Serokê Komîteya Awûstûryayê ya ji bo Berfirehkirina NATOyê li Balkanan diyar kir ku baweriya wî bi serokê demkî yê Sûriyeyê Şara nayê û ji bo Kurdên li Sûriyeyê serxwebûnê dixwaze.
Serokê Komîteya Awûstûryayê ya ji bo Berfirehkirina NATOyê li Balkanan Gunther Fehlinger-Jahn têkildarî êrişên çeteyên DAIŞê yên li ser Kurdan û xaka wê ya pîroz Rojavayê Kurdistanê û niyeta rastîn ya Şara û hişmendiya çeteyên di bin fermana wî de di hesaba xwe ya Xê de peyamek belav kir. Di peyamê de got ku Ehmed Şara Serokê Sûriyeyê yê DAIŞê ye û ne pêkane ku bi wî bawerî bê kirin.
Gunther Fehlinger-Jahn destnîşan kir ku êrişên hovane yên çeteyên hikûmeta demkî ya Şamê ya bi pêşengtiya Şara yê Serokê Sûriyeyê yê DAIŞî pêk tên, xetereyên mizin derdixe holê û wiha got: “Baweriya min bi Ehmed Şera nayê, ji ber ku ji aliyekê ve teklîfa mafên Kurdan dike û li aliyek din jî wan qetil dike.”
Gunther Fehlinger-Jahn di dawiya peyama xwe de da zanîn ku Sûriyeyek federal a aştiyane tune ye, niha li Sûriyeyê ji bo Kurdan ewlehî nemaye ji ber vê jî ew ji bo Kurdên li Rojava-Sûriyeyê serxwebûnê dixwaze.













