• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    Li Siwêdayê pevçûn

    Li Siwêdayê pevçûn

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    Li Siwêdayê pevçûn

    Li Siwêdayê pevçûn

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rojnemevan Ekrem Berekat: Demografiya herêmê tê guhertin

Derya Ren / AW

6 KANÛN 2024 - 08:50
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Riha- Rojnemevan Ekrem Berekat bal kişand ser êrişên HTŞê yên li herêmê û wiha got: “Ev şer girêdayî şerê ku li Rojhilata Navîn tê qewimandin e. Girêdayî şerê cîhanê yê sêyemîn e. Di vî şerî de demografî tê guhertin.”

Komên paramîlîter a Heyet Tehrîr el-Şamê (HTŞ) 26ê Mijdarê êrişî Helebê kir. Lê belê hikûmeta Şamê ti bersivek xurt li hemberî êrişan neda. HTŞê hinek bajarok bi dest xist û kete hinek beşên Rêya M5ê. Piştî çend rojan Rûsya û hikûmeta Şamê, li hemberî HTŞê keta nava şer.

Rojnamevan Ekrem Berekat rewşa herî dawî ya li heremê diqewime ji ajansa me re vegot.

‘Gelê Şêx Meqsûdê û Eşrefiyê li ber xwe dide’

Ekrem Berekat êrişên 26ê Mijdarê yên HTŞê bi bir xist û wiha got: “Piştî vê dîrokê Sûriye derbasî qonaxeke nû bû. Dema êrişan dest pê kir li ser xetekê bû, le belê di dawiyê de êriş ber bi Helebê ve birin. Di çend seatan de Heleb radestî HTŞê hat kirin. Artêşa Şamê yek bersiv neda. Mirov dikare bêje Heleb di çar seatan de kete destê HTŞê. Taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûdê di destê xelkê de man. Ji ber ku ev tax ji destpêka aloziya Sûriyê û vir ve di destê xelkên herêmê de bûn. Heta niha jî gelê Şêx Meqsûdê û Eşrefiyê li ber xwe dide. Piştî Helebê ev çeteyan erişên xwe birin ser Til Rifat, Şehba û gundên dikevin rojavayê Helebê. Êrişên xwe bi rengekî hovane pêk anîn. Di xwestin qetlîamekê li ser gelên heremê pek bînin.”

‘Şerê cîhanê yê sêyemîn e’

Ekrem Berekat behsa berxwedana gelê Êfrînê kir û wiha berdewam kir: “Gelên Êfrînê di 2018an û vir de ji ber êrişên dewleta Tirk berê xwe dabûn Şehba û Til Rifatê û li wira bi cîh bûbûn. Kesên kû li Şehba jiyan dikin bi daxûyaniyekê gotin ku ‘em ê bi xwe ji Şehba derkevin’ ji ber ku gelê li wir jiyan dike, zanin ku erişên HTŞê di asta qetlîamê de ye. Kesên kû ji Şehbayê tên tehliyekirin, bi konvoya derbasî cihê bi ewle tên kirin. Piştî êrişên derbasî aliyê Hama û Hûmûsê bûn. Wê demê hikûmeta Şamê û Rusya kete tevgerê. Dema êriş hat kirin Serokê hikûmeta Şamê Esad li Rusya bû. Di hinek qadên nezî Hamayê de di navbera çeteyên dewleta Tirk û hikûmeta Şamê de êriş derdikevin. Rûsya di milê Idlibê topbaran dike. Dema mirov lê dinêre dibine ku Sûriye bi van êrişan tê parçekirin. Ew şer ji nişkê ve nehat derketin. Ev şer girêdayî şerê li Rojhilata Navîn tê qewimandin. Şerê cîhanê yê sêyemîn e.”

‘Wê ev êriş bi ku ve biçin?’

Ekrem Berekat gotinên Serokwezîrê Îsraîlê Netenyahû berî şer dest pê bike got ku “Bila Sûriye bi aqil be” û anî ziman ku di vî şerî de ew tilî û şirîkatiya Tirkiyeyê dibînin û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Lê belê para Qatar jî têde heye. Her kes meraq dike ku wê ev êriş bi ku ve biçe? Heta niha jî tespîtek rast nîn e. Herî dawî daxuyanî ya HTŞê de bibêjin ku ‘Ti hevî û hidûdê me ji derve axa Sûriye tine ye’ û di daxuyaniyê de bi nerm nezî Rûsya hatibûn. Di daxuyaniyê de hatibû diyarkirin ku HTŞ di şerê di navbera Rûsya û Ûkranya de ne teref e. Dema mirov dinêre dibîne ku hinek tifaq hene û li gorî wan tifaqan êriş tên kirin. HTŞ di lîsteya cîhanî ya terorê de ye. Lê belê niha her kes wan bi pozisyona Sûriye wan nas dike. Ev tişt jî pir balkêş e.”

