Welatiyên ku li dijî êrişên li ser Rojava herikîn ber sînorê navbera Nisêbîn û Qamişloyê banga xwedîderketina li Rojava kirin û gotin: “Heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê li ber xwe bidin.”
Êrişên çeteyên HTŞ, SMO û Tirkiyeyê yên li ser Rojava didomînin. Ji bo şermezarkirina êrişan ji gelek kes ji bajarên cuda herkîn ber sînorê navber Nisêbîn û Qamişloyê. Girseya ku li ber sînor kom bû bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk meşiya. Di meşê de dirûşmeyên ji bo piştgiriya berxwedana Rojava hatin berzkirin.
Welatiyan têkildarî êrişên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa me re axivîn. Welatiyan diyar kirin ku divê were zanîn ku Rojava ne tenê ye ev tişt gotin: “Bila bi zanibin Rojava ne tenê ye. Em Kurd yek in. Rojava, Rojhilat, Başûr, Bakur yek in. Em hemû bibin yek û ji bo rojava bimeşin. Em ev şerê qirêj ê li ser gelê Kurd qebûl nakin. Namûsame ev şerê li ser Kurdan tê meşandn qebûl nake. Heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê li ber xwe bidin. Pîr û ciwan em hemû ji bo Rojava rabin ser piyan.”













