HATê di encama operasyonek taybet de hûcreyek berê êrişî hêzên ewlehiyê kirî û di amadekariya provakasyonên nû de, têk bir. Di operasyonê de hejmarek çete û cebilxaneya wan hate desteserkirin.
Hêzên Antîterorê (HAT) ku girêdayî Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Hesekê ye, operasyonên xwe yên ewlehiyê didomîne. Li ser komkirina agahiyên di derbarê şaneyên nepenî yên çeteyan de HATê şevê din li Taxa Neşwa ya bajar operasyonek taybet meşand. Di operasyonê de şaneyek nepenî ku hefteya borî êrişên Hêzên Ewlehiya Navxweyî û welatiyan kiribû hedef hate girtin û rûxandin.
Çete û cebilxane hate girtin
Operasyona bi awayek nepenî hate meşandin de şaneya çeteyan di malekê de hate tengavkirin. Di encama dorpêçkirinê de hejmarek çeteyan xwe radestî hêzên ewlehiyê kir. Di encama lêkolîna di mal hatî kirin de gelek cebilxane hate desteserkirin. Di nav cebilxaneyê de çekên otomatîk, teqemenî, gule û gelek cure çekên din ên ji bo êrişan hatibûn temîn kirin ji hêla HATê ve hatin zeftkirin.
Lêpirsînê dest pê kir
Operasyona HATê ku di encama lêkolîn û lêgerînek demdirêj de pêk hat, bi serkeftî bi dawî bû. Ji bo derxistina têkilî û hevkarên çeteyan lêpirsîna ewlehiyê hate destpêkirin.