‘Xelkê herêmê bi êrişên çeteyan re rû bi rû hatin hiştin’

Ekrem Berekat behsa dîmenên piştî êrişên ku ji aliyê HTŞê ve hatin kirin derketin holê kir û wiha got: “Ev dîmenên 2014’an tîne ber çavan. Talankirin, kuştin, serjêkirin, dest dirêjî namûsa gel kirin… Ev hemî dîmenên ku derketin holê qirejiya van hêzan dide xûyakirin. Niha di analîzan de derdikeve holê ku Tirkiye û Qatar li pişta van êrişan e. Dewleta Tirk bi fermî di nava van êrişan de ye. Dewleta Tirk niha sê par axa Sûriyê dagir kiriye. Çete dixwazin rûye xwe nerm nîşan bidin. Gelek welatî bi êrişên çeteyan hatin kuştin. Eger pêşiya van êrişan neye girtin wê gelek kuştin çêbibin. Gelê Nibûl û Zehra 70 kîlometre meşiyan û ev kes bê xwarin û bê av hatin hiştin. Ev kesên ku ji hatine koçberkirin genim dixwin. Ji bo ku nemirin. Bangawazî ji hêzen navnetewî kirin. Gelek kes ji aliyê Rêveberiya Xweser ve derbasî cihên bi ewle hatin kirin.”

‘Demografiya herêmê tê guhertin’

Ekrem Berekat diyar kir kû HTŞ ne hêzek ji heremê ye û wiha axivî: “Dîmenên ku derketin holê dîmenên nijadperest in. Mirov dikare bêje HTŞ wek Hizbullaha sûnî ye. Em jî wek ragîhandina azad, em ê bûyerên li heremê diqewime bi raya giştî re parve bikin. Lê raya giştî li hemberî qetlîaman bêdeng e. Demografiya herêmê tê guhertin. Ev hemû sûcên şer in. Niha dixwazin Rojhilata Navîn a nû çêbikin. Li gorî tevgera li herêmê tê kirin diyar e ku wê HTŞ bi van êrişên xwe sînordar nemîne. Berê jî digotin ku wê Sûriye bibe çar parçe. Parçek yê Dûrziyan, yek yê Kurdan, yek yê Şîî, yek jî yê Sûniyan. Planên ku ji bona Sûriye danîn niha dixwazin pêk bînin. Em ê di rojên pêş me de bibînin ku wê çawa bibe. Niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her kes ji bona parastina gel ketiye nava tevgerê. Her kes ji di seferberiyê de ye. Di xeta netewa demokratîk de têkoşîn dikin.”

Etîket: ÇeteEfrinEkrem BerekatEşrefiyeHelebHTSRêveberiya XweserRojhilata NavînŞex MexsudSûriyeTirkiye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

25 HEZÎRAN 2026
Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

14 HEZÎRAN 2026
Îsraîl kontrola li ser başûrê Sûriyeyê zêde dike: Bi 30 wesayîtan kete Quneytrayê

Îsraîl kontrola li ser başûrê Sûriyeyê zêde dike: Bi 30 wesayîtan kete Quneytrayê

14 HEZÎRAN 2026
Serkêşên çeteyan li Amedê çi kirine û çi nekirine

Serkêşên çeteyan li Amedê çi kirine û çi nekirine

11 HEZÎRAN 2026
Li dijî Elewî û Durziyên li Sûriyeyê kampanyaya nefretê

Li dijî Elewî û Durziyên li Sûriyeyê kampanyaya nefretê

2 HEZÎRAN 2026
Îlham Ehmed serdana Şêxmeqsûdê kir

Îlham Ehmed serdana Şêxmeqsûdê kir

1 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komeleya Şêx Seîd: Mîrateya wan bûye bingeha têkoşîna azadiya gelê me

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyan ji mitîngê bang kir: Ji bo azadiya civakê divê Serok Apo azad be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (812)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne