• Nûçeyên Herî Dawî
‘Heta Tirkiye ji herêmê dernekeve pirsgirêk çareser nabin’

‘Heta Tirkiye ji herêmê dernekeve pirsgirêk çareser nabin’

15 NÎSAN 2025 - 08:02
ROJEVA 12ê TÎRMEHA 2025an

ROJEVA 12ê TÎRMEHA 2025an

12 TÎRMEH 2025 - 08:00
Di mîhrîcana Tetwanê de bal kişandin ser pêvajoyê

Di mîhrîcana Tetwanê de bal kişandin ser pêvajoyê

12 TÎRMEH 2025 - 00:34
Di civînên gel de dimenên Abdullah Ocalan û merasîma PKKê hatin temaşekirin

Di civînên gel de dimenên Abdullah Ocalan û merasîma PKKê hatin temaşekirin

11 TÎRMEH 2025 - 22:01
Besê Hozat: Êdî dora aliyê din e

Besê Hozat: Êdî dora aliyê din e

11 TÎRMEH 2025 - 20:35
Hevserokên DEM Partiyê: Ev vexwendina ji bo jiyaneke azad e

Hevserokên DEM Partiyê: Ev vexwendina ji bo jiyaneke azad e

11 TÎRMEH 2025 - 19:13
Detayê merasîmo tarîxî yê PKK’yî

Siyasetmedaran nirxand: Rêberê PKKê li ser gotina xwe sekinî

11 TÎRMEH 2025 - 17:52
Bi komî merasîm temaşe kirin

Bi komî merasîm temaşe kirin

11 TÎRMEH 2025 - 15:41
‘Gava ku gerîla avêtiye gava wekheviyê ye’

‘Gava ku gerîla avêtiye gava wekheviyê ye’

11 TÎRMEH 2025 - 15:28
Merasîma Koma Aştî û Civaka Demokratîk pêk hat

Merasîma Koma Aştî û Civaka Demokratîk pêk hat

11 TÎRMEH 2025 - 13:17
Koma Aştî û Civaka Demokratîk: Em bi vîna azad çekên xwe îmha dikin

Koma Aştî û Civaka Demokratîk: Em bi vîna azad çekên xwe îmha dikin

11 TÎRMEH 2025 - 11:56
Dayikên Botanê bi kelecan li hêviya merasîma PKKê ne

Dayikên Botanê bi kelecan li hêviya merasîma PKKê ne

11 TÎRMEH 2025 - 11:45
Şandeya DBP, HDK û DEM Partiyê gihîşt qada merasîmê

Şandeya DBP, HDK û DEM Partiyê gihîşt qada merasîmê

11 TÎRMEH 2025 - 11:24
Ji bo merasîma PKKê temaşe bikin kom bûn

Ji bo merasîma PKKê temaşe bikin kom bûn

11 TÎRMEH 2025 - 10:48
Girse li Dukanê kom bûn

Girse li Dukanê kom bûn

11 TÎRMEH 2025 - 10:26
Delegasyona Navneteweyî ket rêya qada merasîma dîrokî

Delegasyona Navneteweyî ket rêya qada merasîma dîrokî

11 TÎRMEH 2025 - 10:19
  • |
  • Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
12 TÎRMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 12ê TÎRMEHA 2025an

    ROJEVA 12ê TÎRMEHA 2025an

    Di mîhrîcana Tetwanê de bal kişandin ser pêvajoyê

    Di mîhrîcana Tetwanê de bal kişandin ser pêvajoyê

    Di civînên gel de dimenên Abdullah Ocalan û merasîma PKKê hatin temaşekirin

    Di civînên gel de dimenên Abdullah Ocalan û merasîma PKKê hatin temaşekirin

    Besê Hozat: Êdî dora aliyê din e

    Besê Hozat: Êdî dora aliyê din e

    Hevserokên DEM Partiyê: Ev vexwendina ji bo jiyaneke azad e

    Hevserokên DEM Partiyê: Ev vexwendina ji bo jiyaneke azad e

    Bi komî merasîm temaşe kirin

    Bi komî merasîm temaşe kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    ROJEVA 12ê TÎRMEHA 2025an

    ROJEVA 12ê TÎRMEHA 2025an

    Di mîhrîcana Tetwanê de bal kişandin ser pêvajoyê

    Di mîhrîcana Tetwanê de bal kişandin ser pêvajoyê

    Di civînên gel de dimenên Abdullah Ocalan û merasîma PKKê hatin temaşekirin

    Di civînên gel de dimenên Abdullah Ocalan û merasîma PKKê hatin temaşekirin

    Besê Hozat: Êdî dora aliyê din e

    Besê Hozat: Êdî dora aliyê din e

    Hevserokên DEM Partiyê: Ev vexwendina ji bo jiyaneke azad e

    Hevserokên DEM Partiyê: Ev vexwendina ji bo jiyaneke azad e

    Bi komî merasîm temaşe kirin

    Bi komî merasîm temaşe kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Heta Tirkiye ji herêmê dernekeve pirsgirêk çareser nabin’

Mahmût Altintaş / AW

15 NÎSAN 2025 - 08:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rojnameger Ekrem Berekat anî ziman ku civîn û diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de berdewam dikin û got: “Heta dagirkeriya Tirkiyeyê hebe ne mimkun e pirsgirêkên Suriyeyê bên çareserkirin û koçberên ji Efrîn, Girêspî û Serêkaniyê vegerin cih û warên xwe.”

Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê piştî hevpyamana di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta nû ya Şamê de hat îmzekirin komîteya diyalogê hat amadekirin. Di nav komîteya diyalogê de Kurd, Ereb û Suryan cih digrin. Komîteya Diyalogê wê di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta nû ya Şamê de li pêş bikeve û ji bo 8 xalên hevpeymanê bikevin meriyetê wê bixebitin. Ji aliyê din vê jî nîqaş û civîna di navbera Rêveberiya Xweser, hikumeta Şamê û dewleta Tirkiyeyê de jî bi garantoriya Amerîka berdewam dike. Ji bo agirbest pêk were û êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmê rawestin civîn berdewam dikin û heta niha encama agirbestê di civînê de pêk nehatiye. Her wiha di nav van tiştên diqewimin de 18ê Nîsanê jî Kongreya Yekitiya Partiyên Kurd wê pêk were û çavê raya giştî li kongreyê ye. Rojnameger Ekrem Berekat têkildarî geşedanên li herême ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Nîqaşa agirbestê heye lê hê jî êriş didomin’

Rojnameger Ekrem Berekat diyar kir ku piştî hevpeymanê di asta Suriyeyê ya giştî de guherînek pêk nehatiye û wiha got: “Piştî hevpeymana di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de pêk hat di asta Suriyeyê giştî de guherînek pêknehat. Ji ber ku piştî hevpeymanê rêveberiya Şamê pêşdestûrek ragihand. Xalên pêşdestûr û hevpeymanê hevdû nedigirtin. Pêşdestûr weke tek reng û tek gel bû. Rengên gelan û pêkhateyan di wê pêşdestûrê de tune bû. Piştrê jî hikumeteke demkî hat avakirin. Ev hikûmet jî li gorî siyaseta HTŞê hat avakirin. Komkujiya li dijî welatiyên Elewiyan berdewam dike, pêwîst bû şer bê sekinandin lê hê jî şer nehatiye sekinandin. Hê jî êrişên Tirkiyeyê li ser herêmê berdewam dikin. Ev 10 roj in êriş sist bûn e û nîqaşa agirbestê heye lê dîsa jî êriş nehatine sekinandin.”

‘Pergala Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî hat qebûlkirin’

Ekrem Berekat bal kişand ser komîteya diyalogê ku hatiye amadekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî hevpeymanê di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de 3 civîn hatin lidarxistin. Herî dawî jî beriya 2 rojan komîteyek hat avakirin. Ev komîte jî 7 kesan pêk tê û Kurd û Ereb jî di nav de nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Ev komîte niha komîteyeke teng e û wê di rojên pêş de bê berfirehkirin. Ev komîte jî wê di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta nû ya Şamê de diyalogê li pêş bixîne. Derbarê pêşdestûr, rewşa Sûriyeyê ya giştî, Sûriyeyê ya nû û hemû mijar wê bên nîqaşkirin. Di navbera Meclisên Giştî yên taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de hatin çêkirin. Pergala ne navendbûnê yekem car li wan her dû taxan pêk hat. Pergala Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî hat qebûlkirin. Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji aliyê perwerde, aborî û şeredariyê ve wê bên birêveberin. Ew jî encama diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta nû ya Şamê de pêk hat. Bi giştî xebatek tê meşandin. Ji aliyê perwerdehiyê vê jî di navbera Desteya Perwerdehiyê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û hikûmeta Şamê vê civîn hat lidarxistin û li ser perwerdehiyê li hev kirin. Ew diyalog di encama têkoşîna gelên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de pêk hat. Têkoşîna demokratîkkirina Sûriyeyê ya Rêveberiya Xweser ev diyalog û pêvajo derxist holê. Bandora vê yekê ne tenê li ser Sûriyeyê wê li tevahiya Rojhilata Navîn bike.”

