Heyetek ji Meclîsa Dayikên Aştiyê di çerçoveya pêvajoyê Aştî û Civaka Demokratîk de serdana Partiya Gelecekê kir û bi Serokê Giştî Ahmet Davutoglu re civiya.
Heyeteke ji Meclîsa Dayikên Aştiyê bi boneya Roja Dayikan di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de serdana partiyên siyasî didomîne. Di çerçoveya serdanan de Heyeta Dayikên Aştiyê ku ji Behiye Yalçin, Afîfe Kartal û Muzeyyen Butun pêk tê bi tevî Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya re serdana Partiya Gelecekê kir. Serdan li Navenda Giştî ya Partiya Gelecekê pêk hat. Heyeta dayikan li gel Serokê Giştî Ahmet Davutoglu civiya. Cîgirên Serokê Giştî yên Partiya Gelecekê Halîme Polat, Burçak Başbug, Midura Nivîsgeha Taybet Esra Şahîn û Şewirmenda Polîtîkayên Dervê Sevînç Ozcan jî di hevdîtinê de amade bûn. Dayikên Aştiyê li vir jî Laçika Spî diyarî Davuoglû kir.
Dayikên Aştiyê dê piştî serdana Partiya Gelecekê di seat 15:30an de jî li Meclîse serdana Koma AKPê bikin. Heyeta Dayikên Aştiyê dê piştî serdanên partiyên siyasî li ber Wezareta Dadê daxuyaniyeke bide û ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li wezaretê bide.













