Şêniyên bajarokên Til Eran û Til Hasilê bi çalakiyeke protestokirinê de daxwaza berdana zarokên xwe yên ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yê girêdayî hikûmeta demkî ve hatine girtin, kirin
Şêniyên bajarokên Til Eran û Til Hasilê li ber çerxerêya El Dela ya ku dikeve navbera her du bajarokan de çalakiyeke protestokirinê li dar xist. Di çalakiyê de daxwaza serbestberdana zarokên xwe yên ku ji hêla endamê Ewlehiya Giştî ya girêdayî Wezareta Hundirîn a hikûmeta demkî ve hatine girtin, kirin her wiha Sergirtina malan û girtina welatiyên herêmê şermezar kirin.
Di çalakiya ku hejmarek ji şêniyan lê amadebûn de, banga serbestberdana girtiyan hate kirin, daxwaz ji aliyên peywendîdar kir ku çarenûsa wan aşkere bike û mafê wan ê qanûnî misoger bike. her wiha banga rawestandina van kiryaran kir û xwest ku dozên li herêmê di çarçoveya qanûnî de bên çareserkirin.
Duh (30 Hezîran) li Til Eran, Til Hasil û Gebara hemleya sergirtinê çêbû, di encamê de 10 welatiyên Kurd hatin girtin, di dema ku dayîka bi navê Nezha Hemkê hewil da dîmenê bûyera sergirtinê bigire û daxwaza bike ku biryara sergirtinê pêşkêşî wan bê kirin, ji hêla Endamên Ewlehiya Giştî ve rastî êrişê hat.













