Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku bombebarankirina baregehên partiyên Rojhilat ji aliyê rejîma Îranê ve nikare di têkoşîna wan de gav paşde bide avêtin û qels bike, berovajî wê dê îradeya wan ya têkoşîna ji bo hilweşandina Komara Îslamî û rizgariya Kurdistanê jî xurtir bike.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê li ser bombebaranên Îranê yên li ser baregehên partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Gelê xebatkar û têkoşer ê Kurdistanê!
Di rojên dawî de, Komara Îslamî ya Îranê bi berdewamî baregehên hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bi mûşek û balafirên bêmirov hedef girtiye. Di encama van êrişan de Pêşmergeyê Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) Celal Reşîdî şehîd bû û çend Pêşmergeyên din yên PAK’ê birîndar bûn. Her wiha çend Pêşmergeyên Hizba Demokrat û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistan a Îranê jî birîndar bûn. Di çend rojên borî de li nav xaka Kurdistanê û li çend bajaran, di bombebaranê de gelek sivîl hatin qetilkirin û birîndar kirin.
Em wek Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistan a Îranê sersaxiyê ji malbatên Şehîd Celal Reşîdî û Partiya Azadiya Kurdistanê re dixwazin.
Êrîşên rejîmê li ser baregehên partiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê, ku nîşana tirsa mezin a rejîmê ji tevgera mafên Kurdan li Îranê ne, ne tenê têkoşîna me qels nakin, lê di heman demê de îradeya me ya ji bo hilweşandina Komara Îslamî ya Îranê û rizgarkirina Kurdistanê xurtir dikin.
Her wiha em careke din bang li gelê Kurd dikin, di demekê de ku rejîm hêzên xwe li mizgeft û dibistanan bi cih kiriye, her wiha li navendên îdarî civînên leşkerî û ewlehiyê li dar dixe, divê gelê me di zûtirîn dem de ji baregehên leşkerî, navendên ewlehî û îdarî yên rejîmê dûr bikevin.”













