Welatiyên ku tev li meşa li Wanê bûn bertek nîşanî êrişên li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê dan û gotin: “Li pişt van êrişan dewleta Tirk heye, em van êrişan şermezar dikin, bi Kurdên Bakur re aştî, ji aliyê din jî kuştina Kurdên Rojava nabe, ev ne biratî ye.”
Di 4ê Çile de di navbera şandeyeke ji Rêveberiya Xweser û HSDê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikûmeta Demkî ya Şamê de li ser entagrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a ji bo artêşa Sûriyeyê hevdîtin pêk hat. Lê di hevdîtinan de encameke şênber derneket holê. Piştî hevdîtina li Şamê, komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bi çekên giran êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê kirin.
Li dijî van êrişan li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê gelê Kurd bi hêrsek mezin li dijî êrişan rabû ser pêya û xwedî li Kurdên Helebê derket. Bi deh hezaran kesên beşdarî çalakiyan bûn êriş şermezar kir û piştgiriya xwe ji bo gelê Rojava diyar kir.
Li Wanê jî bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk têkildarî êrişên li ser taxên Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê daxuyanî da û meş pêk anî. Welatiyên ku tev li meşê bûn derheqê êrişên komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê û Tirkiyeyê de Ajansa Welat re axivîn.
Welatiyan diyar kir ku li pişt van êrişan dewleta Tirk heye û gotin: “Ev zilm e, heqarete e, ev li gor hiqûqa biratiyê nîn e. Divê gelê Kurd li dijî van êrişan bibe yek, piştgirî bide Rojava.”