‘Xebata vegera koçberan berdewam dike’

Ekrem Berekat derbarê vegera koçberên ji Efrîn, Serêkanî û Girêspî de jî anî ziman ku ji ber hikûmeta Şamê tatmînat nedayê koçber nikarinê vêgerin warên xwe û wiha axivî: “Ji bo koçberên Efrîn, Serêkanî û Girêspî vêgerin cih û warên xwe jî xebatek tê meşandin. Hikumeta Şamê dibêjî bila vêgerin lê em tatmînat nadin. Ew yek jî wê xetereyên pir mezin bi xwe re bîne. Hê jî çeteyên dagirkeriyê ya Tirk li wir in. Li wir komkujiyan pêk tînin. Ji ber wê yekê jî vêgera bê tatmînat a hikumeta Şamê û hezên garantor wê xetereyan bi xwe re bîne. Hinek kes çûn lê dîsa vêgeriyan. Hinek malbat çûbûn lê çeteyên li wir nehiştibûn malbat biçin xaniyên xwe. Dimenên wan çeteyan jî derket digotin em nahêlin kes vêgerê. Ji ber wê jî xebat tên meşandin ku tatmînat bidin gel ku dema vegeriyan tiştek bi serê wan de nayê hê vegerin. Ji bo ku gel bi ewlehî vegere cih û warê xwe ji aliyê Rêveberiya Xweser ve xebat, diyalog û nîqaş berdewam dikin. Desthilata Şamê ji ber lewaz bûna xwe nikare tatmînat bide. Biryara desthilata Şamê ne di destê desthilata Şamê de ye. Dewleta Tirk nahêle ku aloziyên li Sûriyeyê bê çareserkirin. Ji bo ku aloziya Sûriyeyê çareser bibe divê di destpêke de dagirkeriya Tirkiyeyê ya li herêmê derbikeve. Heta dagirkeriya Tirkiyeyê hebe ne mimkun e pirsgirêkên Sûriyeyê bên çareserkirin û koçberên ji Efrîn, Girêspî û Serêkaniyê vegerin cih û warên xwe.”

‘Êrişên Tirkiyeyê berdewam dikin’

Ekrem Berekat têkildarî nîqaşa agirbestê ya Tirkiyeyê jî destnîşan kir ku Tirkiyeyê li ser herême ranewestiyanê û axaftina xwe wiha domand: “Dewleta Tirk ji ber ku heza wê ketiyê nikarê edî êriş bike. Hemû êrişên wan ji aliyê YPG, YPJ û HSDê vê hat şikandin. Her wiha gel berxwedaneke dîrokî nîşan da. Ew berxwedan wê di rûpela gelê Kurd û cihanê de jî be nivîsandin. Niha hinek civîn û dîalog heye ji bo rawestandina êrişan. Amerîka jî di nav van nîqaşan de ye. Qestî ku em dişopînin û agahiyên em digrin di navbera desthilata Şamê, Rêveberiya Xweser û dewleta Tirk de nîqaşa hevpeymaneke heye. Garantiya wê jî Amerîka wê bide. Beriya çend rojan hinek hez çûbûn bendava Tişrînê lê plansaziya ku hatibû kirin pêknehat. Pêvîstê Amerîka li wir daxuyanî bide û agirbest pêk were. Niha parastina bendavê ji aliyê HSDê vê tê kirin. Her çiqas êriş sist bûbûn jî lê belê ranewestiyan e. Lê ew sistbûn jî ji ber hêza Tirkiyeyê ketiye. Nîqaş hene lê hê jî agirbest pêk nehatiye. Nîqaş hene lê ew jî bi awayekî vêşartî berdewam dike. Lê divê bi aşkera were kirin û Amerîka daxuyanî bide. Êriş nehatinê sekinandin û lê asta êrişan pir ketiye. Hê jî gel ji bo parastinê li ser bendavê ye. Heta tatmînatek neyê dayin gel wê li bendavê berxwedana xwe bidomîn e.”

‘Kurd wê bi yekrêziyê biçin Şamê’

Ekrem Berekat bi lêv kir ku kongreya yekitiya partiyên Kurd wê bandor li pêşeroja Suriyeyê û tevahî Kurdistanê bike û axaftina xwe wiha qedand: “Gel di Newrozê de jî nîşan da ku gel yek e. Tenê divê partiyên Kurd yekitiya xwe pêk bînin. Tê payin ku 18ê vê mehê roja Îne kongreya yekitiya Neteweyî pêk were. Ew kongre wê bandoreke mezin li ser siyaseta gelê Kurd û gelê herêmê bike. Piştî kongreyê nûnerên ji bo mîsogerkirina mafê gelê Kurd tev li komîteya diyalogê ya navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta nû ya Şamê bibin. Ev yek wê bandoreke mezin li siyaseta giştî ya Suriyeyê jî bike. Ji ber ku Kurd wê bi yekrêziyê biçin Şamê. Yekitiya partiyên Kurd wê bandor li siberoja Sûriyeyê û tevahiya Kurdistanê bike. Bawerim tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê wê berê xwe bidin cihê kongreyê û wê şahidiya demekê dîrokî bikin.”

 

 

 

 

Etîket: Ekrem Berekat
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Rojnemevan Ekrem Berekat: Demografiya herêmê tê guhertin

Rojnemevan Ekrem Berekat: Demografiya herêmê tê guhertin

6 KANÛN 2024

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2025 (220)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Nafiye Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne