Ofîsa Serokê YNKê ragihand ku Bafil Talabanî li Debaşan a Silêmaniyê bi Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin re civiya ye û di civînê de li ser geşedan û guhertinên dawî nîqaş hatin kirin û Talabanî jî piştgiriya xwe ji bo pêvajoya aştiyê dubare kir.
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talabanî îşev li devera Debaşan ya bajarê Silêmaniyê bi Serokê Tekîlata Îstixbarata Millî (MÎT) Îbrahîm Kalin re hevdîtin kir.
Ofîsa Bafil Talabanî ragihand ku Bafil Talabanî li Debaşanê pêşwaziya Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin kir. Di hevdîtinê de geşedan û guhertinên dawî hatin nîqaşkirin û girîngiya parastina aramiya herêmê hate destnîşankirin.
Her wiha di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Pêvajoya aştiyê hate nîqaşkirin û Serok Bafil piştgiriya YNK’ê ji bo serkeftina vê gava dîrokî dubare kir û got; ‘Emê hewlên xwe li ser rêya Mam Celal bidomînin da ku ev gava girîng û biryardar bi ser bikeve. Bi armanca pêşvebirina jiyana hevbeş û bidestxistina aştiyeke berfireh ku di berjewendiya ewlehî û aştiyê li tevahiya Rojhilata Navîn de be.”
Di daxuyaniya ofîsê de hate gotin ku di hevdîtinê de, her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya pêşxistina têkiliyên di navbera her du welatan de di çarçoveya parastina berjewendiyên bilind de kirin.
Ev serdan di demekê de tê ku Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin du rojin li Iraqê ye ku li Bexda û Kerkûkê gelek hevdîtin bi rayedarên Iraqî û Tirkmen re kiriye. Lêbelê, rojeva serdana wî ne diyare û nayê zanîn ka wî bi van aliyan re çi nîqaş kiriye.













