Hunermend Hekîm Sefkan û Bangî Agirî bertek nîşanî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê dan û diyar kirin ku neyar dixwazin wan tune bikin, lê ewê heta dawî li ber xwe bidin û heta dawiyê destkeftiyên Kurdan biparêzin.
Ji 6ê Çile ve êrişên çeteyên HTŞê, DAIŞê, SMOyê ku Şam û Tirkiye piştgiriyê dide wan, li dijî gelên Rojava û gelê Kurd zêde bûye. Li ruxmê HTŞê di 18ê Çile de agirbest îlan kir jî êrişên li ser Hesekê, Kobanê û deverên din berdewam dikin. HTŞ li kurdan ferz dike ku tev teslîmî rejîma Şamê bibin. Li dijî vê yekê gelê Rojava destkeftiyên xwe diparêze. Bertek û nerazîbûnê gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û welatên Ewropayê berdewam dikin. Kurd li gelek bajaran meş û xwepêşandanên girseyî li dar dixin. Hunermendên Kurd Hekîm Sefkan û Bengî Agirî jî bertekên xwe yên li dijî êrîşan anîn ziman û diyar kirin ku gelê Kurd dê li her derê heta dawî li ber xwe bidin û destkeftiyên xwe biparêzin.
‘Dagirker dixwazin me tune bikin’
Hunermend Hekîm Sefkan bertek nişanî êrîşên li ser Rojava dan û got: “Gelê me yê berxwedêr ên çar parçeyê Kurdistanê, bûyerên ku îro li Rojava pêş diqewimin, em tenê naşopînin, em li der derê di nav de dijîn. Ev êrişên hovane yên El Qaide ku nûnertiya wê HTŞ û Colanî û DAIŞ dike, ji aliyê Tirkiyeyê ve tên rêvebirin. Dewletên serdest ên wekî Amarîkayê çav li van êrîşan digirin. Bi pereyên Siûdî û Qatarê van êrişan dikin. Tenê armanceke van êrişan heye. Dixwazin di nava vê kaos û qelebalixiya Rojhilata Navîn de Kurdan tune bikin. Bi hezaran salan e tim dixwazin Kurdan tune bikin. Kurdan jî her tim bi berxwedana xwe ya bi biryar û israr heta îro xwe parastiye. Li dijî van êrişên qirkirin û tunekirinê tiştek ji me tê xwestin. Neyarên me û dagirker dixwazin me tune bikin. Em jî soza hebûnê didin. Em ê heta dawî li ber xwe bidin û destkeftiyên xwe heta dawî biparêzin. Berxwedan jiyan e.”
‘Divê hemû mirovahî li destkeftiyên Kurdistanê xwedî derkeve’
Hunermend Bangî Agirî jî diyar kir ku wan li Rojavayê Kurdistanê xwest projeya bihevre jiyanê pêş bixin û got: “Me xwest hemû netew bi hevre bijîn. Lê mixabin neteweyên dora me yên tirk û ereban naxwazin me nas bikin. Dagirker dixwazin her tim me kole bibînin. Me li Rojavayê Kurdistanê mirovahî parast. Me li dijî bîrdoziya tundrev a DAIŞê mirovahî parast. Lê mixabin, mirovahî îro ker, kor û lal e. êşa me nabîne. Ez bang li her kesî dikim ku em li destkeftiyên Kurdistanê û Şoreşa Kurdistanê xwedî derkevin.”












