Batman – Qeyûmê Batmanê hemû xebatên Kurdî yên şaredariyê ji holê rakir. Mehmet Esen ê ku Berdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Şaredariya Batmanê bû destnîşan kir ku qeyûm talan û tunekirina nirxên gel e û got ku bi astengî û rakirina xebatên Kurdî re jî armanca wan ew e ku gelê Kurd ji çand û zimanê wan dûr bixin.
Di 4ê Mijdarê de li ser biryara Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê, waliyê Batmanê Ekrem Canalp wek qeyûm tayînî Şaredariya Batmanê hat kirin. Hevşaredarên Batmanê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik ji wezîfeyê hatin dûrxistin û heyama sêyemîn qeyûm danîn ser Şaredariya Batmanê.
Her cara ku qeyûm tayînî Şaredariya Batmanê tê kirin, hemû xebat û xizmeta bi Kurdî ya şaredariyê ji holê radike. Vê carê jî qeyûm piştî hat tayînkirin, serwîsa Kurdî ya malpera şaredariyê û twîtên bi Kurdî asteng kir.
Her wiha qeyûm tabelaya Kompleksa Werzîşê ya Jinan rakir û li şûna wê tabelaya tirkî daliqand. Mamosteyên “Kreşa Pirzimanî ya Beybûnê” jî ku Şaredariya Êlihê di 15e Cotmehê de vekiribû, li dijî tayînkirina qeyûm bertek nîşan dan û biryar dan ku nexebitin.
Mehmet Esen beriya qeyûm bê tayînkirin Berdevkiya Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Şaredariya Batman dikir. Mehmet Esen têkildarî astengî û ji holê rakirina xizmeta bi Kurdî ji ajansa me re axivî.
‘Qeyûm talan û tunekirina nirxên gel e’
Mehmet Esen ku dibêje, “Di serî de berî ku em bibêjin gelo qeyûman ji bo Batmanê çi kirine divê em bibêjin qeyûm çi ne. Qeyûm desteserkirina vîna gel a azad û demokratîk e” û li ser desteserkirina îradeya gel wiha didomîne: “Desteserkirina îradeya gel a ku bi haveynê fikr û ramanên wekhev, azad û demokratik hatiye meyandin e. Ji rastî û heqîqetê dûr e û talan û tunekirina hemû nirxan e. Dijberiya pirçandî, pirzimanî, pirnasnameyî û pirbaweriyan e. Ango mirov dikare bibêje xwestek û hewldanên li dijî hişmendî û feraseta demokratik, ekolojîk û zayendparêziyê ye.”
‘Berî her tiştî kar û barê ziman radiwestînin’
Mehmet Esen bi bîr xist ku ev cara sêyemîn e ku qayûm tayînî ser Şaredariya Batmanê tê kirin û wiha got: “Her cara ku qayûm tayinî ser şaredariyê kirine berî her tiştî kar û barê çand û ziman radiwestînin û xebatên ku hatibin kirin jî ji holê radikin. Di herdu serdemên din ên qeyûm de wekî hêlên din di hêla çand û zimanê Kurdî de xebat nehatine kirin. Berevajiyê wê li ser esasên ku çand û zimanê Kurdî ji holê rakin enerjiya xwe xerc kirine. Di qeyûmê yekemîn de mamoste û hunermendên ku di bin banê şaredariyê de xebatên çand, ziman û hunera Kurdî dikirin hatin dûrxistin. Kreşa ku bi Kurdî xizmetê dida zarokên Batmanê hat girtin. Hemû Malên Piştgiriyê ên Perwerdeyê( MAPER) hatin girtin. Mala dengbêjan hate girtin. Hemû xebatên çand û zimanê Kurdî hatin rawestandin. Di bin banê gerînendetiya çandê de xizmeta çand û zimanê Tirkî hat kirin. Yek ji berhemên qeyûman jî ji hêla tunekirina çand û zimanê Kurdî de îmhakirina pirtûkên Kurdî ên di pirtûkxaneyên şaredariyan e. Mirov dikare nêzîkatiya qeyûman a li hember çand û zimanê Kurdî wiha pênase bike; bi helwestek xapînok dixwazin ji gel re bibêjin bêyî ku em ê we biêşînin em ê bidesteserkirina îradeya we çand û zimanê we tune bikin.”
Di 7 mehan de bênavber xebatên Kurdî hatine kirin
Mehmet Esen bal kişand ser 7 mehên ku wan xizmeta bi Kurdî kiriye û ev yek anî ziman: “Du mehên me ên ewil li ser sererastkirinên texrîbatên ku qeyûm ji her hêlê ve kiribû derbas bû. Di destpêkê de me ji çapemeniyê dest pê kir. Rûpelên şaredariyê ên medya dîjîtal di dema qeyûm de bi Tirkî bûn. Ji roja em çûn şaredariyê û şûn de me li hesabên şaredariyê ên medya dîjîtal Kurdî jî zêde kir. Me tabelayên hemû yekîne û gerînendetiyan bi Kurdî careke din nivîsand. Di bin banê Gerînendetiya Çand û Xizmetên Civakî de careke din Mala Dengbêjan hat vekirin û her hefte li parkên cuda bernameyên dengbêjiyê bi gel re hatin lidarxistin. Di heman demê de di bin banê Gerînendetiya Çandê de qeydên me ên Kargehên Ziman ji bo zarok û mezinan dest pê kiribûn.”
