Hizbûllahê li herêma Mîsgavê bi moşekan li wesayîtekê da. Di encamê de mirî û birîndarên ku tê angaştin sivîlin hene. Hejmara kesên di encama lêdana Îranê de birîndar bûyîn jî derket 175 kesan.
Şerê Îsraîl û Hizbûllahê piştî destpêkirina operasyona bejahî zêde bûn. Îsarîlê îdîa kir ku di encama operasyonekê de 10 endamên Hizbûllahê kuştine. Li aliyê din din Hizbûllahê herêma Mîsgavê ya bakurê Îsraîlê bi moşekan bombebaran kir. Di encama bombebaranê de moşekekê li wesayîtek tê angaştin aîdî sivîlan e ket û bû sedema mirî û birîndaran.
Hejmara birîndar derket 115an
Di şerê Îran û Îsraîlê de jî bombebarana dualî didome. Îranê şevê din gelek moşekên balîstîk avêtin Îsraîlê. Ji van moşekan yekê li Nexweşxaneya Soroka da. Hejmara kesên li nexweşxaneyê birîndarbûna derket 175an. Hate ragihandin rewşa 9 birîndaran giran e. Îsraîlê li ser vê yekê cardin gefa tolhildanê li Îranê xwar.













