mehmet Sîncar, li vir Hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî.

‘Gelê Kurd ji bo azadiya xwe li ser pêyan e’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar bi bîr xist ku gelê Kurd ji 6ê Çileyê ve ji bo azadiya xwe li ser pêyan e û wiha got: “Di sedsala 21emîn de gel ji ber nasnameyên xwe tên qetilkirin. Gelê Kurd, Durzî û Elewî li Rojava ji ber nasnameya xwe tên qetilkirin. Gelê Kurd tevî sînorên we xêz kirin tu car dest ji yekîtiya xwe bernedan.” Çîgdem Kiliçgun Ûçar di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Dema dibêjin Rojava şoreş tê bîra me, ewilî jî şoreşa jinan. Em ji kesên ku pişta xwe didin HTŞê û ji nemerdê ku porê keçeke Kurd jê kir re bi hev re dibêjin ‘Jin jiyan azadî’. Em ê wekî jinan têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin. Em ê tu car bi paş ve gavê neavêjin. Jin jiyan azadî di cîhanê de bû rêber, em kêfxweş in ku jinên Kurd pêşengtiya vê dikin.

Tişta li Rojava tê parastin nasnameya gelê Kurd û têkoşîna gelê Kurd e. Ji ber wê em bi yek dirûşmê dimeşin û dibêjin, ‘Bijî berxwedana Rojava’. Di pêvajoya em tê de çareseriya pirsgirêka Kurd pêkan bû lê em dibînin ku şûna axaftin û muzakereyan şer hate tercîh kirin. Em ji we dipirsin. Di serî de Tirkiye Rojhilata Navî çi bidestxist? Tu tişt. Em dipirsin gelê Kurd li hemberî vî şerî bi paş ve gav avêt? Na. Em dizanin têkoşîna gelê Kurd li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn teminata herî xurt a demokrasi û azadiyê ye.”

‘Kobanê tenê ne bajarek e’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar got ku “Kobanê ne tenê erdnîgariyeke” û axaftina xwe wiha domand: “Di hişê me de cihekî Kobanê yê gelek girîng heye. Kesên xwestin bi ketina Kobanê desthilata xwe bihêz bikin dîtin ku Kobanê neket. Dibêjin em ê Kobanê jinûve bêxin. Ez ji vir dipirsim ‘Hûn ê destûr bidin?’ Me duh çawa Kobanê parast em ê niha jî biparêzin. Tu tişt nikare pêşiyê li têkoşîna gelê Kurd bigire. Em ji hêzên navnetewî û herêmî dipirsin hûn çi ji gelê Kurd dixwazin çi ji têkoşîna azadiyê ya jinan dixwazin. Azadiya gelekî dikare were astengkirin? Têkoşîna azadiyê ya gelekî çawa nayê dîtin? Hûn çiqas nebinin jî em gotina xwe ya ‘Bijî berxwedana Rojava’ bibêjin û têkoşîna xwe bilindtir bikin.”

‘Divê her kes li dijî manûpulasyonê hişyar be’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar destnîşan kir ku li ser çapemeniyê manîpulasyoneke zêde heye û axaftina xwe bi dawî kir: “Kesên porê jinan jê dikin û tecawizî jinan dikin terorîst in an Hêzên Sûriyeya Demokratîk ya li Sûriyeyê Elewiyan Durziyan diparêze terorîst e? Em ji vir bang li gelên Tirkiyeyê dikin. Guh û çavên xwe ji manîpulasyona di çapemeniyê re bigirin. Her gava hûn pêşiyê li HTŞê vekin dê tarîtî were Rojhilata Navîn û welatan. Têkoşîna vî gelî nikare were tarîkirin.

Em ê banga 27ê Sibatê dubare dubare bînin ziman. Hemû nirxên li vî welatî bi keda me hate hunandin. Kesên li vê erdnîgariyê dijîn xwediyê vê erdnîgariyê ne. Yek ne xwedî yek jî kole ye. Divê têkoşîna ku sedan sal in tê meşandin êdî bi demokrasiye û azadiyan were tacîdarkirin. Bi vê minasebetê rêya em dimeşînin rêya azadiyê ye, têkoşîna em diparêzin azadiya gelan e. Bijî berxwedana Rojava.”

Piştî axaftina Çîgdem Kiliçgun Uçar çalakî bi dawî bû.

 

Etîket: Berxwedana RojavaÇalakiyên Piştgiriya RojavaÇigdem kiliçgun UçarQoser
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Ji Kolektîfa Rîtmên Azad strana ‘Em hene’

Ji Kolektîfa Rîtmên Azad strana ‘Em hene’

23 ÇILE 2026
Rêxistinên rojnamegeran: Em ê êriş û sûcan teşhîr bikin

Komaleya Koçberiyê: Êrişên li ser Rojava sûcê şer e

23 ÇILE 2026
Barzanî: Em ê li dijî êrişan bibin yek

Barzanî: Em ê li dijî êrişan bibin yek

23 ÇILE 2026
Fermandar Efrîn: Berê xwe bidin Rojava

Fermandar Efrîn: Berê xwe bidin Rojava

23 ÇILE 2026
Ji şoreşgerên Myanmarê banga piştgiriya ji bo Rojava

Ji şoreşgerên Myanmarê banga piştgiriya ji bo Rojava

23 ÇILE 2026
‘Amed li ser pêya ye bi Rojava re ye’

Welatiyên Amedê: Em piştgiriyê didin berxwedana Rojava

23 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (1113)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne