Hevseroka DADERa Êlihê Sabahat Acar bal kişandin ser êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê pêk tên û bi bîr xistin ku gelê Kurd li tevahiya Kurdistan û cîhanê rabûye ser piyan û êdî yekîtiya Kurdan hatiye dîtin. Rêveberê Komeleyê Mele Zubeyîr Çelîk jî diyar kir ku barek giran li ser pişta Rojavayê Kurdistanê heye û xwest ku herkes di vê demê de bi piştgiriyê berpirsyariya xwe bi cih bîne.
Êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê, yekîtiya gelê Kurd a di necama seferberiya neteweyî de derketî û nîqaşên entegrasyonê wekî rojeva sereka ya Kurdan didome. Hevseroka Komeleya Alimên Êlihê (DADER) Sabahat Acar û rêveberê komeleyê Mele Zubeyîr Çelîk derbarê êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê pêk hatîn û geşedanên derketine holê axivîn û balkişandin ser girîngiya yekîtî û berxwedana gelê Kurd.
Sabahat Acar têkildarî êrişên li dijî Kurdan di bin navê ol de pêk hatîn bi bîr xistin û got ku divê Misilman ne zilmê bike û ne jî bihêle zilm li kesî bê kirin. Acar balkişand ser êrişên komên çete yên girêdayî Tirkiyê û wiha axivî: “Çi eleqeya dewleta Tirk bi Rojavayê Kurdistanê ketiye ku diçe wir serobin dike. Bi salan e li wir komkujiyên mezin pêk tîne. Meleyên wan jî radibin fetwa qetilkirina zarok û jinên Kurdan didin. Li wir tacîz, tecawiz û firotana jinan li ser navê olê tê kirin. Van kiryaran weke xenîmet û helal dixwazin bidin qebûlkirin. Ev yek gelek mirov diêşîne ku li ser navê ola Îslamê tê kirin.”
‘Li ser navê Îslamî zilmê dikin’
Acar anî ziman ku ola Îslamê heq, hiqûq û edaletê di nava xwe de dihewîne û wiha domand: “Qetla Cihû, Mehsîhî û an jî kesek ji baweriyek din ne helal e. Heta ku kesek xisarê nede ser welat, mal û canê mirov, mafê kesî tune ye zirarê bide kesek din. Niha jî Rojava kirin e topa agir, diçin malan talan dikin, bi navê Xwedayê mezin seriyan jêdikin û dibêjin, ‘Allah Ekber.’ Niha li ser Kobanê av, ceylan, înternet û gelek tiştên jiyanî birîne û nahêlin tiştekî biçe wir. Zilmeke herî mezin yek jê ev e. Bila kes li ser navê Îslamê zilmê neke, Îslam ne maşa destê kesî ye. Ew ronahiya me ye û rêberiya me dike. Îslam ew e ku kes neheqî û zilmê li kesî neke.”

‘Êdî me yekîtiya Kurdan dît’
Li ser berxwedan û têkoşîna gelê Kurd a li ser parastina Rojavayê Kurdistanê derketî holê jî Sabahat Acar axivî û anî ziman ku yekîtiya hatiye avakirin jî yêk ji lutfa Xwedê ye. Sahabat Acar ev tişt gotin: “Jixwe di ayetan de Xwedê teala dibêje, xwe bi werîsê Xweda ve bigirin. Em hêvî dikin ku dê Kurd xelas bibin. Ji ber ku êdî Kurd hemû b”une yek. Niha tenê Kurdîtî li holê ye û herkes li dora vê gihiştiye hev. Kurd li hebûna xwe xwedî derketin, ev jî yek ji ayetên Xweda ye ku mirov li hebûna xwe xwedî derkeve. Êdî me yekîtiya Kurdan jî dît, em hêvî dikin ku em ê di nêz de azadiya Kurdistanê jî bibînin. Em jî dixwazin weke hemû gelên cîhanê bibînin ku welatê me azad e. Em dixwazin ku êdî jinên Kurd di destê dagirkeran de eziyetê nebînin û azad bijîn.”
‘Dixwazin lê nikarin Kurdan tune bikin’
Mele Zubeyîr Çelîk di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku dewletên dagirker ên ku Kurdistan perçe kirin e her tim xwestine ku Kurdan ji holê rakin, lê bi ser neketine û wiha axivî: “Wekî ku me dît di sala 2014an de gelê me yê Rojavayê Kurdistanê û li Şengalê rastî komkujiyê hatin. Malên wan hemû hatin paymalkirin, şewitandin û hatin kuştin. Jinên Kurd birin di bazaran de firotin. Hê jî gelek ji wan dîl girtînê û gelek ji wan jî aqubeta wan çi be ne diyar e. Lê têkoşîna Kurdan di Kobanê de xwe nîşanê hemû cîhanê da û pêşiya çeteyan girt. Wê demê hêzên Amerîka û Koalîsyonên navneteweyî dîtin ku feydeyeke wan jî tê de heye, tev li pevajoyê bûn. Xwestin li ser vê pêşketinê xwe di Rojhilata Navîn de bidin bicihkirin. Lê em pê dizanin, ev asta ku gelê Kurd xwe gihandiyê wê tu carî bernede.”
‘Dixwazin enfalê dubare bikin’
Çelîk balkişand feraseta nijadperest a dewletên dagirkerên Kurdistanê û diyar kir ku ev dewlet nijadperestiyê li hemberî gelê Kurd sor dikin. Çelîk tevkujiya Helepçeyê bi bîr xist û wiha got: “Ev komkujî jî bi ayeta Enfalê dan desptêkirin û pêkanîn. Wekî tê zanîn li Helepçeyê nêzîkî 23 hezar û 753 kes hatin kuştin û ji 61 hezarî zêde jî mirov niha astengdar in. Ev hemû jî Kurd bûn û bi vê fetwaya enfalê hatin kuştin. Bi dîtina wan musulmanetî ev e û vî mafê li xwe helal dikin.” Mele Zubeyîr Çelîk bi bîr xist ku heman sûre demek kin berî niha ji hêla îradeya olî ya Hikumeta Demkî ya Sûriyê ve jî li dijî Kurdan wekî belavok hatiye belavkirin û talûkeya vê yekê destnîşan kir.

‘Barê Rojava giran de divê piştgirî berdewam bike’
Di berdewama axaftina xwe de Çelîk got ku hêj jî dixwazin berdewamiya wê sûreyê bînin û wiha domand: “Wezîrek Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê di xutbeyan de, sureya Enfal da xwendin û belavok belav kirin. Gotin divê herkes biçe Kurdan bikuj e, malên wan xerab bike û bi şewitîne. Kurd ji hemû mafên xwe mehrûm in, sedema wê jî ew e ku Misilman in. Derdorên Kurdan hemû jî Misilman in. Hemû neheqiyan jî bi navê Îslamê dikin. Di demên dawî de teva bi hev re êrişî Kurdan kirin. Lê hêza HSDê ev bêxîretî qebûl nekir û li berxwe da. Ev helwesta wan li hemû cîhanê deng veda û vê yekê hêz da hemû Kurdan. Berxwedanek topyekûn derket û gelê Kurd di asta seferberiyê de rabû ser piyan. Lê hêj jî barek gelek giran li ser Rojava heye û divê hemû Kurd piştgirî bidin û bi hev re tedbîrên xwe bigirin.”













