Amed – Nivîskar Mizgîn Ronak a ku 30 sal di zindanê de ma û sê sal berê hat berdan diyar kir ku di vê pêjoya hatiye destpêkirin de dewlet samîmî tevnagere û got ku tevî di ser pêvajoyê re salek derbas bûye jî hê gotin û pratîka dewletê hev nagire.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27 Sibata 2025an de manîfestoyek nû belav kir û pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” hate destpêkirin. Tevî ku hemû berpirsiyariya pêvajoyê li ser milê Komîsyona Demokrasiyê, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Millî ye jî lê heta niha hê jî dewletê gavên berbiçav ango şênber neavêtiye. Gavneavêtina desthilatê, dewletê di nava civakê de nebaweriyê diafirîne û ev yek dike ku nakokî bikevin serê gel.
Nivîskar Mizgîn Ronak a ku 30 sal di zindanê de mabû û sê sal hatibû berdan, destnîşan kir ku di vê pêvajoya hatiye destpêkirin de dewleta Tirk hê jî tu gavên şênber neavêtiye û diyar kir ku di komîsyona ku hatiye avakirin de xuya dike dewlet hê jî dijminatiya xwe ya bi salan a li dijî zimanê Kurdî didomîne.
‘Dîsa ji bo Kurdî tiştek tune ye’
Mizgîn Ronak derbarê pêvajoya ku hatiye destpêkirin de diyar ku di nava vê pêvajoyê de hê jî dewlet gavên erênî neavêtiyê û got ku ev dewlet ji Kurdan re deyndar e û wiha axivî: “Mijara aştiyê bi navê xwişk-biratiyê gelek girîng e û her du jî têgehên sereke ne di vê pêvajoyê de. Deynê Kurdan û Kurdistanê li ser dewletê gelek e. Ev deyn heta sed salan diçe. Dewletê hê jî vî deynê nedaye. Ji niha û pê ve û di vê pêvajoya aştiyê de ev deyn êdî bûye hezar qatî. Ez weke keseka ku di girtîgehê de mame ez zanim ku di girtîgehê de çiqas nexweşî û zehmetî heye. Yên girtîgeh nejîn jî helbet fikreke wan heye. Ne hewce ye mirov qal jî bike. Ji rewşa girtiyan bigire û gelek kiryarên nelirê didim jiyîn. Di vê pêvajoyê de jî dîsa ji girtîgehan tabût derketin. Hê jî li ber çavên me dîsa li gelek deveran opersayonên leşkerî berdewam dikin. Ya dinê jî mînaka dayîkan li ber çavên me ye. Dîsa jî ji bo zimanê Kurdî tu tiştek tune ye. Dayîkên ku nikaribûn di komîsyonê de bi Tirkî biaxivin ew bû mînaka şermê. Di wir de jî wan arasteyî Tirkî kirin.”
‘Her kes li benda aştiyê ye’
Mizgîn Ronak got ku divê ji mijara ziman bigire heta kesên di zindanan de bi awayekî bê hiqûqî têne darizandin, divê hemû bêne azadkirin û axaftina xwe wiha domand: “Ji aliyê ziman ve ku em bêjin, zimanê Kurdî hê jî bê dibistan û bê statû ye. Zarokên Kurdan hê jî di roja me ya îro de jî bi çerxa bişaftinê re rû bi rû dimînin. Deynê me gelek li wan e. Divê rojek zûtir gav bêne avêtin û hemû daxwaz pêk werin. Bê van tiştan aşitî pêk nayê û aşitî yek alî nabe. Dema ku bar bi tenê li ser pişta Kurdan û pêşengê vê pêvajoyê bê hiştin nabe. Ne ji aliyê mirovî, exlaqî, îslamî, şoreşgerî û demokratrîk tiştek wisa nayê qebûlkirin û xweza jî tiştek wisa qebûl nake. Ji ber vê yekê jî her kes li benda aştiyê ye. Ji mijara ziman bigire heta girtiyên zindanan divê herkes bigihêje azadiya xwe. Yê ku muzakereya aşitiyê daye destpêkirin, divê pêşî ew bê azadkirin. Lê mixabin hertim yên sûcdar hêzdar e. Lê divê êdî sûcdar baş zanibe ew ne hêzdar e. Êdî hewceya em bi hêza wî gav biavêjin û jê re deyndar nemînin. Di vê hêlê de herkes her tiştî dibihîze, zane û hîs dike. Divê êdî dewlet jî xwe îspat bike.”
‘Aştî bi operasyonên ku têne kirin nabe’
Mizgîn Ronak anî ziman ku dewlet dîsa heman dewlet e, gotin û pratîka wê hevûdin nagire û wiha got: “Dîsa weke demên borî bê samîmiyet tevdigerin. Hêzên derveyî normê û kontirgerîla tim hebûne. Navên wan ên dinê jî ku digotin hêzên tarî, veşartî û van hêzan diçin heta cemiyeta ‘Îttîhat Terakî’ hêza xwe ji wir digirin. Ji ber ku ev kar dê wisa nameşe bawerî jî bi dewletê nayê kirin. Ji zarokekî bigire heta dareke li Kurdistanê hebe vê ya qebûl nake. Aşitî bi van operasyonên ku têne kirin nabe û dewlet di vir de samîmiyeta xwe îspat dike. Divê dewlet di vir de muzakerexweziya xwe îspat bike. Ev bi tenê di pratîkê de be, divê zagonên xwe biguherîne û deriyê zindanan bê vekirin. Hewceye ku êdî girtiyên nexweş jî bi lezgînî bêne berdan. Heta van tiştan pêk neyên bawerî jî çênabe. Ji ber ku dem derbas dibe, ev aşitî jî bi kuva biçe nediyar e. Navê wê danîne aşitî lê ev keştî bi kuva biçe mirov nizane. Nav danîne aştî lê tiştek li holê tune ye. Ji bo sebrê mirov heta cihekî diçe, êdî ji demekî pê sebir namîne û qiredî jî namîne. Em hêvî dikin ev pêvanjo bibe aştî û dewlet jî deynê xwe bide û xwe îspat bike û gav biavêje.”