‘Em ê li cihê xwe nesekinin û bixebitin’
Mehmet Esen anî ziman ku di 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de bi saziyên bajêr ên demokratîk re bernameyên cur bi cur ên çand, ziman û hunera Kurdî( şano, konser, panel, guftûgo, çîrokên muzîkal û hwd.) hatin kirin. Mehmet Esen diyar kir ku wan Pirtûk Cafe vekiriye û got: “Di wê kafeyê ye de pirtûk(Kurdî-Tirkî) dihatin xwendin. Bi hunermendin Kurd re 3 konser hatin lidarxistin. Me rêzekreşên bi navê Beybûnê ya yekem vekir ku zimanê xizmeta kreşê bi Kurdî bû. Bi saziyên eleqedar ên demokratîk re Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ku 34 weşanxaneyên Kurd tev li bûbûn hat lidarxistin. Di pêşangehê de bi dehan nivîskar û helbestvanên Kurd tev li bûn. Bi hezaran pirtûkên Kurdî hatin firotin û li nav gelê Batmanê belav bûn. Li ser dûwarên kolana hunerê ya Batmanê wêneyê nivîskar, helbestvan, rewşenbîr û alimên Kurd bi kurtejiyana wan ve hat xêzkirin. Di ger, ziyaret û civînên me ên nava gel de herwext bi zimanê gel ango bi Kurdî dihat axaftin. Hîna gelek plansazî û projeyên me ên çand, ziman û hunera kurdî hebûn. Di bin banê şaredariyê de dibe ku em niha nikaribin projeyên xwe ên li ser çand û zimanê Kurdî pêk bînin. Lê em ê di cihê xwe de nesekinin, em ê hewl bidin ku wan projeyên xwe bi gel û saziyên demokratîk re pêk bînin.”
‘Armanca pergalê ew e ku gel ji ziman û çanda wan dûr bike’
Mehmet Esen bersiva pirsa, “Gelo bi tayînkirina qeyûm re çima çand û zimanê Kurdî ewil dibe armanc?” da û ev yek anî ziman: “Elbet ya ku civakan li ser piyan dihêle jiyaneke têkoşer û berxwedêr ya li hember mêtîngerî û tunekirinê ye. Ya ku têkoşîn û berxwedêriyê jî giyanewer û watedar dike çanda wê civakê ye. Ya ku vê wate û giyaneweriyê jî pênase dike û radigihîne civakê jî ziman e. Ango mirov nikare têkoşîn û giyaneweriyê pêyî çand û ziman arasteyê civakê bike. Çand û ziman di heman demê de çavkaniya herikîna fikr û ramanê ye jî. Di vê derê de rol û rista sazûmaniyê derdikeve holê. Di hişmendî û feraseta me de an jî di nêrîna me ya di derbarên rêveberiyên herêmî de tenê ne paqijkirin, rê, av, park û hwd. Bêguman di nav armancên me ên sereke de ji bo civakê bajarek paqij, rê û dirbên bi rêk û pêk, av û hewayek paqij û jiyaneke ekolojîk e. Lê li gel van hemû tiştên rûtîn yek ji armancên sereke ya rêveberiyên herêmî divê hişyarkirin û arastekirina jiyana demokratîk, li gorî rastiya xwebûna civaka xwe ye. Rastiya civaka mirov di çanda civaka mirov de veşartiye. Li gorî dîtina min xizmetên şaredariyên me ên çand û ziman ji ber ku dibin pira navbera me û xwebûna me rastî êrişên qeyûman tê. Yek ji armanc û mebesta pergalê ew e ku bi tayînkirina qeyûman dixwaze gel ji çand û zimanê Kurdî dûr bike.”
‘Hemû xebatên Kurdî ji holê rakirin’
Mehmet Esen destnîşan kir ku di dema qeyûmê yekem û qeyûmê duyem de çi xizmetek ji bo çand û zimanê Kurdî nehatiye kirin û wiha pêde çû: “Xizmetên ku hebûne jî ji hêla qeyûman ve hatine rawestandine û xebatkarên çand û zimanê Kurdî ji kar derxistine. Ji ber ku em piratîkên qeyûman ên di derbarê çand û zimanê Kurdî ên demên borî de dizanin, tu hêviyeke min ku ew ê xizmetek ji bo çand û zimanê Kurdî bikin tuneye. Bi tayînkirina qeyûm îcrata wan a ewil ji hesabên medya dîjîtal ên şaredariyê zimanê Kurdî rakirin. Çi xizmetên me ên çand, ziman û civakî ku di hesabên şaredariyên ên medya dîjîtal de wekî nûçe hatibûn parvekirin ji ser hesabên medya dîjîtal rakirin. Qeydên me ên kargehên ziman û kreşê rawestandin. Tabelayên ku me bi Kurdî li ser avahiyên şaredariyê ve daleqandibû rakirin. Wan tabeleya zivirandin Tirkî û cardin daleqandin. Û hwd, em dikarin bi dehan mînakan wan rêz bikin. Ji ber van kirinên wan dê tu car bi awayek erênî ji gelê Batmanê re nebin bersiv.”
‘Wê qeyûm ji gel re nebin bersiv’
Mehmet Esen anî ziman ku qeyûm çawa di xebatên çand û ziman de dê ji gel re nebin bersiv dê di heman demê di kar û barên din ên şaredariyê de jî nebin bersiv û herî dawî wiha got: “Belê li ber çav wekî ku ji gel re xizmetê dikin xwe didin nîşandayîn lê di rastiya xwe de ne wisa ye. Heke ku gel ji wan razîbûna û bi hêvîbûna dê di hilbijartina piştî qeyûmê ewil de îradeya xwe radestî wan bikira. Di hilbijartina piştî qeyûmê ewil de bi pileyek gelek bilind partiya me şaredariyê bi dest xist. Ev jî nîşaneya ku qeyûm talanek hem madî û hem manewî ye, dê gel tu carî bi wan ne bawer be ku îradeya xwe radestî wan bike.”