Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kiriklarê ji ber xwarinê jahrînî bûn.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kiriklarê ji ber xwarina şorba nîskan jahrînî bûn. Li gorî agahiyên ku parêzerên Komeleya Huqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Îzmirê parve kirin, girtî ji ber xwarina şorba nîskan jahrînî bûne. Parêzeran anîn ziman ku girtî berê verşiyane û agirê laşê wan zêde bûye û serwîsa 112an a lezgîn mudaxaleyî rewşa wan kiriye. Rayedarên girtîgehê der barê hejmara girtiyan te du agahî nedan.